Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire

  • rojane
  • 09:31 15 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA -  Rojnameger Mansur Adali diyar kir ku heta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê naskirin dê pirsgirêk çareser nebin û wiha got: “Heke Sûriye bibe yek, divê Rêveberiya Xweser teqez di hemû pêvajoyan de cih bigire.”

Geşedanên li Sûriyeyê rû didin hêj jî yek ji rojevên sereke ye. Piştî êrişên Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ), rejîma Baasê ya 61 salî hilweşiya û bi awayekî hemwext êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin û hêj didomin. 
 
Rojnameger Mansur Adali geşedanên li herêmê nirxand. Adali, diyar kir ku pêvajoya nû dişibe geşedanên di pêvajoya Şerê Kendavê de û wiha got: “Şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê, şerên hikûmdariya cîhanê ya hêzên hegemon bûn. Ji sala 1990’an ve jî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê kirin ku bi heman mebestê ye. Raundeke nû ya Şerê Kendavê yê di 2’yê Tebaxa 1990’an de jî dê were kirin. Jihevbelavkirina Sovyetan, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişa ser Quleyên Cêwî, mudaxileya DYA’yê ya li Iraqê, Bihara Ereban, Şoreşa Rojava, hikûmdariya DAIŞ’ê ya li herêmeke berfireh û hwd. hatin jiyîn. Bi saya bedelên mezin ên HSD’ê terora DAIŞ’ê hate bidawîkirin. Di şerê Îsraîl-Filistînê de gelek geşedan qewimîn. Di van 34 salan de gelek hemle û raûnd çêbûn. Ya niha jî yek ji wan raûnda ye.” 
 
‘HER KES BI BALDARÎ NÊZ DIBE’
 
Bi domdarî Adali anî ziman ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê yekser bandorê li şerê Rûsya-Ûkraynayê û Îranê dikin û wiha got: “Heke Rûsya û Îranê dev ji armanca xwe ya avakirina hegemonyayê ya li herêmê bernedabin, di pêvajoya pêş de piştî amadekariyan dê hewl bidin mudaxile bikin. Lê belê tu derdê van hêzan a ji bo avakirina pergaleke demokratîk a li Rojhilata Navîn tune ye. Her tim pergalên hatine ceribandin ferz dikin. Xetere heye ku projeya HTŞ’ê jî veguhere tiştekî wiha.  Lewma her kes bi baldarî nêz dibe û hewl dide fêm bike. Mirov mereq dike bê ka dê veguhere tiştekî çawa. Xuyaye ku dê dînamîkên navxweyî pêvajoyê diyar bikin.” 
 
'BENDEWARIYA JI BO ÎSTÎQRARÊ SAFÎTÎ YE’
 
Di berdewamê de Asali gotina “Rejîma Baasê hilweşiya û her tişt qediya” safîtî ye û wiha got: “Tu rastiya vê li qadê nîne. Hêzên navneteweyî, li Rojhilata Navîn - Sûriye jî di nav de - tu caran nikarin wekî dixwazin hespê xwe baz bidin. Nikarin her tiştekî li dijî îradeya gelan bikin. Her tim berxwedanek çêbû û dê çêbibe. Heke ji hêla guherîna demokratîk ve gavên pratîk bên avêtin, heke têkildarî nasname û baweriyan temînatan bidin gelan, wê demê belkî hinek pêşketin çêbibin. Lê heke hikûmeta demkî ya heyî qanûnên şerîatê esas bigire, heke pratîkên weke polîsên exlaqê bixe meriyetê, wê demê dê ji bo gelean tiştek neguhere. Bendewariya ji bo îstîqrarê safîtî ye.” 
 
TIFAQA KURD-EREBAN
 
Rojnameger Adali got ku di pêvajoyê de tê hedefkirin ku di navbera Kurd û Ereban de tifaqeke stratejîk were avakirin û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de HSD, tevî pêkhateyên xwe pozîsyona xwe ya li herêmê diparêze. Di nava 35 salên dawî de hinek hikûmet tune bûn. Hêzeke bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatiye gihandin heye. Ji sala 1978’an heta niha tevî şeran jî her tim xwe li ser pêyan girt û her ku diçe xurt dibe. HSD jî ji sala 2012’an ve li herêmê bi tifaqên xwe re li herêmê hêzekî xurt e. Li ser tifaqa Kurd-Ereban û komên biçûk êriş hene. Di nava Kurdan bi xwe de jî êriş hene. Di nava gelê Ereb bi xwe de jî êrişên wiha hene. Êrişên di demên dawî de li ser tifaqa Kurd-Ereban tên kirin, êrişên provakatîf in. Tifaqa stratejîk hebûna xwe diparêz e û hemû pêkhateyên di nava HSD’ê de di eniyên pêş de cih digirin. Her roj gelek şervanên Ereb şehîd dibin. Dewleta tirk bi zanebûn hewl dide îstîqrara herêmê xerab bike. Yên ku hewl didin rewşekî cuda bidin nîşan dan jî ew in. Armanca esasî jî şerê Kurd-Ereban e.” 
 
'DINYA JI BO HSD’Ê DEYNDAR E’
 
Mansur Adali, destnîşan kir ku “Deynê wefayê yê dinyayê ji bo YPG û HSD’ê heye” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelên cîhanê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bîr nekin. Hebûna DAIŞ’ê di demên dawî de zêde bû. Hewldanên Tirkiyeyê, DAIŞ zindî kir. Di nava SMO’yê de kesên sembolên DAIŞ’ê bi kar tînin di weşanên zindî de tên dayin. Mijara mereqê ye bê ka dê çi bi girtiyên DAIŞ’ê û kesên li Kampa Holê bibe. Kampa Holê mîna mombeyeke pîmê wê hatiye kişandin e. Dewleta tirk hewl dide xwe bigihîne vê kampê û wan berde her aliyê cîhanê. Divê DAIŞ’î li gorî normên hiqûqa navneteweyî bên darizandin. Ji bo vê jî divê Rêveberiya Xweser were naskirin. Hikûmeta Şamê ya nû divê Rêveberiya Xweser nas bike û neyê lîstika Tirkiyeyê. Divê ev pirsgirêk bi rêyên muzakere û guftûgoyê bên çareserkirin. Li herêmê trafîkeke dîplomasiyê ya zêde heye. Di hikûmeta demkî de ji Rêveberiya Xweser tu kes nîne. Heke di civînên navneteweyî de cih nedin Rêveberiya Xweser, ev yek dê rê li ber bêîstîqrariyê veke. Heke Sûriye bibe yek, divê teqez Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire. Bi vê yekê pêkan e.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

25/06/2025
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
10:12 Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
10:09 Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
09:51 Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
09:02 Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin