Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye

  • rojane
  • 12:35 29 Mijdar 2024
  • |
img
RIHA - Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku HTŞ dixwaze bi êrişên li dijî Helebê re rêya M5’ê bi dest bixe û wiha got: “Heke rejîm ji HSD’ê alîkariyê nexwaze dibe ku parçe parçe bibe heta bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.” 
 
Şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û koma paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) yên li Heleb û Idlibê bedewam in. Pevçûnên di 26’ê mijdarê de dest pê kirin, piranî li çolterê Helebê giran bûn. HTŞ’ê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5’ê. Êrişên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê yên li dijî HTŞ’ê jî berdewam in. Nayê zanîn ka ev pevçûn dê derbasî qonaxeke çawa bibin. 
 
'AMADEKARIYÊN ÊRIŞAN JI BERÊ VE HATINE AMADEKIRIN’ 
 
Rojnameger Stêrk Gulo geşedanên heyî nirxand û got ku komên paramîlîter ên HTŞ’ê ku girêdayî dewleta tirk in, ji Idlibê ber bi Helebê ve pêş dikevin. Stêrk Gulo, da zanîn ku pevçûn li “herêma bêçek” a li rojavayê Helebê dest pê kirine û wiha got: “Ev herêma em qala wê dikin, di bin kontrola komên girêdayî dewlet Tirk de bûn. Jixwe êriş ji wir dest pê kirin. Amadekariyên van êrişan pir zû de hatine kirin. Ji sala 2016’an heta niha li Cerablus, Ezaz, İdlib û Babê komên paramîlîter xwe komî ser hev dikin. HTŞ li van herêman hebû. HTŞ, di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire. Ev komên ku ji êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Sûriyeyê sûd girtin, ketin nava tevgerê. Komên girêdayî dewleta tirk û HTŞ’ê ev rewş ji bo xwe weke firsen dîtin.” 
 
ARMANC RÊBEJA M5’Ê YE 
 
Di berdewamê de Stêrk Gulo got ku HTŞ bi taybet jî dixwaze Rêbeja M5’ê bi dest bixe û wiha domand: “Ev rê, Şam û Helebê girêdayî hev dike. Ji ber ku hinek cih bi dest xistine, sivîlên li Helebê nikarin biçin Şamê. Kom, pir nêzî Helebê bûne.” 
 
Stêrk Gulo, têkildarî hedefên êrişê wiha got: “HTŞ zêde nikare xwe li van deran bigire. Ji ber ku di lîsteya terorê ya NY’ê de cih digire. Di nava Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî Tirkiyeyê de jî cih nagire. Navê xwe guherand û li vir ma. Di van êrişan de Tirkiye piştgiriyê dide wan. Ji ber ku mijara behsa xeberê berjewendiyên dewleta tirk in. Tirkiye rêya ji Helebê heta Mûsilê dixwaze. Firka El Hemza û Nûrettîn El Zengî, li cihên nêzî Helebê bû. Lê HTŞ dixwaze van deran bixe bin kontrola xwe. Wisa xuya dike ku hedefa wan a ewil, bidestxistina sînorê Helebê ye. Dixwazin heta herêma jê re dibêjin gundê Kefer Hamrayê pêş bikevin. Wisa xuya dike ku hikûmeta Sûriyeyê dê van êrişan qebûl neke. Di halê hazir de nediyariyek heye. Lê em dizanin ku Tirkiye dixwaze li vê qadê xaka xwe berfireh bike. Sûriyeyê di daxuyaniya dawî de xwest Tirkiye ji xaka wê derkeve. Erdogan jî bi awayekî fermî îşareta van êrişan da.” 
 
‘DIBE KU SÛRIYE PARÇE BIBE’
 
Stêrk Gulo, destnîşan kir ku Rûsya niha tenê ji hêla hewayî ve alîkariyê dide artêşa Sûriyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên navneteweyî jî ji êrişan haydar in. Ji ber ku bersiveke rast û dirûs nedan êrişan. Niha jî gundên Şerewayê hedef digirin. Gelek jîngeh hatine valakirin û xelkê wê derê ji neçarî koç dike. Li wir hêzên azadiyê yên Efrînê hene. Bersiv dan van koman. Heke rejîma Sûriyeyê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) alîkariyê nexwaze ne tenê dê parçe parçe bibe, heta dikare were gotin ku dê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Armanca sereke ya temamiya van koman, parçekirina Sûriyeyê ye. HSD’ê gelek caran got ku divê Sûriye neyê parçekirin û weke parçeyeke demokratîk dê Sûriyeyê biparêzin. Ev, firsendeke. Rejîma Sûriyeyê dikare bi hevkariya hêzên HSD’ê bi temamî rê li ber van êrişan bigire.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

07/01/2025
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'