Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin de peyama heta ku encam were girtin dê têkoşîn bidome hate dayîn. 
 
Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. 
 
AMED
 
Li Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 100’emîn. 
 
Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Malbatên girtiyan ên 100 roj  in di çalakiya Nobeta Edaletê de ne ev peyam dan: “Çend roj bibe bila bibe heta ku tecrîd neyê rakirin, em ê dest ji rojeva xwe bernedin. Em ê heta encamekê bi dest bixin bidomînin.” Di nobetê de her tim stranên kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 97’emîn de berdewam dike. Çalakiya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye destpêkirin ji aliyê malbatên girtiyan û gelek kesan ve hate ziyaretkirin. 
 
‘BILA HERKES XWEDÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ DERKEVE’ 
 
Munîfe Koçak a di serdanê de axivî, wiha got: “Ez ji vir bang li hemû mirovên bi wijdan dikim; bila ev bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji wir derkevin. Dayikên me bi mehane ji bo ku zarokên me nemirin li vir rûdinin. Têkoşîna kesên bedenên xwe dane ber greva birçîbûnê ya mafdar e û divê daxwaz bên pêşwazîkirin. Em en şer aştiyê dixwazin. Divê herkes xwedî li vê têkoşînê û berxwedanê derkeve.”
 
‘BILA TENÊ EV BAR LI SER MILÊ GIRTIYAN NEBE’ 
 
Yek ji ziyaretvanan Rabîa Salgor jî wiha axivî: “Em dixwazin tecrîsa li ser birêz Ocalan demildest were rakirin û daxwazên girtiyên me bên bicihanîn. Heta ku tecrîd ranebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Divê hemû kurdên bi wijdan bên Nobeta Edaletê û xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila ji girtiyan re bibin deng û tenê ev bar li ser milê girtiyan nebe.”
 
Di serdanê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam kir. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr, DBP’ê û Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) serdana çalakiya îro kirin. 
 
Yek ji çalakvana nobetê Dayika Aştiyê Perîhan Ortak, anî ziman ku çar meh in dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: “Em weke gel ne koletiyê, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Gelê kurd tenê tişta ku heqê wan e dixwazin. Me nasnameya xwe, zimanê xwe û axa xwe xwest. Em ji axa me û zimanê me kirin.”
 
‘SEBRA DAYIKAN NEMA’ 
 
Ortak, anî ziman ku êdî sebra dayikan nemaye û wiha berdewam kir: “Dayik nikarin bi zarokên xwe yên li pişt dîwaran re du peyvan biaxivin. Ev edalet e? Êdî tecrîda li ser zarokên me rakin. Em li pişt zarokên xwe, doza xwe, heq û hiqûqê û birêz Ocalan in û em paş ve gavê naavêjin. Bila baş bifikirin, mifteya aştiyê îro birêz Ocalan e. Vê tecrîdê vê zilmê êdî terk bikin! Êdî aştiyê bînin.”
 
VEXWEND NEWROZÊ 
 
Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt jî diyar kir ku divê demildest gelê kurd dest bide hevdû, tecrîdê bi dawî bike. Kûrt, bal kişand ku piştî 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî dikin û wiha got: “Bila Newroza hemû jinan pîroz be. Newroz ji bo xwişk û biratiyê ye. Newroz li dijî zilmê berxwedan e. Newroz ji bo azadiyê ye û mizginiya biharê ye. Ez bi germahiya Newrozê ku Rahşan û Zekiyeyê pêxistiye hemû jinan û ciwanan silav dikim. Bila herkes bi rengê xwe were Newrozê, em Newrozê pîroz bikin. Ez herkesê vedixwînim Newrozê. Bila Newroza hemû jinen li Kurdistanê û cîhanê pîroz be.”
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, kete roja 100’emîn. Dayikên Aştiyê tev li nobeta ku li avahiya TUAY-DER’ê didome bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 42’yan de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin. 
 
Kesên tev li nobetê bûn bal kişand ku li girtîgehan zext û zilm bi zêdebûnê didomin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Nobet bi klamên dengbêjiyê û stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya Rêxistina DBP’a bajêr berdewam kir. Malbatên girtiyan ên ji Qoserê hatin û Dayikên Aştiyê çalakiya îro dewr girtin. Dayikan her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Di çalakiya îro de jî xebatên perwerdehiya bi kurdî berdewam kir. Dayikên ku çalakiya xwe bi xwendina rojname û pirtûkên cûr bi cûr didomînin, destnîşan kirin ku di daxwazên xwe de bi israr in. 

Sernavên din

16/03/2024
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê