Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye

img
AGIRÎ - Xelkê Bazîdê diyar kir ku ew ê li dijî feraseta ku ji kurdan re dibêje "terorîst" û feraseta ku li Meclîiê mîkrofona parlementerên bi kurdî diaxivin digire, dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.
 
Ber bi hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ve, partî danasandina proje û xizmetên xwe didomînin. Navçeya Bazîd a Agiriyê ku polîtîkayên şerê taybet û qeyûman lê tên meşandin, ji sala 1999’an û vir ve ji aliyê siyaseta kurd ve tê birêvebirin.
 
Şaredariya Bazîdê ku ji dema Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) û vir ve bi rêveberiya herêmî ya demokratîk tê birêvebirin, di sala 2016'an de bi polîtîkayên qeyûman ên AKP'ê hat desteserkirin. Dîsa di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 68’an şaredariyê bi dest xist, lê hevşaredara HDP'î Yildiz Acar, ji ber ku li dijî şaredarvaniya demokratîk tegeriya hat îxrackirin.
 
Bazîdiyên ku amadekariya hilbijartineke nû dikin, diyar kirin ku ew ê dîsa vîna xwe di sindoqan de bidin der.
 
‘JI KESÊN DIBÊJIN TERORÎST RE DENG MENG TUNE YE'
 
Mehmet Siddik Bozkürt diyar kir ku ji ber ku DEM Parti mafê gelê kurd diparêze, di hilbijartinên herêmî de dengê xwe dide DEM Partiyê û got: “Em kurd in û ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî ji bo ziman û çanda kurdî têdikoşe. Dema parlementerên DEM Partiyê li Meclisê bi kurdî diaxivin mîkrofona wan tê girtin. Partiyên sîstemê her roj ji me re dibêjin 'terorîst'. Ez ji bo zimanê xwe û têkoşîna gelê xwe ya azadiyê dibêjim DEM Partî."
 
‘DEM PARTÎ JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ TÊDIKOŞE'
 
Mehmet Demîr anî ziman ku ew ji polîtîkaya rêveberiya herêmî ya DEM Partiyê hez dikin û wiha got: “Em ji polîtîkaya DEM Partiyê hez dikin. Dewlet ji ber ku em kurd in, bi salan zilm û zordarî li me kir." Mehmet Çoprak jî anî ziman ku DEM Partî ji bo bigihêje van rojan gelek bedelên giran dan û wiha got: "Ji bo dawî li vê zilmê bê ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê û ez bawerim DEM Partî wê ji sedî sed bi ser bikeve. Me bi hezaran bedêl dane ku em werin vê rojê. DEM Partî niha ji bo zimanê dayikê têdikoşe. Em kurd, bi rûmet in û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li vî bajarî tu carî deng ji bo partiyeke din dernakeve."
 
Mehmet Îçten ê ku di hilbijartinên herêmî de got “Ez ê dengê xwe bidim xwe” jî wiha got: “Îcar ez kî me? Ez gel im, ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Bi baweriya min DEM Partî dê li vî bajarî gelek xizmetguzariyan pêşkêş bike." Ji welatiyan Adem Koç jî got: “Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Gelê Bazidê ji dest ji DEM Partiyê bernade. Ji bo şaredarvaniyeke adil DEM Partî." 
 
‘JI BO BIDAWÎBÛNA XIZANIYÊ'
 
Welatiyê bi navê Reşat Goksim jî diyar kir ku ji bo dawî li bêkarî û xizaniyê bê ew ê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Hemû ciwan bêkar in û nikarin kar bibînin. Ez di wê baweriyê de me ku DEM Partî dê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike û ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim xwe. Em dixwazin li vî welatî edalet û wekhevî hebe." Şakir Hinde jî diyar kir ku ew ê ji bo demokrasî, aştî û azadiyê DEM Partiyê hilbijêrin.
 
Omer Îlvûr anî ziman ku ew ê li dijî kesên ku ji kurdan re dibêjin "terorîst" dengê xwe bidin DEM Partiyê û got: "Ew her tim rayedarên DEM Partiyê wekî 'terorîst' bi nav dikin. DEM Partî partiya her kesî ye, ne tenê ya kurdan. Gelê me dê bersiva pêwîst bide." MÛstafa Kaya jî got: “Ez ê dengê xwe bidim xwe. Kurd ji bo hemû gelan edaletê dixwazin. Serokkomarê AKP'î ji ber ku nehat hesabê wî dibêje 'min pêvajoya çareseriyê xist sarincê'. Dema li gora wan be, dibêjin kurd hene, dema ne li gor wan be dibêjin kurd tune ne. Krîza aborî gur dibe. DEM Partî dê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike."
 
‘EM JI DEM PARTIYÊ LI BENDA XIZMETÊ NE'
 
Metîn Guneş anî ziman ku ew ji DEM Partiyê bi hêvî ne û got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber ku em kurd in û dengê xwe nadin kesên zimanê me înkar dikin. Navçeya me di nava tozê de maye. Em hêvîya xizmeteke baş ji DEM Partiyê dikin." 
 
‘DÊ DEM PARTÎ Û GELÊ ME BI SER BIKEVIN'
 
Îbrahîm Kay got: “Îro dewlet ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî her tiştî dike. Li aliyê din divê em jî ji vê rewşê haydar bin. Ez ê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidim DEM Partiyê ya ku azadî û mafên kurdan diparêze." Welatiyê bi navê Mûhammet Eren jî diyar kir ku ji ber ku ji polîtîkaya DEM Partiyê hez dike ew ê dengê xwe bide wê û wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim partiya xwe, ji bo gelê xwe û li dijî xizaniyê. Tu hêviyên min ji partiyê din nîn in. Ji ber ku siyasetmedarên DEM Partiyê baş dizanin ku çi dikin. Partiya me wê li Bazidê bi ser bikeve, gelê me wê bi ser bikeve."
 
MA / Hakan Yalçin 

Sernavên din

12/03/2024
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin