Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere

  • rojane
  • 09:15 14 Çile 2025
  • |

ÎZMÎR - Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in û ji bo pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd pêş bikeve hewceye îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne.   

Serokê Giştî yê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, peyamên Abdullah Ocalan û hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî re nirxand. Kocabiyik, anî ziman ku tevî hemû rewşên neyînî jî behskirina aştiyê, rewşa bêşer û axaftinên li ser çareseriyê hêviyê didin. 
 
 
Kocabiyik, da zanîn ku rewşa şer hemû derdor êdî ji taqet xistiye û wiha got: “Di her zereya vê xakê de mirin, komkujî, neheqî, bêedaletî, înkar û tunehesibandin heye. Weke baweriyeke ku ev dê bi dawî bibin heye. Lewma em bihêvî ne. Hêvîdarim gavên pêwîst bên avêtin. Piştî hevdîtinên DEM Partiyê her tişt dê zelaltir bibe. Pêvajo, piştî bangên Bahçelî yên di civîna koma xwe de dest pêkir. Her wiha derdorên li dijî aştiyê jî derketin holê. Pêdiviya van derdoran jî bi aştiyê heye.” 
 
Kocabiyik, bal kişand ser gef û êrişên ser Elewî û Durziyan ên li Sûriyeyê û got ku heke li Sûriye û herêmê aştî çênebe, dê aştiya Tirkiyeyê jî zêde demdirêj nebe. Kocabiyik, wiha domand: “Di demên berê de Meclis li derveyî pêvajoyê hat hiştin. Partiyên li Meclisê nûnertiya ji sedî 90’ê civakê dikin. Lewma divê ev hêz ji bo aştiyê bê bikaranîn. Bila ji alîgirên xwe re tiştên cuda û li piştperdê tiştên cuda nekin. Komîsyoneke li Meclisê hatiye avakirin bila çarçoveya pêvajoyê xêz bike û ragihîne ku mutebeqetek hatiye kirin. Ev daxuyanî dikare hemû derdorên neyînî li pêvajoyê dinêrin qaneh bike. Lewma ji bo tevlikirina nûnertiyê ya li pêvajoyê, avêtina gavan pir girîng e.” 
 
BIRATIYA LI SER ESASÊ WEKHEVIYÊ 
 
Bi domdarî Kocabiyik bal kişand ser gotina “Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan” a di peyama Abdullah Ocalan de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bang girîng bû. Divê xeyala pêşeroja hevpar dîsa were avakirin. Divê ne tenê Tirk û Kurd lê divê Ermen, Çerkes, Rum, Elewî û hwd. jî tê de cih bigirin. Peyva biratiyê pir hate bikaranîn û hundirê wê vala kirin. Divê biratî li ser esasê wekheviyê be. Li gorî min têkoşîna aştiyê ya 50 sal in didome û rewşa şer a ku êdî gel nikare ragire rê li ber vê pêvajoyê vekir. Hêvîdarim vê carê bi ser keve.” 
 
'DIVÊ ZIMAN Û MEJÎ BIGUHERE’
 
Di berdewamê de Kocabiyik anî ziman ku ji bo pêvajo bi erênî pêşbikeve divê îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne û gotinên Hakan Fîdan ên der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bîr xist. Kocabiyik, got ku ev ne zimanê aştiyê ye û got: “Hakan Fîdan di demên berê de ji aktorên pêvajoya çareseriyê bû. Ev gotinên wî, gotinên aqilê dewletê ne ku dixwaze bitirsîne. Operasyona li dijî Şaredariya Akdenîzê jî bi vê boneyê ye. Feraseta ‘An dê bi gotina me be an jî hûn dernakevin çarçoveya me xêz kirî.’ Tekane rêya tunekirina vê ferasetê, civakîkirina daxwaza aştiyê û têkoşînê ye. Divê ziman û mejiyê dewletê li gorî zimanê aştiyê bê amadekirin. Bi aştiyê re dê her cih nebe bihûşt lê dê wêranî û travma bi dawî bibin. Dê xizanî bi dawî nebe dê biqasî îro nebe. Bêhiqûqtî dê bi dawî nebe lê qet nebe dê hin gav bên avêtin. Têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in. Heta aştî çênebe, edalet nabe. Em vê ji Komkujiya Garê dizanin.” 
 
MA / Tolga Guney 
 
 
 

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin