Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!

  • rojane
  • 09:10 31 Kanûn 2024
  • |
img

ÊLIH - Berdevkê Înîsiyatîfa Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan diyar kir ku Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê, salê 3 milyon geştiyar di ezimandin. 

Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salî bi Bendava Ilisû ya ku ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve hatibû çêkirin û piştre navê Wezîrê AKP'ê "Veysel Eroglû" lê hatibû kiribûn, di bin avê de ma. Diviyabû li Heskîfa ku di sala 1981’ê de wekî herêma parastî hatibû îlankirin bizmarek jî nehata kutandin, lê desthilata AKP’ê tevî hemû rexne û dijberiyan ji di sala 2019’an de dest bi çêkirina bendavê kir. Dema ku avahiya dîrokî ya bajêr bi maşînên giran hat xerakirin, şikeftên ku şopa serdema neolîtîk li ser wan hebûn bi teqemeniyan hatin teqandin. Di dema ku navçe di bin avê de bû, ji aliyê TOKÎ'yê ve ji bo şêniyên navçeyê "Heskîf"eke nû hat avakirin. Li gorî rapora Koordînasyona Heskîfê di Îlona 2019’an de 199 gund di bin avê de mane.
 
JIYAN RAWESTIYAYE
 
Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê, salê 3 milyon geştiyar diezimand, lê niha şêniyên navçeyê bi xwe jî serdana Heskîfa nû nakin. Berdevkê Înîsiyatîfa Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan ê ku li Heskîfê ji dayik bûye û mezin bûye û ji bo ev der di bin avê de nemîne bi salan têkoşiya, diyar kir ku li bajarê nû bêdengiyeke mezin heye. Ayhan diyar kir ku ol û gelan li Heskîfa ku di bin avê de mabû jiyaneke hevpar ava kiribûn û bi hev re jiyan kiribûn û got: "Jiyana me ya wê demê bi biratiya gelan re derbas bû, gelan firsend dît ku di nava aştî û aramiyê de bi hev re bijîn. Suryanî, ereb, kurd di nava hev de bûn. Li wir bax û baxçe û heywanên me hebûnç Asta jiyana me û dahata me pri baş bû. Mixabin piştî ku ev bendav hat çêkirin hemû bîranînên me yên heyî hilweşiyan. Mînak bax û zeviyên me di bin avê de man. Yanî piraniya kesên li vir dijîn bi ax, rez û sewalkariyê re mijûl dibûn."
 
RÛXANDINEKE CIVAKÎ Û ÇANDÎ
 
Ayhan anî ziman ku bendavê koçberiyeke dijwar bi xwe re aniye û diyar kir ku piştî çêkirina bendavê gel ji cih û warên xwe bûne û koçî cihên din kirine. Ayhan got: "Heke hûn darekê rakin, hêdî hêdî dest bi hişkbûnê dike. Li Heskîfê ya ku nû hatiye avakirin niha gel di nava hilweşîna aborî, civakî û çandî de ne. Ji ber ku gotibûn dê derfetên karî bên peydakirin. Lê piştî em hatin Heskîfê ne derfetên kar ne ne çandinî ne jî sewalvanî ma. Ji lew r ehemûyan tune kirin. Têkiliyên mirovî hemû tune kirin. Ji ber vê jî mirov ji hev xeydan in. Niha li nava Heskîfê pêwendiya mirovan bi hev re tune ye." 
 
'HESKÎFÎ BI XWE JÎ NAYÊN HESKÎFÊ'
 
Ayhan diyar kir ku li Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê hejmara geştiyarên salane li dor 3 milyonan bûye û got ku gelê navçeyê bi xwe hjî serdana Heskîfa nû nake. 
 
GUH LI HIŞYARIYAN NEKIRIN
 
Ayhan anî ziman ku bi salan têkoşiyane ji bo bajarê dîrokî di bin avê de nemîne, lê hişyariyên wan esas nehatine girtin û wiha got: "Di dema têkoşînê de wekî înîsiyatîf me timî destnîşan kir ku divê dîrok û xweza di cih de bên parastin. Divê ev dîroka 12 hezar salî ji hemû cîhanê û mirovahiyê re li gelek platforman û di daxuyaniyên çapemeniyê de bê pêşkêşkirin. Me her tim ev tişt gotin. Lê desthilatê jî feraseta 'çi bibe jî ez ê çêbikim' afirand. Nifşên nû ji bo nekevin nava şaşiyên bi vî rengî û ji bo bûyerên bi vî rengî çênebi divê xwedî li dîroka xwe, çanda  zwe û xwezaya xwe derkevin." 
 
MA / Fethî Balaban

Sernavên din

07/01/2025
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN