Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn

  • rojane
  • 13:10 17 Hezîran 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Denîz Poyraz a di dema êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, li ser gora xwe ya li Îzmîrê hate bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku têkoşîna Poyrazê dê her tim bidome. 
 
Malbata Denîz Poyraz, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îbrahîm Akin, Bûrcû Gul Çûbûk, Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Vezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş û gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn. 
 
Di bîranîna bi kirina duayan dest pê kir, rêz girtin hate kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût a di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku zext û zilma li dijî partiya wan û jinan berdewam dike. Karabûlût, anî ziman ku qetilkirina Denîz Poyraz polîtîk e û got: “Ev cînayet yek ji astengiyên herî mezin a li pêş demokratîkbûna li welat e. Li vî welatî kujer bê ceza dimînin. Heta ku kujer neyên cezakirin, cînayet dê berdewam bikin.”
 
‘EM JI BÎR NAKIN, DEST JÊ BERNADIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcû Gul Çûbûk a pişt re axivî jî diyar kir ku di dozên Poyraz û weke wê de tu caran sûcdarên rast nehatine aşkerekirin û wiha got: “Kujerên rast ên hevrêyên me, bi tetîkkêşekî derdixin pêşberî me hatin veşartin. Ya ku ew me hêvî dikin ew e ku em ji bîr bikin, dev jê berdin û çavtirsandî bibin. Lê em careke din li ser gora Denîzê soz didin, em ê li dijî kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê mafê jiyanê yê tu zindiyan nasnakin serî netewînin û dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Dayika Aştiyê Şukriye Tûnç jî wiha got: “Bi Denîzê re em serbilind in. Denîz tu di gora xwe de baş raze, em hemû li pey têkoşîna te ne.”
 
DAYIK POYRAZ: MIN PIR BERIYA TE KIR 
 
Dayika Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz jî bi lêv kir ku li pêşberî têkoşîna Dayikên Aştiyê bi rêzdarî bejna xwe ditewîne. Poyraz anî ziman ku Denîz ne tenê keça wê ye, keça gelan e û wiha got: “Tu bi hovane qetil kirî. Ez roja ewil negirîm lê îro digirîm. Ji ber ku min pir beriya te kir.”
 
BAV POYRAZ: DI DILÊ ME DE DIJΠ
 
Bavê Poyrazê, Abhulîllah Poyraz jî wiha got: “Heta ku em sax bin em ê li du rêya wan bin. Heta ku em sax bin dê Denîz di dilê me de be. Tu caran şehîd namirin”
 
Girse piştî bîranîna li goristanê derbasî Îskeleya Konakê bû. Li vir ji bo bîranîna Denîz Poyrazê qûrnefîl avêtin behrê.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/06/2024
19:02 Şewata li Bismilê derketibû hate kontrolkirin
18:54 Li Silopiya û Hezexê şewat derket
18:45 Li herêma operasyonê mudaxileya li şewatê tê astengkirin
17:56 SGDF’ê 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî pêkanî: Tecrîd bandorê li her qadê dike
17:26 Li Amedê jinek di nava kolanê de hate qetilkirin
16:52 Kaydu piştî 15 salan hate berdan
16:30 Baroya Amedê bang li rayedaran kir: Peywira xwe pêk bînin
15:43 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de peyama israra têkoşîna li dijî tecrîdê
15:06 Rejîma Îranê ciwanekî kurd binçav kir
14:52 Waliyê Mêrdînê û wekîlê AKP’î ji mala şînê hatin derxistin
14:44 TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e
14:43 Par jî li heman herêmê şewat derket: DEDAŞ biqisûr hat dîtin û tazmînat da
14:29 Li Şemrexê ji ber birûskê şewat derket
13:24 Ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn edalet xwestin
12:56 ‘Bila cihê şewatê weke Herêma Karesatê bê ragihandin’
12:51 Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:45 Şewata li Hezexê hat kontrolkirin
12:42 Operasyona leşkerî ya li Mawayê hate berfirehkirin
12:37 Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin
12:11 Rastî û hûrguliyên piştî şewatê
12:09 Li Şirnexê wesayîta cerdevanan qeza kir: Cerdevanek mir
11:32 Bîlançoya cejnê: Di 8 rojan de 68 kes mirin
11:25 Li xaka kurdan nêzikatiya cotstandartî
10:56 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin
10:52 Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê
10:20 Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne
09:34 Hejmara 69’an a Kovara Jînê derket
09:23 Li Îzmîrê du xwişkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:14 Gundiyên bertek nîşanî walî dan hatin derbkirin: Walî neçar ma ji gund derkeve
09:05 Li Mêrsînê cînayet: Pergal kuştina jinan teşwîq dike
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 210 roj li pey xwe hişt
09:01 Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî!
09:00 ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene