Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di meşa 1’ê Îlonê ya li navçeya Silopiyayê de axivî, destnîşan kir ku daxwaza kurdan a azadî û wekheviyê heye û wiha got: “Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Mûxatab Îmrali ye.”

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîrozbahî hat lidarxistin û piştî pîrozbahiyê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meş hat destpêkirin. Meş, bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê tê lidarxistin. Meş, li Taxa Kizirê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayndir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û bi hezaran welatî tev li bûn. 
 
Di meşê de pankarta “Li hemberî şer aştî, li hemberî tecrîdê têkoşîn, li hemberî dagirkeriyê berwxedan” û dovîzên “Bimre îxanet bijî Kurdistan”,  “Jin, jiyan, azadî” û “Têkoşîna jinê li her derê ye” hatin hilgirtin.
 
‘GELÊ KURD AŞTÎ, AZADÎ Û WEKHEVIYÊ DIXWAZE’ 
 
Piştî pîrozbahiyê, ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meş hate destpêkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di daxuyaniya piştî meşê hate lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku her qada herêma Botanê 40 sal in qadên şer in. Bayindir anî ziman ku gelê kurd bi daxwaza aştî, azadî û wekheviyê têdikoşin û wiha got: “Em ji ber vê li cihê ku şer lê diqewime ne. Em ji vir banga aştî û azadiyê dikin. Li Kurdistanê û cîhanê rengê şer li gelan tê ferzkirin. Lê em li dijî rengê şer, rengê spî yê aştiyê, azadiyê û aştiyê diparêzin.”
 
Bayindir, bal kişand ku desthilat niha qala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikin û wiha berdewam kir: “Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in qala vê dike. Dibêje ku heke desthilat li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo çareseriyê hewl nedin dê Rojhilata Navîn bibe dojeh. Îro jî desthilatan ev der veguherandine qada şer û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê. Gelê kurd 40 sal in têkoşîneke mezin dide. Ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêya wekhevî, aştî û azadiyê nîşan dide. Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedhezaran têkoşîna aştî û azadiyê didin.”
 
‘OCALAN JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ RE PÊŞENGTIYÊ DIKE’  
 
Bayindir, bal kişand ku hêzên hegemon li gelan şer ferz dikin û ev tişt gotin: “Mirin û talanê ferz dikin. Lê li hemû cîhanê tenê Serokek heye ku ji têkoşîna aştiyê re pêşengtiyê dike. Ew jî birêz Abdullah Ocalan e. 25 sal in ji bo aştiyeke birûmet, ji bo aştî û azadiya gelê kurd hewl dide. Lê em li vê meydanê dibînin ku li dijî daxwaza aştî û azadiyê şer di dewrê de ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji aştiyê re asteng e.” 
 
Bayindir ê got ku “Di lênûska zalim û dagirkeran de çareserî nîne” wiha domand: “Lê bi milyonan kes mirovatiyê diparêzin. Ji ber vê yekê em dibêjin çareserî, azadî, aştî û wekhevî. Li dijî vê daxwazê tu desthilat nikarin bisekinin. Her çiqas bibin asteng bila bibin, ya ku serbikeve dê bibe daxwaza aştî û azadiyê. Ji ber vê yekê ev polîtîkayên tecrîdê yên vê desthilatê dê sernekevin. Gelê kurd bi têkoşîna xwe mûxatab û rê nîşan dide. Rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mûxatab jî Îmrali ye. Heta ku ev tecrîd bê rakirin em ê têkoşînê li her qadê bilind bikin.”
 
BERTEKA LI DIJÎ PDK’Ê 
 
Bayindir, ê bertek nîşanî PDK’ê ku di êrişên li Herêma Kurdistana Federe de bi Tirkiyeyê re tevdigere da axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevkarên vî şerî hene. Hevkarê wan jî PDK ya li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê hevkariyê bi hezaran qehremanên gelê kurd hatin qetilkirin. 2 rojnamevanên jin ên kurd hatin qetilkirin. Ciwanekî ji başûrê Kurdistanê duh li Stenbolê hate qetilkirin. Baş bizanin ku kurdên birûmet li Stenbolê jî li Herêma Kurdistana Federe jî tên qetilkirin. Kesên rê li ber van komkujiyan vedikin hevkarên vî şerî ne. Em bang li gelê me  yê li başûrê Kurdistanê dikin: PDK hevkarê vê xiyanetê ye. Ji ber vê yekê berpirsyarî li ser milê we ye, li ser milê we hemûyan e. Ev bar li ser milê me hemûyan e.”
 
 

Sernavên din

30/09/2024
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’