Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin

  • ciwan
  • 09:17 31 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Mexmûriyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin, wiha gotin: “Heta ku Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ye. Abdullah Ocalan ku 4 sal bûn tu agahî jê nedihatin girtin, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kiribû ku tecrîda heyî didome. Piştî van geşedanan, Wezareta Dadê destûr da ku şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
Lêbelê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heta niha jî tu gavên şenber nehatine avêtin. Ji bo şikandina tecrîdê di asta navxweyî û navneteweyî de çalakiyên hatine destpêkirin didomin. Nobeta li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatie destpêkirin, salek û nîve didome. 
 
'DIVÊ KU EM BI RUHÊ CIWANTIYÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BISEKININ'
 
Ji ciwanan Yasemîn Îşlek diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê ku têkoşîn bê mezinkirin û wiha axivî: “Weke ku tê zanîn ev 45 meh in ku li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin. Piştî 45 mehan me dît ku cezayê disiplînê li Rêber Apo re birine. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo me çalakiya nobetê da destpêkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo hatine destpêkirin em didin diyar kirin ku dê nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin û nikarin gelê Kurd ji vê dozê bidin paş. Ev saleke zêdetire ku me ev çalakiye daye destpêkirin. Em weke xwendekarên Rêber Apo û weke jinên ciwan me ev çalakiye dewr girt. Bi vê minesebetê em ê bi fikra Rêbertiyê ku jina azad daye afirandin bimeşîn û vê fikrê xurtir bikin. Weke jinên ciwan divê ku em vê çalakiyê heta ku encam digirin bidin meşandin. Rêbertî bi xwe jî dibêje,'me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin.' Divê ku em jî bi vî ruhî tevbigerin. Ew ruhê ku ji bo ciwanan hatiye bexşandin divê ku em xwedî li wî ruhî derbikevin û em bi tekoşîna ku li Îmraliyê tê dayin re bikin yek û hin zêdetir çalakiyên xwe xurtir bikin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi xwendina Rêbertî re em dikarin xwe bi têkoşîna wî re bikin yek. Bi dirûşma 'jin jiyan azadî' em dikarin hin bêtir têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ BÊTIRÎN TÊKOŞÎN PÊWÎSTE'
 
Ji ciwanan Ozlem Nêrwehî jî bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê ku herî zêde jin têbikoşin û ev tişt got: “Ev 26 sale ku Rêber Apo di girtîgehê de ye. Ev 45 meh in jî tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Bi vê re jî bisînor neman û cezayê disiplînê jê re birin. Ji bo şikandina vê tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi dikeve ser milê divê ku em bikin. Em jî weke jinên ciwan tev li çalakiya nobetê bûne. Banga me ji jinên ciwan re ew e ku tevlî vê çalakiya me bibin û kar û xebatên xwe ji bo vê zêdetir bikin." 
'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM AMADE NE'
 
Ji jinên ciwan Pinar Bayar jî got ku heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê ciwan dê di çalakiyan de bin û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca tecrîdê ew e ku ji hêla fîzîkî de jî Rêber Apo têk bibin. Bi tecrîdê dixwazin ku fikir û ramanê Serokatî tune bikin. Ev çend sale ku em agahî nastînin û tecrîdê her ku diçe girantir dikin. Ji bo ku ev tecrîde bi dawî bibe gelek çalakî hatin li dar xistin. Van çalakiyan encam girt û bi Serokatî re hevdîtin hat kirin. Lê piştî wê hevdîtinê jî 6 meh cezayê disiplînê jê re hate birin. Ji bo ku ev tecrîde bi dawî bibe û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan çêbibe heta ku ji me tê em ê çalakiya xwe bidomînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Banga min ji jinên Kurd ê ciwan heye ku ji vê tecrîdê re bêdeng nemînin. Heta ku Serok Apo bi fizîkî azad nebe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo şikandina vê tecrîdê çi bikeve li ser milê me ciwanan em ê bikin û em ê di vê hêlê de erka xwe pêk bînîn." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

10/02/2025
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang