Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn

  • rojane
  • 11:01 24 Tebax 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. Li Êlihê jî li aqûbeta Abdurrahîm Demîr hat pirsîn. Li Colemêrgê jî li faîlên Abdûlrezak Erdogan hat pirsîn. 

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 811’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
‘DESTHILATDARIYÊ ÇAV Û GUHÊ XWE GIRTIYE ‘
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di destpêka çalakiyê de axivî û got: “Meha tebaxê û sal 2024 e, em li vir hê jî dibêjin windayên me hene û dixwazin aqûbeta windayan bê lêkolînkirin. Lê em bi desthilatdariyek ku çav û guhê xwe li daxwazan girtiye re rû bir û ne. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.” 
 
Piştî axaftina Yilmaz, vê hefteyê serpêhatiya Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de li Şirnexê dema ji kar vedigeriya, hat binçavkirin û carek din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin. 
 
SERPÊHATIYA MEHMET ERTAK 
 
Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Mehmet Ertak xwend. Elçî diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertak ê 32 salî li gundê Rezuk ê bi ser Şirnexê ve dijiya û wiha got: “Mehmet Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lêhatibûn kirin. Ertak di 18’ê tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên binçavkirina Ertak tên girtin. Lê dema ku malbat serî li midûriyetê dide, ji malbatê re tê gotin ku Mehmet Ertak ne di binçavan de ye.” 
 
ENDAMÊN JÎTEMÊ QALA HER TIŞTÎ DIKIN 
 
Berfîn Elçî got tevî ku endam û rêveberên JÎTEM’ê li xwe mikûr tên û dibêjin ku Mehmet Ertak ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve hatiye kuştin jî lê ev 32 sal in agah3i ji Mehmet Ertak nayê girtin û cenazeyê wî jî nehatiye dîtin. 
 
DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM DIKE JÎ LÊ DÎSA NAYÊ DÎTIN 
 
Elçî bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha got: “Bavê Ertak, Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Ertak nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bêencam dimînin. Dûre malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê binçavkirin bi miameleya xerab re rû bi rû dimîne û tê îşkencekirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikûmet û dewleta Tirkiyeyê nîşan dide û Tirkiyeyê mehkûm dike”. 
 
Piştî xwendina serpêhatiya windakirinê ji bo bîranîna Mehmet Ertak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 647’emîn de çalakî li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê vê hefteyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Qosera Mêrdînê diçû Edeneyê hat revandin û tu agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Reşît Çetînkaya metna serpêhatiya windakirina Demîr xwend. 
 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 137’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Aktivîstên mafên mirovan, malbata Erdogan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Aktivîstên mafên mirovan vê hefteyê li faîl ango kujerên Abdûlrezak Erdogan ê ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû qetilkirin, pirsîn.
 
‘FAÎLAN CIL Û BERGÊN HERÊMÎ LI XWE DIKIRIN’
 
Metna daxuniyê Rêvebera ÎHD’ê Pinar Yilmaz xwend. Yilmaz di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Şemzînanê ‘bajarê pêkanînên taybet’ hema bêje ne mimkûn e ku meriv behsa rêgezên qanûnî bike. Yilmaz da zanîn ku tam di rewşeke wiha de Abdulrezak Erdogan di mala xwe de hat qetilkirin û kiryarê ku hemû gund wî nas dikir, hat parastin. Yilmaz axaftina xwe wiha domand: “Yek ji bersûcên êrişa bombeyî ya 9'ê Mijdara 2005'an a li Pirtûkxaneya Umut a Şemzînanê Alî Kaya, gelek caran Erdogan li cem xizmên wî tehdîk dikir. Di 16'ê tîrmeha 1999'an de komek bi cil û bergên herêmî nîvê şevê hatin gund. Komê axaftinên wekî 'em ê ji vir herin, ev mal e, baş lê binêre' kirin û hatin mala Abdulrezak Erdogan. Xanî ji axê û yek qat bû û ode jî nêzî erdê bûn. Şevê derdora saet 02:00’an de Abdulrezak Erdogan, ferq kir ku li derdora malê rewşek heye, perdeya li kêleka rakir. Wê demê kesên li ber pencereyê bi 7 guleyan Erdogan qetil kirin. Dema ku malbata Erdoganê ku di nav nivînên wî de di nava xwînê de mabû ber bi derî ve zivirî, kesên bi cil û bergên herêmî, lê çîzmeyên leşkerî li lingan bûn hewl dan birevin.”
 
‘TI LÊPIRSÎN NEHATIN DESTPÊKIRIN’
 
Yilmaz anî ziman ku hemû gundî rabûn ser piyan û kesên direvin teşhîs kirin. Yilmaz diyar kir ku tevî ku ambûlans û rayedar hatin agahdarkirin jî, danê sibehê saet di 6'an de cendirme hatin malê û got: “Hemû qalikên guleyan li erdê hatin komkirin, cenaze bi hinceta dê otopsî bê kirin ji malê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Cenaze bêyî ku otopsî lê bê kirin radestî malbatê hate kirin. Piştre timûtim peyamên gefxwarinê dihatin malê. Di peyamê de wiha dihat gotin, 'Vê bûyerê bigirin, heke kesek bixwaze yan jî lêkolîn bike dê weke Ebdulrezak biqede’. Ji bo Abdulrezak Erdogan ê ku di mala xwe de bi 7 guleyan hat qetilkirin, ti lêpirsîna edlî nehat kirin, bi malbata wî re hevdîtin nehat kirin, ji kesî nehat pirsîn ka kê kiriye û tu carî doz nehat vekirin.”
 
‘PEYWIRA ME TÊKOŞÎN E’
 
Herî dawî xalê Ebdulrezak Erdogan Seferî Yilmaz axivî û da zanîn ku dewletê li Kurdistanê kesên mûxelîf bi awayekî ‘kiryar nediyar’ qetil kiriye. Yilmaz diyar kir ku xwarziyê wî Abdulrezak Erdogan ku mirovekî bêguneh bû, jî bi vî awayî hatiye qetilkirin û wiha got: “Heke cînayetek normal ba, niha vê dewletê 40 caran kiryar derxistibûn holê. Lê mixabin tevî hemû delîlan jî ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Weke hemû cînayetên din ên ‘Kiryar nediyar’ dosyaya xwarzayê min jî rakirin refên tozgirtî. Peywira me jî ji bo derxistina rastiyan têkoşîn e.” 
 
Piştî daxuyaniyê deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

29/08/2024
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin