‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike

  • rojane
  • 11:59 15 Kanûn 2024
  • |

AMED - “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” sibe bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li Enqereyê dest pê dike. Di metna deklarasyonê de wiha hate gotin: “Înkarkirina Kurdan ji ewil li Meclisê dest pê kir lewma ji bo sererastkirina wê divê em ji vir dest pê bikin.” 

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê sibe li Enqereyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk “Meşa Çareseriya Demokratîk ûAzadiyê” were destpêkirin. Deklarasyona meşê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat eşkerekirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Metna deklarasyona ya bi kurdî ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û ya bi tirkî ji hêla aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sarili ve hate xwendin. 
 
SERKÊŞIYA ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN HÊZÊN HEGEMONÎK DIKIN
 
Metna deklarasyonê wiha ye: 
 
Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Di navenda vê pêvajoyê de Rojhilata Navîn û welatê me cih digre. Lê, em dizanin ku bandora wê cîhanî ye. Ji ber vê yekê ev pêvajo weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê binavkirin. Serkêşiya vî şerî hezên hegemonîk dikin. Feraseta netewe dewletê sed sal in xaka Kurdistan û Anatoliyayê dorpêç kiriye. Ziman, çand, bawerî û nirxên gelan înkar dike. Di sedsala dawîn de du şerên cîhanê pêk hatin. Di her du şeran de li dijî gelan komkujiyên mezin pêk hatin. Niha jî şerê sêyemîn heye. Bîlançoya vî şerî ji niha ve qet bi qet zêde bûye.
 
PÊŞEROJEKE AZAD BI NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊKAN E
 
Pergala hegemonîk, ji bo korîdora enerjiyan veke, civak û dewlemendiyên Rojhilata Navîn hedef digre. Bi rêbaza ‘perçe bike û bi rêve bibe’ şerê xwe dimeşînin. Hêzên netewe dewletê hewl didin li ser Rojhilata Navîn dîzayneke nû bikin. Divê neyê jibîrikirin ku bi netewe dewletan çareserî pêk nayê. Li hemberî vê pergalê, divê Neteweya Demokratîk pêş bikeve. Pêşerojeke wekhev û azad bi Neteweya Demokratîk pêkan e. Heke şer dewam bike wê tevahiya herêmê belav bibe. Divê li ser vê axê aştî serdest be. Rêya aştiyê jî bi gavên demokratîk pêkan e.
  
MESELEYA KURD ÊDÎ VEGUHERIYE MESELEYEKE NAVNETEWEYΠ
 
Ji ber polîtîkayên şer, meseleya Kurd çareser nabe û gihiştiye asta cîhanî. Êdî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî ferz e. Li hemberî vê pirsgirêkê li pêşiya Tirkiyeyê rêyek tenê heye. Ew jî çareseriya demokratîk e. Polîtîkaya red û înkarê ya Tirkiyeyê, şer kûr dike. Em dikarin li vî welatî demokrasiyê pêş bixin. Di makezagona 1921’an de hemû bawerî û nirxên gelan cih girtin. Niha jî em dikarin makezagoneke demokratîk ava bikin. Em dikarin têkiliya Kurd û Tirkan xurt bikin. Hezar sal beriya niha, dema Tirk hatin Anatoliyayê, Kurdan deriyê xwe ji wan re vekirin û bûn xwişk û bira.  Ji bo rizgariya Anatoliyayê Kurdan xwe feda kirin. Lê, piştre derî li ser Kurdan girtin. Kurd hatin înkarkirin. Ji ber vê yekê serhildanên Kurdan ne sedem in, encam in. 
 
TEKANE RÊ NASKIRINA KURDAN Û AŞTIYEKE BIRÛMET E 
 
Ji ber pirsgirêka Kurd heya niha çareser nebû, şer belav bû. Heya niha gelek hikûmet û îktîdar hatin û çûn. Tevahiya wan ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd têk çûn. Ên ku xwestin vê meseleyê çereser bikin jî hatin tesfiyekirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd mezin bû. Niha jî bûye pirsgirêkeke cîhanî û birîneke mezin. Ji bo ev birîn derman bibe, derfet afirîn. Lê, ji 1993’yan vir ve bi polîtîkayên şer hemû derfetên çareseriyê vala hatin derxistin. Li şûna aştiyê, şer pêş ket. Bi hezaran ciwan, keç û xort ketin bin axê. Bi her aliyê ve Tirkiye û Kurdistan têk çû. Ev têkçûyîn îro jî dewam dike. Em vê yekê dibêjin; li hemberî siyaseta şer rêyek tenê heye. Ew jî, naskirina îradeya Kurdan û aştiyeke bi rûmet e. 
 
BIRÊZ OCALAN RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE
 
Birêz Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê rêya çareseriyê nîşan dide. Birêz Ocalan bi rol û keda xwe muxatabê çareseriyê ye. Piştî 43 mehan, birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ger şert û merc amade bibin ez dikarim vê pêvajoyê li ser zemîneke hiqûqî û siyasî bimeşînim. Ji bo vê jî hêza min a teorîk û pratîk heye…’ Bi van gotinan birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide. Gelê Kurd û siyaseta Kurd jî li pişt vê îradeyê disekine. Bi ser vê peyamê re 51 roj derbas bûn. Lê hê jî tu derfet nehatine amadekirin. Hêj jî tecrîd didome. Ji şûna çareseriyê, şer û derbeyên qeyûman didome. Li meclisê destê xwe dirêj dikin, lê li Kurdistanê şer mezin dikin. Anku gotin û pratîka wan hev nagrin.
 
DI ŞEXSÊ ROJAVA DE GEF LI ÇARESERÎ Û DEMOKRASIYÊ TÊ XWARIN
 
Tirkiye her ku diçe ji aştiyê dûr dikeve. Şerê li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Di vî şerî de Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Rojava dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi êrişan daxwaza aştî û demokrasî hedef tên girtin. Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Ev şoreş li dijî hovîtîya çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bû hêvî û bawerî. Di şexsê Rojava de Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi ser ket. Li Rojava daxwaza aştî û azadiyê ya gelan bi ser ket. Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava wê şerê li herêmê mezintir bike. Di şexsê Rojava de gef li çareserî û demokrasiyê tê xwarin. 
 
DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN
 
Di vê pêvajoyê de divê çareserî pêş bikeve. Divê Tirkiye dev ji siyaseta şer berd e. Dijmintiya li dijî Kurdan êdî encam nade. Dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Bersiva me zelal e; Kurd demokrasî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin. Gava vê ya ewil jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan, ji bo Pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo demokrasi û aştiyeke bi rûmet kedeke mezin dide. Ji bo birêz Ocalan ‘hêza xwe ya teorîk û pratîk’ nîşan bide, divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin. 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E
 
Divê ji bo çareseriyê meclis jî rista xwe bilîze. Ji bo meseleya Kurd çareser bibe hem birêz Ocalan hem jî siyaseta Kurd her tim meclisê wek navnîşan nîşan didin. Ji ber ku înkarkirina Kurdan ji ewil li meclisê dest pê kir. Ev înkar bi zagon û makezagonan heya îro dewam kirin. Ji ber vê yekê jî navnîşana çareseriyê ji ewil meclis e. 
 
JI AMEDÊ BER BI ENQEREYÊ VE DÊ BIMEŞIN
 
Ji bo meclis vê rista xwe bilîze, dostên Kurdan di 16’ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyaniyeke girîng dan. Ev daxuyanî ji bo me jî pir girîng e. Em piştgirî didin vê daxuyaniyê. Ji ber vê yekê em ê jî dest bi ‘Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk’ bikin. Meşa me, wê di 16’ê Kanûnê de dest pê bike. Em ê ji Amedê heya Enqereyê bimeşin. Piştî Amedê meşa me wê bi Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bidome. Herî dawî, di 20’ê Kanûnê de em ê li Enqereyê kom bibin. 
 
Ên ku aştî û çareseriya demokratîk daxwaz dikin, bila werin tev li vê meşa bi rûmet bibin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê em Meclisê û siyaseta Tirkiyeyê jî vedixînin rista wê ya dîrokî.”
 

Sernavên din

21/01/2025
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike