HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin

  • rojane
  • 15:00 14 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê de 28 endamên koma paramîlîter a dewleta tirk hatine kuştin û 36 jî birîndar bûne. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şer û pevçûnên duh li gundewarên Minbicê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê qewimîn, eşkere kir. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: 
 
“Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di van êrişan de hemû cureyên çekan, balafirên şer, balafirên bêmirov, tank, obîs û çekên giran bi kar tînin. Lê tevahî êrişên wan li hemberî berxwedana şervanên me dişikên.
 
BERXWEDANA LI GUNDÊN MINBICÊ
 
Duh (duşem) saet di 12.45’ê nîvroyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi erebeyên BMB û erebeyên zirxî êrişî Mezreya Ebû Seîd a li başûrê rojhilatê Minbicê kirin. Li vir şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûnên çeteyan da û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li ser vê yekê çete neçar man ji qadê vekişin. Piştre çeteyan careke din êrişeke nû pêk anî. Şervanên me bersiveke mezin da çeteyan û şer derket. Şer heya saetên pêşîn ên êvarê dewam kir. Encama şer wiha ye; 5 erebeyên zirxî û du erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin, li 18 kombûnên çeteyan hate xistin.
 
Hêzên me bi çalakiyên bibandor li kombûn û nuqteyên çeteyan xistin. Di her carekê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbên giran dixwin de, bi balafirên şer û yên bêmirov bi dijwarî êriş dikin. Di encama êrişan de 4 şervanên me birîndar bûn.
 
Di pevçûnan de, bi qasî hat tesbîtkirin ku 23 çete hatin kuştin, 24 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e.
 
ENIYA PIRA QEREQOZAQÊ
 
Li eniya Pira Qereqozaqê jî şervanên me li nuqte û kombûnên çeteyan ên li gundên Qebû Îmo, derdora Girê Syrialetê xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn, birîna 10 çeteyan giran e.
 
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên tijî şênî bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de gundê Bîr Hiso û Girê Rûla yên nêzî Pira Qereqozaqê, balafirgeh û embarên genim ên Sirînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu zirar çênebûn. Hemwextî bombebaranê, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundên Bîr Hiso, Cada, Nûr Elî, Girik, Tîne û derdora Pira Qereqozaqê topbaran kirin.
 
ÊRIŞÊN SER DÊR HAFIRÊ
 
Li eniya Dêr Hafirê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, lê tu zerar çênebûn. Her wiha 4 dronên xwekujî gundê Miftahiyê bombebaran kirin. Şervanên me dronek xist, 3 dronên din bêyî ku zirar çêbin teqiyan. Droneke din jî li gundê Dibsî Efan li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn xist, lê tu zerar çênebûn. Şervanên me droneke xwekuj xistin. Di heman demê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundê Îmam 4 çalakiyên hewayî li dijî kombûnên çeteyan li dar xistin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.
 
BÎLANÇO
 
Bîlançoya duh; 28 çete hatin kuştin, 36 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e. Her wiha 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî îmha kirin. Hêzên me li 24 noqteyên çeteyan xistin û droneke xwekujî ya çeteyan hat xistin. 4 şervanên me birîndar bûn û agahî ji 3 şervanên din qut bûye.”
 

Sernavên din

09/03/2025
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye