Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?

  • rojane
  • 15:07 24 Cotmeh 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye. Gelo dewlet jî ji bo rakirina tecrîdê, avakirina bingeha çareseriya demokratîk a meseleya kurd û avakirina bingeheke hiqûqî û siyasî amade ye? Dor dora kesên ev bang kirin û yên xwedî lê derketin e.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyê da. Dogan, behsa êrişa li dijî TUSAŞ’ê kir û bal kişand ser daxuyaniya MYK’a DEM Partiyê. Dogan, diyar kir ku divê her kes ji her demê bêhtir xwedî li aştiyê derkeve. Dogan, daxuyaniyên MYK’ê yên têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got: “Em bang li hemû aliyan dikin ku zêdetir li ser guftûgo û rêyên çareseriya aştiyane bisekinin.” 
 
‘PÊKAN E KU RÊYEKE NÛ WERE VEKIRIN’
 
Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Di serdemeke ku li ser çareseriyê tê axaftin û bingeha guftûgoyê ava bûyî de berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên Tirkiyeyê. Em, geşedanên heyî bi baldariyeke zêde bi we re parve dikin û ji bilî vê tu daxuyanî û şîrove DEM Partiyê eleqedar nakin. Bi sala ye ji ber van rêbazan windahiyên mezin ên canî û aborî tên jiyîn. Em dikarin pêşî li vê rewşê bigirin. Vekirina rêyeke nû pêkan e. 
 
Weke DEM Partiyê em careke din bang dikin; werin em bi hev re vê rêya nû vekin. Bi sala ye pirsgirêka kurd tune hate hesibandin, hate înkarkirin û weke pirsgirêkeke ewlehiyê hate nirxandin. Hewl dan bi taktîk û planên têkbirinê çareser bikin. Lê pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke mirovahiyê li pêşberî me disekine. Di rojên dawî de bû yek ji rojevên herî girîng a Tirkiyeyê. 
 
BI MILYONAN KES DIBÊJE ‘OCALAN ÎRADEYA MIN E’ 
 
Bi roja ye tê nîqaşkirin û piştî 1’ê cotmehê dîsa ev pirs tê kirin; çima Ocalan? Weke DEM Partiyê em careke din bersivê bidin; ji ber ku em qala kesekê emrê xwe ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd derbas kirî dikin. 25 sal in di girtîgeha giravê de tê ragirtin. 44 meh in di tecrîdeke giran de ye û tu agahî jê nayên girtin. Bi milyonan kes dibêjin; ‘îradeya min e.’ Em qala rêberekî wiha dikin. 
 
PIŞTGIRIYEKE SÎNOR DERBAS KIRΠ
 
Her wiha ev piştgirî ne tenê bi Tirkiye û kurdan re bisînor e. Em qala piştgiriyeke sînor derbas kirin dikin. Em qala aktorekê ku di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya Rojhilata Navîn dê gelek sûdewer be dikin. Ji ber tecrîdê û astengkirina hevdîtinan, ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibin. Ji bo van pirsgirêkan xwedî fikr û projeyên baş e. Di demên berê de Tirkiye bi xwe jî bû şahidê vê rastiyê. 
 
Birêz Ocalan, ji salên 90’î heta niha li ber aştiyeke mayinde û rasteqîn digere. Lewma jî rola ku ew ê di çareseriya demokratîk a meseleya kurd de bilîze, înîsiyatîf û berpirsyartiya ku dê li xwe bigire jiyanî ye. Me ne piştî 1’ê cotmehê, em ji destpêkê heta niha her tim wisa dibêjin. Ji bo vê jî me bedel da.” 
 
‘OCALAN AMADE YE LÊ DEWLET?’
 
Dogan, bal kişand ser agahiyên Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re parve kirî û wiha domand: “Peyameke ji 3 rêzik û 3 hevokan pêk tê ye lê di hundirê xwe de gelek peyaman dihewîne. Ya yekemîn; ew bi xwe dibêje ku tecrîd hêj didome. Ya duyemîn; dibêje ku heke şert û merc bên avakirin, ew xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku pêvajoya pevçûn û tundiyê veguhêze ser zemîneke hiqûqî û siyasî. Îmrali Amed ye, birêz Ocalan amade ye. Lê gelo dewlet amade ye? Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye ku mercên tecrîdê ji holê rake û bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û bingeha hiqûq û siyasî ava bike? Êdî dor dora kesên ev bang kirin û piştgirî dayin vê bangawaziyê ye. Êdî gotin carekê hate kirin, dem dema pratîkê ye. Gotineke ku êdî nema dikare were taloqkirin hate kirin. Gotinên girîng û krîtîk in. Lê divê berpirsyartiyên wê yên dîrokî jî bên cibîkirin. 
 
TENDURISTIYA BIRÊZ OCALAN BAŞ E
 
Divê micid nêzî çareseriya meseleya kurd bibin. Divê ji pêvajoyên berê ders bên girtin. Birêz Ocalan şert û mercên giran ên tecrîdê dibîne û dijî ku qala tecrîdê dike. Her wiha derheqê rewşa wî ya tenduristiyê de çendek gotinên spekûlatîf tên kirin. Weke berpirsyartiyeke dîrokî em bi raya giştî re bi eşkereyî dibêjin; rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan baş e. Ev spekûlasyonên tên kirin bi zanebûn tên kirin. Her wiha silav li her kesên pirsa wî dikin, di meseleya kurd de li benda gavavêtinê ne, yên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin û ji bo vê berpirsyartiyêl i xwe digirin kir. 
 
WEKE DEM PARTIYÊ EM AMADE NE
 
Di daxuyaniya xwe ya berê de jî me gotibû ku; heke daxwazeke we ya ji bo avakirina aştiya birûmet û adilane hebe; heke daxwazeke we ya ji bo vekirina rêyeke demokratîk a muzakere û guftûgoyê esas digire hebe; em dizanin ku ev şer zehmettir e. Lewma em pir bi baldarî nêzî van daxuyaniyan dibin. Em careke dibêjin; partiya me amade ye ku bi rêya têkoşînê û di çarçoveya çareseriya demokratîk de rol bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Ev mijar ji bo me pir zelal e. 
 
DIVÊ MIROV BI BERPIRSYARTÎ NÊZ BIBE
 
Em careke din vegerin meseleya aktoran... Me muxatabtiya birêz Ocalan bi we re parve kir. Em dizanin ev yek bê zanîn; ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û aştiyeke mayinde, tu aktorên di nava DEM Partiyê û li derveyî rû bi rû bimîne tune ye. Bila kesek ji bo vê keyfxweş nebe. Tevahiya aktorên di siyaseta kurd de; di pêvajoya çareseriyeke demokratîk a bi muxatabiya birêz Ocalan de amade ne ku li ser bingeha hiqûqî û siyasî bi berpirsyarî tevbigerin. Amade ne berpirsyartiya xwe nîşan bidin. 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN: EZ AMADE ME
 
Bila kesek nekeve nava bizavên ku weke di nava siyaseta kurd de dijberî hebe û aktorên cuda hebin. Bila qet keyfa xwe bi vê neyînin. Ji ber ku ji berê heta niha ev hewldan tevek vala derketin. Lewma jî hewcehî bi xerckirina enerjiya ji bo vê hewldanê nîne. Ez careke din dubare dikim; weke DEM Partiyê em dibêjin ku birêz Ocalan amade ye. Peyama xwe daye. Siyaseta demokratîk amade ye. Wê demê dem dema kesên ev bangawazî kirin û yên xwedî lê derketin e. Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer mezin dibe de, ji bo pirsgirêka kurd ji bilî guftûgo û muzakereyên demokratîk tu vebijêrkên din tune ne.” 
 

Sernavên din

30/11/2024
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in