Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê

  • rojane
  • 11:51 10 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Neteweyî li ser bangawaziya KNK’ê hat lidarxistin. Di encamnameya komxebatê de wiha hate gotin: “Pêvajoya em tê de ne li me ferz dike ku em bi ruhê seferberiyê tevbigerin.” 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, di 8’ê tîrmehê de bi awayeke online “Komxebata Neteweyî” li dar xist. Gelek partî, rêxistin û saziyên kurdistanî, rewşenbîr, hunermend, rojnameger, siyasetmedar û nûnerên baweriyan tev li civînê bûn. 
 
ENCAMNAME 
 
Piştre jî encamnameya komxebatê hate ragihandin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Dewleta tirk di roja 15’ê hezîrana 2024’an de, li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da despêkirin. Di heman demê da sewqiyateke mezin ya leşkerî ber bi başûrê Kurdistanê hate kirin û ew sewqiyat berdewame. Mixabin rêveberiya PDKê rêyên fermî ji artêşa tirk ya dagirker re vekirine, kontrola cihên ku artêşa tirk lê ye, bi temamî radestî artêşa tirk kiriye. Ji roja 25.06.2024’an vir ve jî, dagirkeriya dewleta tirk derbazê merheleyekî dî bûye. Êdî weke hêzeke xweyê malê, bendên kontrolê (seytere – checkpoint) datîne û nasnameyên xelkê kontrol dike. Yanî êdî dagirkeriya xwe venaşêre û bi eşkere dide diyarkirin. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk berfireh dibin, gav bi gav xak û deshilata Başûrê Kurdistanê dixe destê xwe. Li alê dî artişa Tirk zevî, bax û baxçeyên xelkê û xwezaya deverê dişewitîne, gundan bombebaran dike û yek bi yek gundan vale dike.
 
HIŞYARÎ DAN HIKÛMETA IRAQÊ
 
Heta niha tenê rêveberiya PDK’ê alîkariya dewleta tirk dikir, ev demeke hikûmeta Iraqê jî bi awayekî dî bûye hevkarê dewleta tirk. Dewleta tirk sozên av û aboriyê dide hikûmeta Iraqê. Bila Iraq baş bizane ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mejiyê neo Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne, hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera aştî û aramiyê têk bibe.
 
Niha li deverên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê şerên giran rû didin. Hêzên Gerîla dijî dagirkerî û qirkeriyê, bi qehremanî û fedakariyek mezin li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate û mezin, bi dilekî germ pîroz dikin. Ev êrişên mezin ne tenê dijê hêzên HPG’ê ne, dijê hemî destketên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di sêrî de Başûrê Kurdistanê di hedefa van êrişan de ye. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin. Her wiha ev êriş li dijî serweriya Iraqê ye jî.
 
Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûr-Suryan-Kildan û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Eve sed salin, dewleta tirk, netewevebûna Tirkî, li ser tûnekirina gelên dî ava dike.
 
Dewleta tirk dijî hebûna Kurda ye, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta tirk di êriş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekoloji) Kurdistanê, hedef digre û xirab dike.
 
Dewleta tirkiyê sala 2017’an, di êrişa Iraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên dî yên dabirayî da, piştevaniya hikûmeta Bexdayê kir.
 
Di êriş û dagîrkeriya DAIŞê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrişa Kobanê da, dewleta tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAIŞê dikir.
 
Dewleta tirk, dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriye yê, ji serî de û heta niha, di pozisyoneke êrişkar de ye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî, ji sedan zêdetir baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijê deskevtiyên gelê me kar tîne.
 
Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrişeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Sêrîde rayedarên PDKê, hinek rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê, kesên hevkariya dewleta tirk dikin û hinek dezgehên ragihandinê yên nîzingê wa, dixwazin rewşê normalîze bikin û rastiyê berûvajî bikin. Ev metirsiyek mezine û ev reşw ti awayî nayê qebûlkirin. Pêwîste ev rewş ji rêzê neyê dîtin, duvê ev bê dengî, bê şkênandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrişan têkbibin. Dewleta tirk ne ewqas xurt e, bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têkbibin.
 
Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkeve holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere.
 
BANG
 
Şêwira Dijê Dagirkeriyê, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û Cihana humanîter û demokratîk;
 
* Dewleta tirk bi van êriş û dakirkeriya xwe, dixwazi hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û gelê Kurd bi jenosîdê re derbaz bike. Em beşdarên Civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta tirk bi hesasî nîzing dibin, bi hemî imkanên xwe dijê vê êrişê radiwestin û li gel Hêzên Parastina Kurdistanê cihê xwe digirin.
 
* Bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkevtinê vedike ku ev jî di parastin û serkevtina Kobanê da hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî dubare dike.
 
* Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastina Kurdistanê bête kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagîrkeriya dewleta tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bête rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bête kirin.
 
* Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn, divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Civîn, li hember êriş û dagirkeriya dewleta tirk, bang li Kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û di tenîşta hêzên berxwedêr de rawestin û li her derê berxwedana topyekûn bilind bikin.
 
* Civîn, bang li Serokatî, Parlamento, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên Kurdistanî û hemî xelkên herêmê dike ku li hember van êriş û dagirkeriya dewleta tirk derkevin û hêzên artêşa tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin.
 
* Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku hevkariya dewleta tirk neke, peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatîn çêkirin betal bike, dijî dagîrkeriya dewleta tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer yên dewleta tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta tirk ji nav tixûbên dewleta federal ya Êraqê, tedbîrên pratîk bistîne.
 
* Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êriş û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.
 
* Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrişên dewleta tirk yên li ser gelê Kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.
 
* Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dike û dibêje di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ewe hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi pişgirtina we heye.
 
* Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Tirkiyê nekin, turîzma Tirkiyê boykot bikin.
 
Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, li hember êriş û dagirkeriya dewleta tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastina Kurdistanê careke dî dubare dikin û dibêjin parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî îmkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin. Her wiha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.”
 

Sernavên din

15/07/2024
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin