Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin

  • rojane
  • 14:30 12 Çile 2025
  • |

KOCAELÎ - Ji endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got ku di dema serdanê Fîgen Yuksekdag wiha got: “Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.”  

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk tê de cih digirin, îro çûn Girtîgeha Kocaeliyê û bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag re hevdîtin kirin. Şandeyê di heman demê de bi Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel re jî hevdîtin kir. 
 
Şande, piştî hevdîtinê daxuyanî da. 
 
YUKSEKDAG: ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM AMADE NE PÊK BÎNIN 
 
Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê axivî û wiha got: “Me bi Serok Fîgenê re hevdîtin kir. Tenduristî û mirûzê wan baş e. Me bi wekîla xwe Semrayê re hevdîtin kir. Ji bo her kesî silavên wan hebûn. Dê têkildarî pêvajoyê sibe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyê bide. Lê xwest ez ji we re bibêjim; ‘Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.’ Ez 5 sal berê tehliye bûbûm. Em dîsa li vir axivî bûn. Di nava 10 salan de vî welatî gelek tiştên giran winda kir. Du tiştên ku vegera wan tune ye, yek kesên jiyana xwe ji dest dayin a din jî dem e. Hemû şehîd û gaziyên vî welatî rûmeta vî welatî ne. Diyariya herî mezin a ku em bikarin bidin wan, bidawîkirina şer û tacîdarkirina bi aştiyê ye. Em micid û jidil in.” 
 
Onder, wiha domand: “Zarokên vî welatî, heqa nakin ku mîrateya şer bigirin. Berpirsyartiya me ew e ku welatekî aştiyane radestî wan bikin. Nîqaşên spekûlatîf tên kirin. Ev ziman biqasî çekê zirarê dide. Dê welat dabeş bibe, du ziman, du al û hwd... Di rojeva me de tiştekî wiha nîne, me nîqaş nekiriye û ne jî tiştekî wisa hatiye gotin. Tiştekî wiha tune ye. Em amade ne ku bi her kesên gumanê ji pêvajoyê re dibin re rûnin. Tekane ricaya min ew e ku ji vî zimanê toksît berdin.” 
 
'EM RÊ NEDIN QESABÊN KEVOKAN’ 
 
Onder, wiha pê de çû: “Heke dê bibêjî bi xêr bibêje. Em pêvajoyê zelal dimeşînin. Lê du nifteyên wê hene. Yek micidbûn a din jî jidilbûn e. Mafê me heye ku li benda tiştekî wiha bin. Ev derd, derdê me tevan e. Em li bendê ne ku her kes ji hêla erênî ve sûdewer be. Em ê zimanê xwe neguherînin. Li dijî vî zimanê êrişkar em herî zêde dikarin wiha bibêjin. Dê gel biryara jidilbûnê bide. Ev hefteyeke em di rêyan de ne. Di rê de yên daxwaza aştiyê dikin, yên me hembêz dikin, yên dibêjin lez bikin û car bi car hişyar dikin... Di vê mijdarê de wijdana gel rêya rast nîşan dide. Divê mirov rê nede qesabên kevokan. Ev jî berpirsyartiya me tevan e.” 
 
DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN
 
Onder, ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi partiyên Kurdistanî re jî wiha got: “Belê dê bidomin. Partî plansaziya wê dike. Em çi bibêjin dê xelet be. Em ê tu derdorên civakî li derveyî parvekirinê nehêlin.” 
 
 

Sernavên din

22/01/2025
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje