Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim

  • rojane
  • 09:05 12 Kanûn 2024
  • |

ŞIRNEX - Gurbet Mete a ku di qedexeya Silopiyayê de kurê xwe yê 9 salî Mehmet Mete û kurê tiyê xwe Aydin Mete yê 16 salî û di qedexeya Cizîrê de jî birayê xwe yê 20 salî Şukru Coşkun winda kir, diyar kir ku 27 rojan destûr nehat dayin cenazeyê kurê xwe defin bike.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel îlankirina "Xwerêveberiyê", di 14'ê Kanûna 2016'an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bi ragihandina qedexeyê re taxên Başak, Cûdî, Nûh û Ş. Harûn ji hêla leşker û tîmên taybet ên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser girên navçeyê polîs û leşkerên sekvan hatin bicihkirin. Di van taxan de pêvçûnên dijwar qewimîn. Di pêvçûnan de di nav de zarok, pitik, kal û ciwan jî heyîn bi giştî 29 kes di encama gulebaranên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Piraniya wan jî li ber deriyên malan xwe hatin qetilkirin. Her wiha di êrişên dewletê de gelek mizgeft, navendên tenduristiyê û dibistan jî hatin rûxandin. Li gorî rapora ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatibû amadekirin, ji ber pevçûnên ku li navçeyê qewimîn 350 avahî xera bûn û wêran bûn. Di pevçûnan ku li navçeyê de rû dan de hêzên dewletê boriyên avê teqandin û têlên ceyranê birîn da ku şeniyên herêmê nêçar bimînin ji navçeyê koç bikin. Navçeya ku ji hemû mafên rewa bêpar hat hiştin, di nav şert û mercên giran de li ber xwe da. 
 
Piştî qedexeyan dozên ku ji aliyê malbatên kesên hatin qetilkirin ve hatin vekirin jî bê encam man. Tevî ku 10 sal di ser qedexeyan re derbas bûye jî, birîn hê nû ne. Yek ji wan kesên ku birînên wî nehatine dermankirin jî dayika Gurbet Mete ye. Di dema qedexeya derketina derve de kurê wê Mehmet Mete yê 9 salî, birayê wê Şukru Coşkun ê 20 salî û kurê tiyê wê Aydin Mete yê 16 salî hatin qetilkirin. Gurbet Mete ya ku cenazeyê kurê wê 27 rojan di mizgeftê de hate hiştin û nehiştin ku defin bikin, behsa wan rojan kir. 
 
'KURÊ MIN ZAROKEKE 9 SALÎ BÛ'
 
Gurbet Mete, diyar kir ku dewletê wê demê zilm û zordarî li wan kir û got ku ew ê wan rojan ji bîr nekin. Gurbet Mete, anî ziman ku kurê wê dema di odeyê de hedef hate girtin û qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Di 14'ê Kanûna 2016'an de li navçeya me qedexeya derketina derve hate ragihandin. Piştî ku qedexe hate îlankirin me got em ê biçin bajarokê Gite. Lêbelê kurê min Mehmet nexwest ku em biçin. Ji ber daxwaza wî em jî li Silopiyayê man û em li mala tiyê min man. Li wir di roja 7'an de kurê min Mehmet hate qetilkirin. Parçeyê topa hewanê di paceyê de hat û serê wî de derket. Kurê min cih de jiyana xwe ji dest da. Kurê min di odeyê de bû. Ne li ser mewziyan bû, ne di şer de bû. Kurê min zarokeke 9 salî bû. Dema ku hatiye kuştin em bi telefonê li dewletê geriyan lê ambulans bi me ve neşandin. Got in, 'hûn ê cenazeyî heta cihekî bînin piştr em ê bigirin, lê hûn bên kuştin jî berpirsyar ne em in.' Piştre cenazeyê wî birin mizgeftê." 
 
CENAZEYÊ KURÊ WÊ 27 ROJAN DI MIZGEFTÊ DE MA
 
Gurbet Mete, bi lêv kir ku cenazeyê kurê wê 27 rojan li erdê ma û wiha domand: “Cenazeyê wî 16 rojan li wê derê ma. Dewletê nehişt ku em cenaze bistînin em jî ji ber ku rewş giran bû em çûn Gite. Piştî ku 11 roj derbas bûn dewlet li me geriya û got,'werin cenazeyê xwe em ê bidin we, heke ku hûn neyên em ê cenazeyê we veşêrin û em nîşanî we nadin.' Cenazeyê kurê min 27 rojan li erdê ma. Piştre li me geriyan û em hatin me cenaze defin kir. Tirbeyên me jî dewletê kolandin. Mehmet 9 salî bû, tirbeya 20 saliyan kolandibûn. Bi Mehmet re kurê tiyê min Aydin jî hatibû kuştin. Me herdû bi hevre definkirin.”
 
BIRAYÊ WÊ JÎ LI CIZÎRÊ QETILKIRIN
 
Bi domdarî Gurbet Mete anî ziman ku hê ku şîna kurê xwe de bû vê carê jî xebera ku birayê wê jî li Cizîrê hatiye qetilkirin girtiye û wiha got: “Piştî ku 9 roj li ser kuştina kurê min derbas bû, li Cizîrê birayê min Şukrî jî hat qetilkirin. Dewletê cenazeyê wî jî bir li Şirnexê defin kir. Piştre me weke malbat cenazeyê wî anî li Cizîrê defin kir. Ev zilm anîn serê me. Tiştek nema bû ku li me nekirîn. Kurê me kuştin, birayên me kuştin. Me cenazeyê wî nedît, dewletê nehişt ku em cenazeyê wî bibînin. Heta ku nehiştin ku em li ser cenazeyê xwe bigirîn." 
 
'EM Ê KURD BIMÎNIN'
 
Gurbet Mete got ku ew ê li dijî zilmê têkoşîna edaletê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Zilm li me kirin. Li ser me komkujî pêk anîn. Ev êş êşa me hemû dayikan e. Lê belê em hê niha jî dibêjin aştî. Zarokên me hatin kuştin em naxwazin ti zarok bên kuştin. Bila bes dilê dayikan biêşe. Ma ji komkujiyê re ne bes e? Ev 10 sal ser re derbas bûn lê weke ku îro hatine qetilkirin. Gelek anîn serê min. Hê heta îro jî edelet nehatiye. Lê sedsalên din jî derbas bibin em ê jibîr nekin û dev ji doza xwe bernadin. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe em ê pey doza xwe bin. Xwedê em kurd dane û em ê kurd jî bimînin. Em kurdbûna xwe bernadin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/12/2024
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da