Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 15:10 24 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê banga berdana girtiyên nexweş hat kirin û hat xwestin ku tavilê bên berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 648’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ya li Girtîgeha Tîpa L a Edîrneyê têr agirtin. 
 
Endama Komîyosna Girtîgehan Mukaddes Şamiloglû daxuyanî xwend û bi bîr xist ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Şamiloglû da zanîn ku rewşa Fadîme Çelebî her ku diçe girantir dibe, her tim sewqî nexweşxaneyâe tê kirin û xwest tavilê were berdan. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 291’an de çalakiya, “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. 
 
Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurmancî xwend. 
Gumuş da zan3in ku teşhîskirin, dermankirina çewt, biryarên alîgir/neyînî, helwestên kêfî, dermannekirina girtiya, derengmayînên raporên ATK'ê jiyana girtiyên nexweş dixe xetereyê. 
 
Gumuş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday ê 52 salî û got ew zewicî ye û çar zarokên wî hene. Gumuş bi bîr xist ku Kuday di 22'yê kanûna 2015'an de dema ku li Mêrdînê dikandarî dikir, bi îdiaya bûyerên Kobanê hat girtin û ewilî li Mêrdînê û Tekîrdagê hat ragirtin niha jî li Girtîgeha Metrîsê ye. 
 
REWŞA KUDAY GIRANTIR DIBE
 
Gumuş anî ziman ku her ku diçe rewşa Kuday nebaş dibe û daketiye 41 kîloyan, dest û lingên wî qels bûne û tenê dikare bêhna xwe bide û bistîne û got: “Kuday bi girtiyên nexweş Serdar Yildirim û Ergîn Aktaş re dimîne. Ji bo van her sê girtiyan jî ATK'ê ragihand ku ‘Nikarin li girtîgehê bimînin’ û ‘Bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin’. Li gel vê jî ji ber ‘rîska ewlekariya giştî’ nayên tehliyekirin. Her sê jî bi piştgiriya hev hewl didin bijîn.” 
 
Gumuş bal kişand ser rewşa Kuday û wiha got: “Em ji rayedaran dipirsin; Abdulkadîr Kuday ê ku bi tevahî di nav nivînan de ye, çawa dikare ewlehiya civakê xera bike? Kîjan sazî rê li ber berdana Kuday ku li gorî biryarên nexweşxane û ATK û lêkolînên zanistî nikare di girtîgehê de bimîne, digire? Gelek girtiyên nexweş ên weke Abdulkadîr Kuday hene. Bi mirinê re rû bi rû ne. Yê ku dê di girtîgehê de bibe sedema mirina wan; ATK, dozgerên înfazê, Wezareta Dadê û herî dawî jî Serokkommarî ye. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe pêk bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li ser rewşa girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin. Ev berpirsiyariyeke exlaqî û wijdanî ye.” 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 520’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Muharrem Cankiliç ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin. 
 
LI BER MIRINÊ YE
 
Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku Muharrem Cankiliç ji ber dilê xwe emeliyat bûye û tevî ku bijîşkan gotiye ku her kêlî dibe krîza dil lê bide û heke vê carê krîza dil lê bide wê rê li ber sedemên giran veke jî nayê berdan. Çevîrmen da zanîn ku ne pêkan e ku li girtîgehê tedawiya Cankiliç bê kirin û xwest tavilê were berdan. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/08/2024
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin