Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin

  • rojane
  • 12:15 22 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Endama Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Arzu Fîlîz Gungor bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Li dijî sansur, qedexe û qeyûman em banga bihevrebûn û piştevaniyê dikin.” 

Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê bi endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hatin gel hev. Hunermend û partiyiyan li dijî xespkirina îradeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Sepanên OHAL’ê li vir di meriyetê de ne. Protestokirina xespkirina îradeyê ya ji hêla qeyûm ve mafê sereke ye lê destûr nayê dayin.” 
 
Ji Înîsiyatîfê, Sevînç Koçak jî berxwedana gelê êlihê silav kir û ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke ku destûra bingehîn nas nake rû bi rû ne. Gel jî bi roja ye li dijî vê xespkirina îradeyê li ber xwe dide. Îktîdareke ku dijminê hunerê ye li pêşberî me ye. Konser tên qedexekirin, dijminatiyê li ziman, çand û xwezaya me dikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin.” 
 
AŞTIYA CIVAKΠ
 
Metna hevpar a li ser navê Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê hatiye amadekirin jî ji hêla Arzu Fîlîz Gungor ve hate xwendin. Arzu Fîlîz Gungor, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got ku ew ê tayînkirina qeyûman, derbeyên gelê kurd, parastvanên mafan û muxalîfan hedef digirin, binpêkirina maf û azadiyan qebûl nekin. Arzu Fîlîz Gungor da zanîn ku berxwedana li dijî xespkirina îradeyê, xespkirina mafên şexsî û azadiyan berpirsyartiya wan tevan e. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Bi domdarî Arzu Fîlîz Gungor bi lêv kir ku îktîdar di rêyên dij-demokratîk de israr dike û ew êdî ji vê re dibêjin “Êdî bes e.” Arzu Fîlîz Gungor, got ku ew bi hêviya rojên ku bikarin bi azad stranên xwe bibêjin, bêyî sansûr diafirînin, mafê wan ê bijartin û hilbijartinê nayê xespkirin û bi hêviya rojên aştiyê li vir in. Arzu Fîlîz Gungor, li dijî qeyûman banga bihevrebûn û piştevaniyê li her kesî kir. 
 
‘CIVAKEKE PIRZIMANÎ NAXWAZIN’
 
Hevbedevka Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî got ku li dijî ziman, îrade û hunera kurdî êrişek heye. Cemîle Turhalli, anî ziman ku gel van êrişan qebûl nake û wiha pê de çû: “Şaredarî, şaredariya gel e. Hezar silav ji gelê li ber xwe dide. Sekna hunermendên ji bo piştevaniyê hatine vê derê girîng e. Li Mezopotamyayê şoreşeke pirçandî çêbû. Li vir jiyaneke pirzimanî û pirçandî naxwazin. Lewma êriş dikin. Bi hedefgirtina îradeya gel re îktîdar êrişa herî mezin dike. Qeyûm çima dijminatiyê li kurdî dike? Hevalên îro hatin vê derê, girîngiya piştevaniya şoreşger nîşan dan. Piştevanî dide jiyîn.” 
 
‘DÊ FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ BI SER KEVE’
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku îktîdara yekperest tehemûla pirdengiyê nake. Gulistan Sonuk, wiha got: “Yên îradeya vî gelî dizîn, di serdemek berê de 3 milyar lîre dizîbûn. Kesên ev dizî kirin, îro polîs derxistine pêşiya me. Dixwazin her kes serî li ber wan bitewîne. Bila li dîroka me binêrin, dê yek kesê serî tewandî nebînin. Vî gelî her tim pir mezin li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dîroka me dîroka berxwedanê û ya wan jî ya şermê ye. Dîroka dizî, xesp û îşkenceyê ye. Paşvegavavêtin bêrûmetî ye. Em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Em xwediyên vê xakê ne. Em xwediyên wê şaredariyê ne. Yên biyanî hûn in, hûn ê biçin. Heta em şaredariya xwe distînin dê têkoşîna me bidome. Hezar silav ji xelkê Êlihê re ku bi berxwedana xwe nehiştin faşîzm rakeve. Dê felsefeya jin, jiyan, azadî bi ser keve.” 
 
Girseyê dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Dê qeyûm biçin gel dê were”, “Bijî berxwedana Batmanê” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û stran gotin. Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

25/06/2025
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
10:12 Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
10:09 Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
09:51 Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
09:02 Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin