Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome

  • jin
  • 17:00 3 Adar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li gelek bajaran xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. 

Jinên ku xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade dikin, li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin. 
 
SEMSÛR 
 
 
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çû serdana Semsûrê ku di erdhejên 6’ê Sibatê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû. Jinên ku beriya serdanê li Taxa Karapinar a navendê li qada konteynira KESK’ê hatin gel hev, li vir daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan ên KESK’ê yên Semsûr û Mêrdînê di daxuyaniyê de cih girtin û pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştî, jiyan û mafên xwe diparêzin” vekirin. 
 
Endama Meclisa Jinan a KESK’a Semsûrê Bîrhat Tîşkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser erdhejê re salek derbas bûye jî hêj jî pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û perwerdeyê nehatine çareserkirin. Tîşkaya, wiha domand: “Bi milyonan mexdûrên erdhejê bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin. Bi erdhejê re wêraniyeke mezin a civakî çêbû. Balkêş e ku rayedar li dijî vê rewşê bêdeng in. Weke jinên KESK’î em di vê pêvajoyê de bi gel re bûn û em ê vê piştevaniya xwe bidomînin. Dê têkoşîna me bidome. Em ê di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Keda me, beden û nasnameya me ya me ye û em di vê têkoşînê de biisrar in’ dakevin qadan. Banga me li hemû jinan ew e ku ji bo azadî, wekhevî, heq û edaletê mil bidin milê me.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû. Çalakvan piştre jî çûn serdana jinên li bajarê konteyniran dijîn. 
 
MANÎSA 
 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Manîsayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi tevlibûna Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li navçeya Yunusemre hevdîtin bi jinan re li dar xist. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî a niha pêk bê” hatin berzkirin. 
 
Koçyîgît piştî gerandina govendê axivî. Koçyîgît, anî ziman ku ji bo gelan li kolanan e û ev tişt anî ziman: “Çendek rojê berê di nava rojekê de 8 jin hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê her roj qirkirina jinan pêk tê. Mafê jinan ê herî sereke, mafê jiyanê tê tunekirin. Em di erefeya hilbijartinên 31’ê Adarê de ne. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ne. Di heman demê de îradeya jinan jî dê bêhtir xuyanî bibe.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Bi domdarî Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kilr: “Girtiyên siyasî li dijî vê tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jin li dijî her cureyên neheqiyan li qadan bûn û dê ji vir û şûnde jî li qadan bin. Heta ku tecrîda tê bidawîkirin jî dê têkoşîna me bidome. Du roj berê dema min doza kompasê ya Kobanê dişopand, Sebahat Tuncel di greva birçîbûnê de bû. Silavên wê ji bo we tevan hebû. Ew ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. Li derve derfetên me zêdetir hene û divê em jî têbikoşin.” 
 
MÊRSÎN
 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê bi boneya rojê, bi sernavê “Dîrokçeya jinan û rêveberiyên xwecihî” panelek li dar xist. Panel li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Toroslarê hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin û dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin daliqandin. 
 
Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Akdenîzê Nûriye Arslan axivî. Arslan, heta îrade û nûnertiya jinan neyê qebûlkirin dê pirsgirêkên civakê çaseser nebin. Arslan, anî ziman ku pergal herî zêde ji hêza jinan ditirse û wiha got: “Lewma ji ewil êrişî jinan dike. Dema em di hilbijartinê de bi ser ketin dê ewilî mafên xwe bi dest bixin. Dê qadên îstîhdamê ji bo jinan biafirînin, midûriyetên jinan vekikn û paradîgmaya jinê dîsa bixin meriyetê.”
 
JINAN TUNDÎ VEGOTIN
 
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Senê ya Hatayê Mutlu Aymaz jî cureyên tundiyê yên li dijî jinan rêz kir û got ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bê mezinkirin. Aymaz anî ziman ku carnan jin di ferqa tundiya lê tê kirin de nînin û divê ew ji jinan re vebêjin. Piştî Aymaz, jinên li eywanê mafê axaftinê girtin û qala cureyên tundiyê yên li ser wan hatine kirin û yên lê bûne şahid vegotin. 
 
Herî dawî jî Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş têkildarî tundiya aborî ya li ser jinan kir. 
 
WAN 
 
 
TJA, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) û Kovara Destarê jî li Wanê di çarçoveya 8’ê Adarê de komxebata “Di rêveberiyên herêmî de girîngiya zimanê kurdî. Em ê bajarên xwe bi zimanê xwe ava bikin” li dar xistin. Komxebat, li eywana Baroya Wanê hat lidarxistin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin Neslîhan Şadal, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt û hevserokên jin ên navçeyan û endamên Dayikên Aştiyê tev li bûn. Li eywana komxebatê pankarta “Ziman laş e li laşê xwe xwedî derbikevin”,  “Her dem kurdî, li her dere kurdî” hatin daliqandin.
 
WATE Û GIRÎNGIYA ZIMAN
 
Jin, bi cil û bergên kurdî tev li komxebatê bûn û bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî ji perwerdekarên ARSÎSA’yê Nazîme Arvas bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Divê jin di hemû qadên jiyanê de pêşengtiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin.” Hevberdevka Kovara Destarê Jîn Avesta jî bi bîr xist ku ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û xwest namzet propagandayê bi zimanê dayikê bikin. 
 
PIŞAFTINA SEDSALÎ
 
Avesta, diyar kir ku qeyûm li bajarên Kurdistanê ziman hedef digirin û wiha bi dawî kir: “Bêguman polîtîkayên pişaftinê bi qeyûman dest pê nekir. Ev xwedî dîrokeke sedsalî ye. Divê bertekên me xurt û birêxistinkirî bin. Divê em weke tiştekî jirêzê nêzî astengkirin û zextên li ser ziman nebin. Ziman, meseleya hebûn û tunebûnê ya gelekî ye.” 
 
Piştî axaftinan, komxebat ji çapemeniyê re girtî dom kir. 
 

Sernavên din

06/03/2024
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin