Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin

  • rojane
  • 11:05 19 Îlon 2024
  • |
img

RIHA - Malbatên ku xizmên xwe yên di girtîgehên dûr de ne nabînin, diyar kirin ku tecrîda li ser kesên li derve zêdetir bûye û banga "piştevaniya civakî" kirin.

 
Polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan didomin. Li hemû girtîgehan gelek binpêkirin wekî qedexekirina hevdîtin û ragihandinê, şewitandina înfazê, tundî, cezayên hucreyên yekkesî, xwegihandina mafên tenduristiyê û civakî pêk tên. Binpêkirinên herî giran li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin pêk tên. Ji Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin.
 
Malbat jî bandorê ji polîtîkayên tecrîdê yên li ser xizmên xwe yên girtî digirin. Hin malbat bi salan e nikarin biçin serdana xizmên xwe yên li girtîgehên dûr. 
 
MALBAT JÎ TÊN TECRÎDKIRIN!
 
Malbata Ethem Goktûrk ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Yozgatê girtî ye û li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dijî jî di rewşeke bi heman rengî de ye. Gokturk di sala 2018'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin û 12 rojan rastî tundiyê hat. Piştî 12 rojan der barê Gokturk de bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "alîkarîya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. 
 
Di rûniştina biryarê de ku di Cotmeha 2022’yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Rihayê hat lidarxistin, 24 sal cezayê girtîgehê li Gokturk hat birîn. Îtirazên hatin kirin tu encam nedan. Di 27'ê Hezîranê de Dadgeha Bilind cezayê birî erê kir. Piştî vê parêzerên Goktur serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn. 
 
Xwişka Gokturk Zelîha Goktürkê anî ziman ku birayê wê li girtîgeheke dûrî wan tê girtin û ev rewş bandoreke neyînî li wan kiriye. Gokturk anî ziman ku 3 mehan carekê ancax dikarin biçin cem wî û ji sala 2018'an û vir ve di rêyan de diçin û tên û wiha got: "Em di rojên serdanê de xemgîn dibin. Hûn diçin wî dibînin lê nikarin wî bi xwe re bînin. Em birayê xwe di navbera 4 dîwaran de asêkirî dibînin. Û ji ber ku dûr e em nikarin her meh biçin. Dema hevdîtinê jî 40 deqe ye. Ma wê mirov di demeke wiha de karibe çi biaxive. Hin malbat hene nikarin biçin hevdîtinê jî. Ji lew re kesên malbatên wan li Şirnex an jî Amedê hene. Ew ancax salê carekê dikarin biçin." 
 
Gokturk bilêv kir ku birayê wê di dema hevdîtinê de tim îşaret bi tecrîdê dike û got: "Rewşa me jı ya we baştır e. Jı lew re hün dı bın zextan de ne. Belê, em jî di bin zextan de ne, lê em nahêlin em bên eciqandin. Ên di tecrîdê de hûn in. Heya hûn deng dernexin hûn ê bên eciqandin. Qet nebe em li vir dikarin deng derxin." 
 
Gokturk destnîşan kir ku tecrîda ku birayê wî destnîşan dike bandorê li jiyana kesên li derve jî dike û wiha got: "Mirov ditirsin nanê wan ji dest wna biçe. Tahde li gel tê kirin. Hin kes jî xwe li bêdengiyê datînin. Lê nizanin ya tê kirin bandorê li wan jî dike. Mesela ciwan daxilî nava tiryakê dibin." 
 
Gokturk anî ziman ku yên li derve ji girtiyan bêtir tên tecrîdkirin û bang kir ku divê li dijî vê piştevaniya civakî bê xurtkirin. 
 
9 SAL IN ZAROKÊN XWE NEDÎTINE
 
Malbata Şahîn a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî yek ji wan malbatan e ku bi heman awayî tên tecrîdkirin. Nîhat Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî, di sala 1995'an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin. Şahîn li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn.
 
Birayê wî Ekrem Şahîn diyar kir ku birayê wî ji sala 2015'an û vir ve li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye û got: "Dê û bavê min 9 sal in ji ber nexweşiya xwe nikarin biçin cem wî. Tevî ku me der barê nexweşiya Parkînsonê ya dayik û bavê xwe de agahî dan jî, daxwaza me ya sewqê pêk nehat. Ji bo em biçin girtîgehê pêşî em diçin Stenbolê û paşê diçin Tekirdagê. Derfeteke me ya ku em rasterast biçin tune ye. Bi vî awayî malbat jî tên cezakirin. Hê jî parçeyên şarapnelê di laşê birayê min de ne û wisa tê dermankirin. Jixwe temenê wî mezin bûye û 29 sal in di girtîgehê de ye." 
 
Şahîn diyar kir ku tecrîda li ser girtiyan bi atmosfera siyasî ve girêdayî ye û got ku ev polîtîka bi taybet piştî bidawîbûna "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015'an de hîn kûrtir bûye. Şahîn got: "Gelek pêkanînên wekî rakirina hevdîtinên di navbera qawîşan û çalakiyên werzîşê de hene. Hûn nikarin rasterast pere razînin. Berê di nava şert û mercên xerab de hevgirtin hebû. Lê ji ber tecrîdê nikarin vê bikin. Erê, cezakirin dibe, lê tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."
 
Şahîn destnîşan kir ku divê raya giştî li hemberî vê hesas be û bide dû mafên xwe yên rewa. 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

17/10/2024
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN