Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê di girtîgehê de ye, ji bo têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan bang kir û wiha got: “Bêguman azadiya wî dê bibe azadiya me tevan.” 

Zeynep Celaliyan ku di sala 2007’an de li Îranê hate binçavkirin, îşkenceyên giran lê hatin kirin û piştre hate girtin, ji bo mezinkirina kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” bi rêya nameyekê bang kir. Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê di girtîgehê de ye, bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û banga têkoşînê kir. 
 
Nameya Zeynep Celaliyan wiha ye: 
 
“Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz ya siyasî me ku ji ber raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan sûdê werdigire ku ew bi xwe jî 26 sal e ji bo fikirên xwe û azadixwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez tevlêbûna vê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye ragihandin wek erka bingehîn û exlaqî dizanim. Ez azadiya bê şert û merc ya wî dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji bo wî mirovê mezin û xwediyê ramanê dixwazim.
 
Dema ku nîştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên sax, dema ku kesek ne xwedî hêza têkoşîn û şerî bû li hemberî dijminan; û bi taybet dema ku li Bakurê Kurdistanê, rejîma faşîst a Tirkiyeyê hebûna Kurdan înkar dikir û ew dikuştin, tekane kesê ku li dijî wê dewletê serî bilind kir Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyeyê de yekane çiraya ronîker a rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû.
 
TECRÎDA LI SER OCALAN 
 
Dema ez li ser jiyana wî difikirim, dilê min diêşe ku çima cîhanê ew dereng fêhm kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşopî berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan re hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên weke Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê bi awayeke bêbextane ew kesayetê axadîxwaz esîr girt û 26 sal e di bin tecrîdê de ye. Cîhan şahid e ku wan sinordarkirinan jî nekarîn fikir û ramanên wî asteng bikin.
 
Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê weke cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir. Pergala konferderalîzma Demokratîk weke alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kir. Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bigihîjin mafên xwe û jiyaneke hevbeş ya aştîxwazane ava bikin. Lê ev yek berjewendiyên dewletan dixe metirsiyê, loma dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan zêde dike. Lê digel wan hemû fişar û astengiyan, wî dîsa bi awayekî bi hêz rêkarên afirîner ên ji bo rêya azadiyê nîşan dan. Weke rêber û xwedî raman, canê xwe hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo neteweyan kire mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekheviyê û azadiyê ye.
 
JIN JIYAN AZADÎ
 
Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, ev 17 sal in di dijwartirîn şert û mercên zindanan de dijîm û şert û mercên zindanan baş têdigihêjim. Eger em tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê me tê sepandin bişkênin, em ê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin wê bibin pêşengê şikandina pergala zindanan.
 
Jin û gelên Îranê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî şoreşekê dikin. Ew dirûşme raman û felsefeyek e ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ramanên wî, di daxwaza azadiya wî ya fîzîkî de israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke demokratîk, piştevaniya raman û mirovê azad bikin û wî biparêzin.
 
AZADIYA RÊBER APO 
 
Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybet kesên bîrmend, akademîsyen, hunermend, mafnas, femînîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber Apo bikin û beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. Ji ber ku hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn ya pirsgirêkên xwe pêdiviya bi ramanên wî heye. Lewra di cih de ye ku netweên Îranê hemû hewildana xwe ji bo rakirina astengiyên li hember Rêber Abdullah Ocalan bidin. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahyê û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercên zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û têdikoşe ku bingeha ramanên wî jî li ser azadiya jinan e; nexwe divê piştevanî di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civak, jin û mêran bi wê heye. Loma ez we vedixwînim ku hûn beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybet ya jinên têkoşer be.”
 

Sernavên din

12/01/2025
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir