Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin

  • rojane
  • 09:01 31 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Amediyan diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û gotin ku heta gavên berbiçav neyên avêtin, ew ê daxuyaniyên tên dayîn wekî yên jidil û qanehker nebînin.

Gengeşeyên der barê meseleya kurd de ku piştî di 2'yê Cotmehê vekirina Meclisê de Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî Devlet Bahçelî bi destê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) girt û merheba kir dest pê kirin, didomin. Şirîkê desthilatê Bahçelî di civîna komê ya 22’yê Cotmehê de bi awayekî fermî tecrîda li Îmraliyê qebûl kir û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: "Tecrîd didome. Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bibim."
 
Lê Bahçelî di daxuyaniya xwe ya duh na pêr de got "meseleya kurd tune ye" û di ser "têkoşîna li dijî terorê" de gef xwarin. Me gengeşeyên di warê "meseleya kurd" de ji Amediyan pirsî. 
 
'RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNIN'
 
Vûral Gozupek gotinên Devlet Bahçelî wekî “guhertina rojevê” nirxandin û diyar kir ku siyasetmedar civakê wekî “bêaqil û cahil” dibînin û wiha got: “Cihê çareseriyê Meclis e. Lê ev, ne ew tiştk e ku bi van kesên li Meclisê re çêbibe. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî ye. Ger ev pirsgirêk bi Abdullah Ocalan re çareser bibe çima disekinin? Ez Bahçelî jidil nabînim. Pêdivî ye ku ew binê tişta ku dibêje tije bike û bingeha wê amade bike. Rojevê berovajî dikin û raya giştî dixapînin.”
 
'PIRSGIRÊK BI MUXATABAN RE ÇARESER DIBE'
 
Mûstafa Çalişkan anî ziman ku divê gavên jidil bên avêtin û got: “Amed bajarê me ye, em jî wekî her kesî dixwazin aştî û aramî serwer bibe. Bila jidil bin, ji ber ku ev pirsgirêk bi muxataban re çareser dibe. Divê ev pêvajoya ku nebe weke ya di sala 2013’an de dest pê kir."
 
Ahmet Yildirim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaret bi meclisê kir û got: “Ez qet ji gotinên Bahçelî bawer nakim. Pirsgirêka kurd li Meclisê tê çareserkirin. Hemû alî dê li hev kom bibin û pirsgirêkan çareser bikin."
 
'DIVÊ EM NEXAPIN'
 
Ji welatiyan Mehdî Suzer zextên li ser kurdan û çanda wan bi bîr xist û wiha got: “Ciwanên me yên ku govendê digerînin diavêjin zindanan. Ez ji Bahçelî dipirsim, te binê daxuyaniyên xwe tije kir? Te çi kiriye? Hîn jî kesên ku bi hinceta ku ew kurd in tên darizandin û girtin hene. Piraniya sîyasetmedarên kurd an di zindanê de ne an jî li sirgûnê ne. Gelek girtî tevî tenduristiya wan nebaş e jî li girtîgehan tên girtin. Loma jî ez jidil nabînim. Tirkiye welatê me hemûyan e, ez hem ji Enqereyê hem jî ji Amedê hez dikim. Ev 40 sal in Abdullah Ocalan vê yekê tîne zimên. Divê em neyên xapandin."
 
'POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE'
 
Yek ji mexdûrên 12’ê Îlonê Cahît jî wiha got: “Osmaniyan heta niha çi daye me? Herî dawî ev jî polîtîkaya lîstik û îmhayê ye. Em her tim hatin xapandin, êdî dema hişyarbûnê ye. Ez yek ji mexdûrên 12'ê Îlonê me. Ma nasnameya kurdî qebûl dikin? Na, ew nakin. Wekî kurd pêwîst e em bibin yek, pêwîst e em ji hev hez bikin."
 
Welatiyekî din ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin diyar kir ku ew Bahçelî jidil nabîne û wiha got: “Li vê dinyayê mafê her kesî heye ku bijî. Ne hedê kesî ye ku kesekî din biçûk bike. Divê ev pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin. Ên li ser kî bin divê ew çareser bikin, ne em. Tim pûç xeber didin, ne jidil in." 
 
 

Sernavên din

04/11/2024
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir
16:37 Kuçukbalaban: Em ê ji bo afirandina şert û mercên Ocalan ên hevdîtina bi civakê re hewl bidin
16:01 Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn
15:44 Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî
14:36 Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!