Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike

  • rojane
  • 09:33 25 Cotmeh 2024
  • |

STENBOL - Ji endamên Şandeya Aqilmendan rojnameger Alî Bayramoglû diyar kir ku nîqaşên niha ji yên di navbera 2013-2015’an de pir cudatir in û ev tişt anî ziman: “Heke Ocalan bikare bi derve re pêwendiyan deyne, dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike.” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, piştî 43 mehan bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, têkildarî gotinên îktîdarê yên “pêvajoya nû” wiha got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.” 
 
Di serdemeke nîqaşên “Pêvajoya nû” tên domandin de yek ji endamên Şandeya Aqilmendan akademîsyen û rojnameger Alî Bayramoglû têkildarî geşedanên dawî axivî. 
 
DAXUYANIYÊN BAHÇELÎ
 
Bayramoglû, diyar kir ku daxuyaniyên Bahçelî ji hêla eniya neteweperest ve gavekî girîng e û wiha got: “Ji hêla naverokê ve pir girîng e. Ya yekemîn; ji hêviyeke Bahçelî zêdetir, hewldaneke dewleta tirk e ku Tifaqa Cumhur jî di nav de ye. Ya duyemîn; çiqas pêkan e ku Ocalan were Meclisê û biaxive lê ji hêla sembolîk ve gotineke xurt bû. Bangawazî ji hêla kesekî mîna Bahçelî ve hate kirin lewma ji hêla polîtîk û demokratîk ve biqîmet e. Ya sêyemîn jî hewldanek heye û gav bi gav ber bi pêvajoya çareseriyê ya duyemîn ve diçe. Dema mirov van geşedanan dide berhev, dikare bibêje ku stratejiyeke dewletê ye.” 
 
BANDORA GUHERÎNA HEVSENGIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN 
 
Bayramoglû, anî ziman ku nîqaşên heyî eleqeya xwe bi guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn re heye. Bayramoglû, ev nirxandin kir: “Di vê çarçoveyê de glek tevgerên navendî hene. Hêzên weke DYA, Îsraîl, Hamas, Hîzbullah, Îran û hwd. li qadê ne. Piştî guherîna hevsengiya Îran-Îsraîlê valahiyek çêbû. Dibe ku dewlet ketibe nava fikara ku PKK bi têkiliyên cuda re tevbigere. Bi hevdîtinên nû re dixwaze rêxistin çekan berde û herêmê bi awayekî cuda li gorî ewlehiya xwe kontrol bike. Îxtîmala din jî dibe ku alîkariya DYA’yê be. Dibe ku beramberî çekberdana rêxistin, li Rojava statûya kurdan were qebûlkirin, were ragihandin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd qediyaye. Tirkiye ji 2011’an ve pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke ewlehiya derve dibîne û li dijî vê hemle kiriye.” 
 
‘DIBE KU DERBASÎ QONAXEKE PIR CUDA BIBE’
 
Bi domdarî Bayramoglû anî ziman ku heke pêvajo rast bê domandin dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke cuda bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev mijar hatin vekirin, êdî bi yek alî nabin. Heke di çarçoveya mafê hêviyê de derfetekî ji Ocalan re biafirînin, dibe ku ev tehliye yan jî hefsa malê be. Pêwendîdanîna Ocalan a bi cîhana derve re, heke bikare qada xwe ya siyasetê birêve bibe, ger muzakere û hevdîtin çênebin jî dê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke pir cuda bibe. Lewma jî ez vê mekanîzmayê bi vî awayî dibînim. Hinek kes qala berjewendiyên navxweyî dikin. Yanî dibe ku bi piştgiriya siyasetmedarên kurd di destûra bingehîn de guherîn bê kirin û rê li ber Erdogan were vekirin ku careke din were hilbijartin. Heke bi vî awayî bidome, heke Ocalan were berdan û piştre jî çek bên berdan û ev kar bi siyasetê bidome, li gorî min siyasetmedarên kurd dê qet tiştekî nebêjin.” 
 
DERFETA DERBASBÛNA SIYASETÊ 
 
Rojnameger Bayramoglû got ku pêvajoya niha ji ya 2013-2015’an cuda ye û wiha derbirî: “Pêvajoya din hemleyeke îktîdara siyasî bû. Lê niha em dikarin bibêjin stratejiyeke dewletê heye. Anku dikare weke qonaxa bêdengkirina çekan û derbasbûna qonaxa siyasî binirxîne. Heke nîqaş şênber bibin û piştgiriyê bidin DEM Partî û Ocalan, dê Ocalan banga berdana çekan bike. Heke ev yek çêbibe jî dê rêya ku pirsgirêka kurd bi rêbazen siyasî were çareserkirin vebe. Li pêşiya me pêvajoyeke mîna ya pêvajoya çareseriyê jî disekine.” 
 
CHP DI KÎJAN ALIYÊ NÎQAŞAN DE CIH DIGIRE? 
 
Bayramoglû, got ku helwesta CHP’ê di van geşedanên heyî de erênî ye û ev tişt anî ziman: “Bi avêtina gavan re divê helwesta xwe şênbertir bike. Di pêvajoya çareseriyê ya ewil de xwedî helwestekî cuda bûn. Ne tev li dibûn ne jî xwe li derve dihiştin. Lê niha dixwazin li derveyî vê hemleyê nesekinin, piştgiriyê didin û dixwazin weke parçeyeke wê bên pênasekirin. Ev yek, gavekî erênî ye. Ji bilî metna di sala 2015’an de ku dixwestin li Meclisê were çareserkirin, CHP’ê heta niha di pirsgirêka kurd de tu tiştek nekiriye. Heke CHP gavên şênber biavêje, dê pêşiya wê vebe. Dê bikare tiştên heta niha nekarî bibêje êdî bibêje. Her çende helwesta CHP’ê kêm jî be, ez erênî dibînim.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

29/10/2024
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin