Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin

  • rojane
  • 10:48 6 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Danişîna ewil a doza Narîn Guran ku hê jî gelek guman û pirs bêbersiv mane û nehatine zelalkirin, dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Berfîn Polat diyar kir ku rayedaran hê jî bersiva tu pirsan nedane û banga beşdariya danişînê kir. 

Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûliyê ya ser bi navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. Cenazeyê Narîn Guran piştî 19 rojan li çemê ango newala binê gund roja 8’ê îlonê hat dîtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê qetilkirina Narîn Guran amadekirin, ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo mamê Narînê Salim Guran ê girtî, dayika wê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ji ber sûcê "Bi hevparî kuştina bi qestî ya zarokan” cezayê muebedê hat xwestin. Ji dosyeya cînayetê 8 kes girtî ne û dê bên darizandin. 
 
Yekemîn danişîna dozê dê sibê (7ê Mijdarê) li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. Lê belê tevî ku cînayeta Narînê bû rojeva sereke ya raya giştî jî lê pişt perdeya têkildarî cînayetê hê jî bi tevahî nehatiye zelalkirin. Gelek guman û pirsên têkildarî cînayetê nehatine zelalkirin û kes nizane ku bûyer çawa qewimî ye û Narîn ji bo çi hatiye kuştin û windakirin.
 
BARAN GURAN SERLÊDANA XWE BI PAŞ VE KIŞAND 
 
Birayê Narînê yê mezin Baran Guran ku di qetilkirina Narînê de tenê ew ne gumanbar bû, di 16'ê îlonê de serî li Baroya Amedê dabû û daxwaza alîkariya hiqûqî kiribû. Baran Guran paşê daxwaza xwe paşve kişandibû û di 28’ê cotmehê de li ser medya dîjîtal parvekirinek pêk anî û xwedî li dayik û birayê xwe yê girtî derket. Baran Guran bi paşvekişandina daxwaza xwe pirsên di hişê raya giştî de zêdetir kir. 
 
RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ YA STENBOLÊ 
 
Di rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ku 20’ê îlonê hat eşkerekirin de, hat diyarkirin ku Narînê roja 21’ê tebaxê hatie xeniqandin. Raporê ji bo lêpirsînê şandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. 
 
BAROYA AMEDÊ BI SIFATA MUŞTEKÎ DÊ TEV LI BIBE 
 
Baroya Amedê bi sifata muştekî serî li darazê da, daxwaza baroyê di 3’yê cotmehê de hat qebûlkirin. Baroyê ji bo cînayeta Narînê were ronîkirin komîsyonek jî ava kir. 
 
Di îdianameya ku hatiye amadekirin de gelek guman hene û tevî guman û pirsên hene jî lêkolîn nehatiye kirin. Hema bêje di îdianameyê de ji gelek aliyan ve pirsên di nava raya giştî de bêbersiv hatine hiştin. 
 
GUMAN HENE LÊ LÊKOLÎN NÎN E 
 
Di îdianameya 27’ê cotmehê hat qebûlkirin de gelek xemsarî-îhmalkarî cih digirin, lê belê cih nedane faîlên rast ango faîlan. Di îdianameyê de têkildarî îhmalkariyên qewimîne jî tu lêpirsînek ango karûbarek îdarî hatiye kirin nehatiye kirin cih negirtiye. Di îdianameya 14 rûpelî de behsa honandina bûyerê hatiye kirin û tenê cih dane Salîm Guran ku 9 rojan wek gumanbar hatiye dîtin û şûna geza li ser milê Enes Guran. 
 
GOTINÊN ENSARÎOGLÛ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN 
 
Di îdianameyê de lêkolîn û lêpirsînek der barê gotinên parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû de tune ne û lê balkêş e tevî ku Ensarîoglû gotibû malbat “dostên me ne” jî tu tiştek derheqî wî de nehatiye kirin. 
 
‘LÊPIRSÎN BI BANDOR NEHAT KIRIN’ 
 
Tê payîn ku zêdeyî 50 baro û rêxistinên zarok û jinan beşdarî danişîna dozê ya ku dê sibê dest pê bike bibin. Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat bang li hemû beşên civakê kir û xwest beşdarî danişînê bibin. Polat bi bîr xist ku hê jî gelek detayên cînayetê nehatine ronîkirin û wiha got: “Dîmenê ku dema cenazeyê Narînê hat dîtin, îspat bû ku ev cînayet çiqasî bi rêxistinî, profesyonelî hatiye kirin û tenê ne ji aliyê kesekî ve hatiye kirin. Di encama vê lêkolînê de ku bi awayekî bi bandor nehat kirin, heta niha agahiyên zelal li ber destê me nîn in ka çi hatiye serê Narîn? Ji aliyê kê ve û bi çi rêbazan ev cînayet hatiye kirin? Ev pirs heta niha ji aliyê rayedaran ve nehatine bersivandin û tu pirsên derheqê kuştinê de nehatine bersivandin.” 
 
Polat destnîşan kir ku ew ê sibê li Dadgeha Amedê bin û ew ê daxwaz bikin ku daxilî dozê bibin. Polat ev bang kir: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin danişînê.” 
 
MA / Şîlan Çîl
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2024
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin