Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin

  • rojane
  • 11:46 24 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Rojnamevanên bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyê dan, wiha gotin: “Ji qetilkirina rojnamevanên kurd ne tenê SÎHA berpirsyar in. Hemû hevkarên Zebta Mutebeqatê ya ev ‘meşrûiyete’ dane wan ji vê cînayetê berpirsyar in.”
 
Balafirên şer ên dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê ye di nav de 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
 
Balkêş e ku piştî mûtebeqata ku dewleta tirk bi rêya PDK’ê di 15’ê tebaxê de bi hikumeta Iraqê re îmze kir, êrişên li dijî herêmê zêdetir bûn. Kedkarên Çapmeniya Azad û hevalên xebatkarên rojnamevanên hatin qetilkirin êriş şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî ji êrişan re bingehekê ava dike. 
 
MEDÛSA: JI HEWARÊ HETA NIHA ÊRIŞ DIDOMIN 
 
Rojnamevan Berîtan Medûsa, ya beriya niha bi rojnamevan Gulistan Tara ya hate qetilkirin re xebitî, bi lêv kir ku dewleta tirk ji berê ve her tim rojnamevanên ku rastiyan derdixînin holê hedef digire û wiha got: “Ji Kovara Hewarê heta niha rojnamevanên kurd het tim bûn hedef. Kevneşopiya Çapemeniya Azad her tim di bin êrişan de bû û di demên dawî de ev êriş zêde bûn. Dewleta tirk a beriya niha bi kiryarên nediyar rojnamevan qetil dikir, îro li ber çavê hemû cîhanê vê yekê dike. PDK jî bi heman awayî kedkarên çapemeniyê dike hedef, digire û qetil dike. Heke dewleteke din bê başûrê Kurdistanê mirovan bikuje, bigire û îşkence bike tê wê wateyê ku ew der dagir kiriye.”
 
‘EM Ê PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEHÊLIN’ 
 
Medûsa, da zanîn ku xebata bi Tarayê re rûmeteke mezin bû û ev tişt got: “Rojnamevanî karekî bi gelekî stres e. Dibe ku em her tim bi bûyerên xerab re rûbirû bimînin. Lê tevî vê heval Gulistan ji mutewazîbûn û rûkeniya xwe tawîz neda. Çûbûya ku derê bila biçûya ji derxistina holê ya rastiyan ne ditirsiya. Hevala Gulistan hêz dida herkesê ku hêz dida wê. Îro jî weke peyhatiyên wê em ê zêdetir bixebitin û pênûsê wê li erdê nehêlin.”
 
FIRAT: BINGEHA MUTEBEQATÊ JI TIRKIYEYÊ RE ZEMÎN E
 
Rojnamevan û nivîskar Seydî Firat anî ziman ku rojnamevan bi awayekî hovane tên qetilkirin û da zanîn ku ev êriş bi mutebeqata di navbera Bexda, Enqere û PDK’ê de re rast e rast eleqedar e. Firat, wiha domand: “Bingeha mutebeqata hevpar zemînekê dide Tirkiyeyê ku her cur nebaşiyê bike û rê didê. Di xwîna rojnamevanên tên qetilkirin de destê Iraq û PDK’ê û piştgiriya wan heye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê di çarçoveya derfetên ku hêzên kurewî û herêmî didinê de rojê 24 saetan êrişî gelê kurd, sazî û xezaya wî dike. Desthilata AKP’ê û MHP’ê qirkirin û komkujiyeke ku Îsraîl li gelê Filistînê dike, li vî eniya Rojhilata Navîn li dijî gelê kurd xistiye meriyetê.”
 
MERWAN: PDK SÛCÎ MEŞRÛ DIKE
 
Rojnamevan Cahît Mervan bi bîr xist ku dewleta tirk demekî dirêj e sûcê şer dike û wiha got: “Dewleta tirk ji berê ve ji hemû sûcên kirî re di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ hem li hundir hem li derve xwest van sûcan meşrû bike. Ji bo vê yekê hema bêje hemû tiştên xwe danîn holê. Li her deriyê lê xist bazara vê yekê kir. Ev cînayeta dawî ya piştî ‘Zebta Mutebeqata’ Enqere-Bexdayê hat, ji tesadüfe zêdetir bi ‘rewakirinê’ ve eleqedar e. Dewleta tirk difikire ku bi vê ‘Zebta Mûtabakatê’ xwediyê mafê sûc kirinê yê bê sînor e. Ji ber vê yekê ji qetilkirina rojnamevanên kurd ne tenê SÎHA berpirsyar in. Hemû hevkarên Zebta Mutebeqatê ya ev ‘meşrûiyete’ dane wan ji vê cînayetê berpirsyar in. Ya ku xeternaktir û cihê şermê jî helwesta PDK’ê ye. Dema ku dûman li ser cenazeyên hevalên me bilind dibû, rêxistina bi navê ‘Dijterora Kurdistanê’ ya navê pîroz ê Kurdistanê qirêj dike serî li dezenformasyonê da û ji kêliya destpêkê ve hewl da sûcî rewa bike.”
 
IŞIK: BÊDENGÎ ŞIRÎKATIYA SÛC E
 
Rojnamevan Fehîm Işik jî da zanîn ku salên dûr û dirêj in Tirkiye li Herêma Kurdistanê cînayetan pêk tîne û got: “Di encama stratejiya Tirkiyeyê ya bi PDK û Bexdayê re, qetlîma li Herêma Kurdistanê pêk tên. Tenê ne destê Tirkiyeyê destê PDK’ê û Bexdayê jî di xwîna hevalên me rojnamevan de heye. Divê kes li ber vê bêbextiyê bêdeng nemîne. Bêdengî şirîkatiya sûc e.” 
 
AVESTA: ÊRIŞ PARÇEYEK PLANA ENQERE Û BEXDAYÊ NE 
 
Edîtora Jin TV rojnamevan Aysel Avesta jî diyar kir ku bi peymana Bexda û Enqereyê re di serî de Şengal li dijî her deverê konsepta şer xistine dewrê û got: “Êrişa li dijî hevalên me rojnamevan parçeyek plana Enqere û Bexdayê ye. Hedefgirtina rojnamevanan ne tesadufî ye. Ji bo ku êrişên xwe yên îmhayê pêk bînin, dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Ji bo em planên AKP, PDK’ê û hikûmeta Iraqê têk bibin û pûç bikin, em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe şehîd li erdê nehêlin.” 
 
GEWDA: DIVÊ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN 
 
Nûçegihanê rojnameya Ronahî Argeş Gewda jî got: “Êriş li dijî aştî û yekitiya gelê kurd e. Dewleta tirk bi xiyanet û hevkariya PDK’ê êrişên xwe didomîne. Tirkiye û PDK di êrişan de heman zimanî bikar tînin. Divê hemû saziyên navneteweyî yên medyayê li dijî van qetlîamên Tirkiyeyê biryar û helwestên tund bigire.” 
 
HESEN: ROJNAMEVAN DEMA LI SER KARÊ XWE NE DIBIN HEDEF 
 
Rêbaz Hesen ê ku li Herêma Kurdistanê rojnamevaniyê dike jî anî ziman ku ew rojnamevaniya heqîqetê dikin û wiha got: “Li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê hene. Rojnamevan jî li vir dagirkeriya Tirkiyeyê ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan dema ku wezîfeya xwe dikin jî dibin hedef. Dixwazin dengê rojnamevanan qut bikin û rastî negihîjin gel. Dixwazin gel jî bêdeng bibe. Ew çi jî bikin wê kedkarên Çapemeniya Azad rastiyan bigihînin gel.” 
 
KAYA: DIVÊ RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN 
 
Nûçegihanê rojnameya Ozgur Polîtîkayê Muhammed Kaya jî wiha axivî: “Tirkiye hem dikuje û qetil dike hem jî ji hesab nade. Ji ber ku raya giştî ya navneteweyî nerazîbûn û bertekek xurt nîşanî Tirkiyeyê nade. Mesela saziyên medyayê yên navneteweyî yên mîna IFJ û gelek saziyên din û her wiha saziyên mafên mirovan ên wek HRW, Rêxistina Efûyê, Oxfam Înternational li dijî êrişên dewleta tirk tu bertekê nîşan nadin.” 
 
OKTAY: EM Ê SÛCÊN WAN TEŞHÎR BIKIN 
 
Nûçegihana Medya Haber TV Meltem Oktay jî destnîşan kir ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn lêgerînênerên heqîqetê û çi dibe bila bibe ew ê polîtîkayên PDK’ê û AKP’ê teşhîr bikin û ji hemû dinyayê re ragihînin. Oktay got divê hemû saziyên navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê dawî li bêdengiya xwe bînin. 
 
‘DIVÊ HER KES RABE SER PÊYA’ 
 
Rojnamevan Şêro Ûrmiye jî diyar kir ku Tirkiye hebûna kurdan dike hedefa xwe û wiha got: “Divê li ber qetilkirina rojnamevanan her kes rabe ser pêya. PDK li dijî vê dernakeve. Hin organên medyaya li Başûr qetilkirina rojnamevanan wek, ‘PKK’yî hatin kuştin’ serwîs dikin. Ev PKK’yî bin jî mafê wan tune ye kes wisa êriş bike. Divê her kes hişmend û zanîn tevbigere. Iraq û PDK jî ji bo êrişan piştevaniyê dike.” 
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

29/08/2024
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin