Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’

  • rojane
  • 14:54 13 Cotmeh 2024
  • |
img
 
ENQERE - Tehliyeya girtî Dijwar Nesrî Îsmaîl 3 sal in tê astengkirin. Di biryara têkildarî taloqkirina tehliyeya Îsmaîl de “dîrok” tune bû. Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmeya têkildarî mijarê û ji bo nebûna dîrokê got “Rast nîne.” 
 
Dijwar Nesrî Îsmaîl li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Îsmaîl, di 28’ê tebaxa 2021’ê de cezayê xwe yê 30 salan temam kir lê ev sê sal in tehliyeya wî bi hincetên cuda tê astengkirin. Ji ber ku nikare destekî xwe bi kar bîne, Îsmaîl nikare bi tena serê xwe bijî. Îsmaîl, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de jî cih digire. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû di 11’ê kanûna 2023’yan de mijar xist rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Gergerlîoglû, di pêşnûmeyê de cih da nameya Îsmaîl ji wî re şandiye. Îsmaîl, di nameyê de got ku malbata wî dûr e lewma ev 33 sal in nikare pê re hevdîtinê bike. Îsmaîl, wiha domand: “Min gelek caran xwest ku sewqî Amedê yan jî cihekî nêzî wê derê bêm kirin lê ev daxwaza min hate redkirin. Ez ji we re biryara dirêjkirina cezayê min dişînim. Di biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê de ku me li dijî biryara dadgeriya înfazê îtîraz lê kiribû de dîrok jî tune ye.” 
 
PÊŞNÛMEPIRSA GERGERLÎOGLÛ 
 
Li ser vê yekê Gergerlîoglû ev pirs ji Tunç kir: 
 
“* Tevî ku cezayê Îsmaîl xelas bûye jî gelo rast e ku 2 sal û nîvin nayê berdan? Heke ev îdiaye rast be, ev hikûmxwar bi kîjan sedemê nayê tehliyekirin? 
 
*Hikûmxwarî ji min re belgeyek şandiye û di dîroka biryara dadgeha cezayên giran a girêdayî wezareta we de dîrok tune ye. Gelo ma ev ne nîşaneya wê ye ku ev biryar bi lez û bez û bi keyfî hatiye dayin? 
 
* Sedema redkirina daxwaza sewqkirinê ya Îsmaîl çima her carê tê astengkirin? 
 
* Di nava 10 salan de derheqê lijneyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan de çend gilî ji bo we hatine kirin?”
 
WEZÎR TUNÇ BERSIV DA
 
Wezîr Tunç di 5’ê îlonê de bersiva pêşnûmeyê da û îdia red kir. Di bersivê bal kişand ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê ya derheqê Îsmaîl de ku dibêje “berdana wî guncav nîne.” Di bersivê de hate diyarkirin ku biryara ÎGK’ê ya bi dîroka 6’ê adara 2024’an ji hêla Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayên Giran ve hatiye kontrolkirin û teqez bûye. Bi domdarî hat gotin ku Îsmaîl ji ber cezayên disiplînê û “nebaşhaliyê” nikare daxwaza sewqê bike û daxwaza wî jî ji ber tunebûna kapasîteya girtîgehan nehatiye qebûlkirin. 
 
Di berdewamê de hate îdiakirin ku li saziyê hemû karûbar û kirarî li gorî hukmên mewzûatê hatine kirin û wiha hate gotin: “Îdiayên di pêşnûmepirsê de rast nînin.” Di biryara derhiqûqî ya 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê de dîrok tune bû û lê wezaretê ev îdia jî red kir. 
 

Sernavên din

11/11/2024
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:21 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire