Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye

  • rojane
  • 14:08 25 Cotmeh 2024
  • |
WAN – Saziyên Sivîl ên Civakî yên Wanê ku ji bo Serhat Temîzer daxuyanî dan, dan zanîn ku Temîzer ji ber nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye û diyar kirin ku ew dê şopînerên bûyerê bin.
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER’a Wanê), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Wanê (TÎHV), Sendîqeya Teqawîtan a Wanê û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê têkildarî girtiyê siyasî Serhat Temîzer ku di 19’ê cotmehê de di roja biryara wî ya berdanê hat dayîn de jiyana xwe ji dest da, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê daxuyaniyek hevpar dan. Endamên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘LI EDLIYEYÊ NOBED DERBAS KIRIYE’
 
Nûnerê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîc, metna daxuyaniyê ya hevpar xwend û da zanîn ku Serhat Temîzer di gelek danaşînên xwe de aniye ziman ku ew nexweşê epîlepsiyê ye, derûniya wî ne baş e û divê bê tehliyekirin. Yavîç, bi domdarî wiha got: “Di danişîna 3'yemîn de heyeta dadgehê biryar da ku Serhat Temîzer sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê bê kirin da ku bê zanîn ew nexweşê ‘epîlepsiyê ye’ yan na. Her wiha dadgehê xwest di raporê de bê zanîn ku Temîzer dikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne yan na û xwest rapor demildest radestî dadgehê bê kirin. Rapora ku dadgehê li gorî biryara navberê ya di danişîna 3'yemîn de xwest, ket dosyayê. Di rapora 5’ê hezîrana 2018’an de hat diyarkirin ku Serhat Temîzer bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye û nobedan derbas dike. Di danişîna 12’emîn a di 07’ê mijdara 2019’an de Serhat Temîzer, diyar kir ku ew nexweş e û psîkolojiya wî xera bûye û daxwaza berdana xwe kir. Di dawiya danişînê de biryara berdana Serhat hat dayîn. Temîzer, di danişîna biryarê ya di 5’ê adara 2021’an de jî li Edliyeyê nobeda epîlepsiyê derbas kiriye û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.”
 
‘JI BER NEXWEŞIYA XWE JIYANA XWE JI DEST DAYE’
 
Yavîç, anî ziman ku di danişîna biryarê ya di 18’ê cotmeha 2024’an de Serhat Temîzer û parêzerê wî diyar kirin ku ji ber nexweşiyê Serhat nikare di girtîgehê de bimîne û ev tişt got: “Di dawiya rûniştinê de dadgehê jî ji ber sûcên cuda 8 sal û 8 meh ceza li Serhat birî û di heman demê de biryara berdana wî dan. Serhat ji bo rûniştina biryarê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2’yan a Dumluyê anîn Colemêrgê. Di danişîna dozê de tevî biryara tavilê serbestberdana Serhat Temîzer jî dîsa dest bi kelepçe kirin û ji bo kar û barên berdanê birin girtîgehê. Di heman rojê de weke ‘mêvan’ sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat kirin. Serhat ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di hucreya yek kesî de hat hiştin, di 19’ê cotmeha 2024’an de di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Temîzerê ku rakirin nexweşxaneyê ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye.”
 
‘MAFÊ TEMÎZER HATIYE BINPÊKIRIN’
 
Yavîç da zanîn ku girtiyê nexweş Serhat Temîzer ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku rêveberiya saziyê erkên xwe pêk neaniye jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê yekê de hêmanên sûcê kuştina bi qestî ku bi îhmalkarî pêk hatiye derket holê. Serhat Temîzer piştî ku di 18’ê cotmeha 2024’an de diviyabû di salona dadgehê de bihatiba berdan, nehat berdan, berovajî vê yekê kelepçe kirin, li wesayîta rîngê siwar kirin û birin girtîgehê. Bi vê pêkanînê mafê azadî û ewlehiyê yê Temîzer hat binpêkirin. Em daxwaz dikin ku dewlet li gorî erkên xwe tevbigere û destwerdana mafên jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş neke û ev bûyera Temîzer bi berfirehî bê lêkolînkirin û der barê kesên têkildar de doz bê vekirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê pêvajoyê bişopînin.”
 

Sernavên din

10/11/2024
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:21 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'