Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede

ÎZMÎR - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên kurdî yên ku dest pê kirine wê di 2'yê mijdarê de bi dawî bibin û got: "Em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî pêk bînin."

Li aliyekî zextên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin li aliyekî jî têkoşînek bêhempa li dijî zextan tê dayîn û didome. Piştî girtina KURDÎ-DER'ê ya di sala 2016'an de Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta di sala 2018'an de hat avakirin. Komeleya ku bê avahî xebatên xwe didomand, li ser înternetê an jî li avahiyên saziyên din dersên xwe dida. Lê komeleyê avahî girt û di 5'ê cotmehê de cihê xwe vekir. 
 
Komele piştî pirsgirêka cih çareser kir wê di meha mijdarê de êdî perwerdehiya rû bi rû bide. Komeleyê dest bi qeydan kiriye û wê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dersan bide. 
 
 Ramazan Kaygisiz
 
BANGA SERLÊDANÊ 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku piştî girtina KURDÎ DER'ê wan nikaribû bi awayekî aktîf xebatên xwe bidomîndina û got bi sazîbûna Avestayê re xebatên wan aktîf bûne û ev yek di nava kurdên li Îzmîrê de kelecanek çêkir. Kaygisiz da zanîn ku piştî vekirina avahiya komeleyê roj bi roj serlêdan zêde bûn û got: "Eleqeyeke mezin çêbû. Serlêdan wê di 2'yê mijdarê de biqede. Em hêvî dikin ku gelê me zêdetir serlêdanê bike. Bi vî rengî dê xebatên me hîn xurtir bibin."
 
'EM Ê XEBATÊN XWE ZIMAN XURTTIR BIKIN'
 
Kaygisiz destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bêyî ku bi cihekî diyar ve girêdayî bin xebatên xwe bimeşînin û wiha got: "Heta ku derfet hebe em ê li hemû navçeyên Îzmîrê xebatên xwe bimeşînin. Herin malan û dersan bidin. Ev daxwaz daxwaza gelê me ye. Em ê li gel xebata ziman, xebatên çand û hunerê û wêjeyê jî bikin. Di rojên pêş de xebatên xwe xurtir bikin. Li herêma Egeyê gelek kurd dijîn û em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî bimeşînin."
 
'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ' 
 
Kaygisiz bal kişand zextên li ser zimanê kurdî û wiha domand: "Ji bo dewleta tirk û tevahiya cîhanê şermeke mezin e ku gel tenê di kursan de hînî zimanê xwe bibe. Berî her tiştî em dixwazin kurdî bibe zimanê fermî. Gelê kurd çawa nikare bi zimanê xwe perwerde bibe, nenivîse û nexwîne. Gelê kurd xwedî 45 milyon nifûs e. Ev jî şerma giran a Tirkiyeyê ye. Wê li dijî zext û êrişên li ser ziman têkoşîn û berxwedana saziyên zimanê kurdî û gelê kurd bi ser bikeve. Wê heta hetayê têkoşîna gelê kurd a ji bo ziman berdewam bike û wê bi ser bikeve." 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

12/11/2024
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:21 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan