Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e

  • rojane
  • 10:03 24 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, diyar kir ku gotina Devlet Bahçelî ya têkildarî “mafê hêviyê” ya li Meclisê girîng e û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû aktor di nava pêvajoyê de cih bigirin. 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di axaxftina xwe ya roja sêşemê ya li Meclisê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û piştî 43 mehan duh pê re hevdîtin hate kirin qebûl kir. Bahçelî li Meclisê wiha got: “Heke tecrîd rabe bila were li Meclisê di Koma DEM Partiyê de biaxive. Bila bibêje ku teror bitemamî xelas bûye û rêxistin hatiye fesixkirin. Heke vê vînê nîşan bide bila heta dawiyê pêşî li sererastkirina qanûnan a têkildarî bikaranîna mafê hêviyê bê vekirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê bigihe DEM’ê.” Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya 10 salan biryar dabû ku “Mafê Hêviyê” yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. 
 
Piştî axaftina Bahçelî “Mafê Hêviyê” dîsa bû rojev. Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç têkildarî meseleya “Mafê Hêviyê” nirxandin kirin. 
 
MAFÊ HÊVIYÊ ÇI YE? 
 
Guleç, bal kişand ku di siyasetê de merheleya yekemîn a pêvajoyeke nû pêk tê û diyar kir ku girîng e Bahçelî di civîna komê ya roja sêşemê de bal kişand ser “Mafê Hêviyê” û qala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Guleç, wiha domand: “Ev yek li gorî me gelekî girîng e. Mafê Hêviyê bi rastî jî hêviya kesekî ku di girtîgehê de ye ji bo derketina derve hildigire. Li gorî Qanûna Înfazê 30-36 sal cezayên muebedê û cezayên muebedê yên giran hene. Ji ber sûcên ku li dijî hin xalên Destûra Bingehîn û ewlekariya dewletê hatine kirin, yên cezayê muebedê yê giran distînin, heta ku dawî li jiyana xwe bînin li girtîgehê dimînin. Bi gotineke din, li gorî vê qanûnê, derfet nîne ku mirovek ji ber sûcên li dijî dewletê ji girtîgehê bê berdan.”
 
‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’ 
 
Guleç, qala biryarên DMME’yê yên têkildarî “Mafê Hêviyê” û “Mafê Jiyanê” kir û anî ziman ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hev re hatine nirxandin û destnîşan kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Guleç, bi lêv kir ku di biryarên Ocalan-Tirkiye, Kaytan-Tirkiyeyê de ev hene û wiha domand: “Gelek girîng e ku Devlet Bahçelî îşaret bi vê yekê dike. Bilêvkirina serokê giştî yê partiyekî ya binpêkirineke ku DMME’yê tespîtkiriye baş e. Pirsgirêka kurd heta niha her tim bi tedbîrên ewlehiyê û tundiyê hate xwestin bê çareserkirin. Ev yek dikare bibe gavek ji bo bidawîbûna vê polîtîkayê û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane. Ez weke serokê baroyê, hiqûqnasekî û şexsekî piştgiriya vê pêvajoyê dikim. Biryareke rakirina qanûna ku mafê hêviyê ji holê radike heye. Ev bangeke têkildarî wê ye. Heke biryareke ku rast e rast ji bo berdanê dihate dayîn hebûya, dibe ku cezayên gelekî giran li rojeva konseye bihata birîn. Li gorî normên hiqûqê yên gerdûnî ‘mafê heviyê’ mafekî girîng e. DMME’yê jî ji bo birêz Ocalan ev biryare daye. Bilêvkirina birêz Devlet Bahçelî ya vê  yekê gelekî girîng e.”
 
HÊJ BERSIV NEHATINE DAYÎN 
 
Guleç, diyar kir ku ji serlêdanên ku Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) û Wezareta Dadê dane re bersivek nehatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînên li derveyî hiqûqê hene. Mafê malbatê yê hevdîtinê heye lê nahêlin malbatên girtiyên li Îmraliyê vî mafê xwe bikarbînin. Mafê hevdîtinê yê parêzer heye lê mixabin ji wî mafê xwe jî bêpar in. Gelek mafên weke van hene û her tim tiştek hincet tê nîşandan û ew hevdîtin pêk nayê. Berê bi hinceta ‘koster xerabe ye’ niha jî bi hinceta ‘cezayên dîsiplînê’ zêdetirî 4 salan e girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk neanîne. Hêvî dikim ku piştî axaftinên duh tecrîd ji holê rabe. Bi guhertina polîtîkayên li Îmraliyê tên pêkanîn re polîtîkayên ku ji aştiya civakî û navîn a Tirkiyeyê re xizmetê bike bikevin dewrê. Em weke Baroya Amedê amade ne ku tişta dikeve berê me pêk bînin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ AKTOR TEV LI PÊVAJOYÊ BÊN KIRIN’ 
 
Guleç, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hemû aktor tev li pêvajoya heyî bên kirin û da zanîn ku heke ev yek neyê kirin îhtîmala ku pêvajo were qutkirin heye. Guleç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ewilî fikra hemû beşên civakî bê wergirtin. Her wiha divê derfet ji aktoran re bê dayîn ku bi hêsanî daxwaz û çareseriyên xwe yên têkildarî pirsgirêkê pêşkeş bikin. Destûra bingehîn a nû jî tê nîqaşkirin. Divê hemû partî û komên siyasî yên di nava Meclisê û derveyî wê de roleke aktîf bilîzin. Divê hemû aktor ji aliyê qanûnî ve bên ewlekirin. Divê bergiriyên hiqûqî bên wergirtin û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

26/11/2024
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’