Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe

  • rojane
  • 09:50 10 Tebax 2024
  • |

AMED - Xelkê Farqînê bertek nîşanî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dan û gotin ji ber polîtîkayên şer aboriya wan tengav dibe û ev şer dike ku xelk feqîr bibe. 

 
Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Ji ber êriş û bombebaranan gelek gund tên valakirin û xelkê gundan neçar dimîne ku jig undan koç bike. Ji ber lêçûnên şer bandorek mezin li aboriya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dike û ev yek dike ku hin bêtir krîza aborî zêde bibe û xelk feqîr bibe. Me polîtîkayên şer û bandora wê ya li ser aboriya xelkê li navçeya Farqînê ji welatiyan pirsî. 
 
‘EWILÎ GUNDÊN ME NIHA JÎ GUNDÊN BAŞÛR TÊN VALAKIRIN’ 
 
Mehmet Kaylû bal kişand ser polîtîkayên şer û aboriyê û wiha got: “Welatek di nav şer de be, em nikarin bibêjin ew welat aboriya wê baş e. Tirkiye di bin navê ‘ewlehiyê’ de mirovan dikuje û wan ji gundên wan koçber dike. Li kî derê kurdek hebe armanca wan a sereke tunekirina kudan e. Ev sed sal in Tirkiye vî şerî dimeşîne. Heya ev şer berdewam bike wê rewşa aboriyê jî baş nebe. Hemû budçe ji bo standina tank, topan vediqetînin. Li bakurê Kurdistanê ji sala 1990’î heya salên 2006’î gundên me hatin valakirin û talankirin. Milet hemû koçberî bajaran kir. Niha jî dixwazin kurdan li başûrê Kurdistanê tune bikin.” 
 
‘ÎRADEYA WAN ÇAWA QEBÛL DIKE?’ 
 
Kaylû anî ziman ku ên ku vî şerî dimeşînin tenê xwe dixapînin û got: “Rêxistineke hêza xwe ji gel girti be tu carî tune nabe. PDK jî ji bo aboriyê û dewlemendiya xwe biparêze vîna xwe bin pê dike. Îradeya wan cawa qebûl dike ku Tirkiye ketiye nav gundê wan. Zarokên piçûk jî dizanin ku malbata Barzanî hebûna xwe li ser tunekirina bakurê Kurdistan ava kiriye. Em hêvî dikin ku demildest dev ji vê şaşîtiyê berdin.” 
 
‘MALBATA BARZANÎ BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRE’ 
 
Akin Başaran jî bi lêv kir ku dema pêvajoya aştiyê di warê aboriyê de rehetbûnek jî çêbûbû û got: “Dema şer tune be welat ji her aliyî ve bêhnê distîne. Di şerê li dijî başûrê Kurdistan de sekna PDK’ê li dijî kurdewariyê ye. Malbata Barzanî berjewendiyên xwe difikire. Siyaseta PDK’ê ya qirêj ji berê ve heya niha berdewam dike. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê sedemê krîza aborî şer e. Dema şer bisekine wê aborî jî baş û dirust bibe.” 
 
‘PERA DIDIN BARÛTÊ Û BI SER GELÊ KURD RE DIBARÎNIN’
 
Servet Akincî jî destnîşan kir ku destpêkirina şerê li dijî başûrê Kurdistanê li hemberî destkeftiyên gelê kurd e û wiha axivî: “Tirkiye hebûna xwe li ser şer ava kiriye. Pereyan didin barûtê û bi ser gelê kurd re dibarînin. Ji ber şer milet hemû birçî ye. Dema ev şer biqede hemû kes wê bêhn bistîne. Mesût Barzanî bi gelê xwe re xiyanetê dike. PDK di nava şaşîtiyek mezin de ye. Divê dest ji vê şaşîtiyê berde.” 
 
‘HETA ŞER HEBE ABORÎ JÎ WÊ XERAB BE’
 
Alî Bîçer jî da zanîn ku armanca şerê li dijî başûrê Kurdistanê qetilkirana kurdan e û wiha got: “Heya şer berdewam bike tu carî ev krîza aborî jî çareser nabe. Şer û kuştin ne çareserî ye û em aştiyê dixwazin. Alîkariya ku mala Barzanî bi Tirkiyeyê  re dikin pirr şaş e. Heke Barzanî kurd be, xwîna wî paqij be divê dev ji wê alîkariyê berde.”
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN BERÊ HER KESÎ LI KURDAN E’ 
 
Şahîn Yûrter jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn çi diqewime her kes berê xwe dide kurdan û got: “Ev şer bandoreke pirr mezin li ser aboriyê dike. Dema ku ev şer bê sekinandin hemû kes wê ji aliyê aboriyê ve bêhnekî bistîne.”
 

Sernavên din

24/08/2024
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû
13:43 Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye
12:35 Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin
12:34 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mawatê bombebaran kirin
10:48 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin