Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin

  • rojane
  • 09:33 15 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Parêzer Gulîzar Tûncerê anî ziman ku di pêvajoya nû de divê zimanê  bê bikaranin bê guhertin û got: "Di vê pêvajoyê de gengeşeyên ku tên kirin divê bên şênberkirin û civakîkirin."

Gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de ne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, di 28'ê Kanûnê de bi heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê re hevdîtinek pêk anî.
 
Peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriyê di raya giştî de tên gengeşekirin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser biratiya tirk-kurdan û bang li hemû beşên civakê kir û bal kişand ser girîngiya tevkariyên erênî.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Gulîzar Tûncer, gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxandin. 
 
ZIMANÊ DESTHILATÊ
 
Gulîzar Tûncerê diyar kir ku piştî gengeşeyên pêvajoya nû hêvî zêde bûne û got ku zimanê desthilatê zimanê heqaret û tehdîdê ye. 
 
Gûlîzar Têncer got: “Naverok çiqasî girîng be, vegotina wê jî girîng e. Tiştên ku hev temam dikin ev in. Ji aliyê DEM Partiyê ve jî der barê prosedur û rêbazê de îtirazeke pir zelal nehat pêşxistin. Ji destpêkê ve têkiliyek newekhev hat domandin. Gelê kurd heta niha gelek êş kişandine. Bandora şer li ser kurdan pir kûr bû. Kuştinên kiryar nediyar, windakirin, gerîlayên jiyana xwe ji dest dan... Dest ji Bahçelî an jî Erdoganê ku nûnertiya baskê desthilatdariyê dikin berdin, dema Ozgur Ozel jî axivî, tenê bal kişand ser leşkeran ü malbatön leşkeran. Loma jî li vir tenê dewlet û berjewendiya wan esas tê girtin. Paşê cardin domandina polîtîkaya qeyûm, zimanê ‘em ê wan biqelihînin' berdewam kirin."
 
‘ZIMANEKÎ LI ALIYÊ ÇARESERIYÊ'
 
Gulîzar Tûncerê anî ziman ku zimanê desthilatê nayê qebûlkirin û got: “Li ser sedemên ku ev pêvajo ev qas lez û bez hat kirin, zêde nehat fikirîn. Daxuyaniyên Bahçelî mijarek bû ku divê pir li ser were fikirîn. Ew ziman êdî gihîştiye asta heqaretê. Êdî ne tenê zimanekî gefxwarinê ye. Bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû mijareke ku ji aliyê çapemeniya desthilatdar ve di qadên magazînî de hat nîqaşkirin û axaftin. Li aliyê din zimanekî ku gelê kurd aciz kir, heqaret û biçûk xist, hat afirandin. Jixwe derketina bi daxuyaniyeke wiha pirsgirêk bû. Li hemberî vê yekê divê zimanekî nû yê siyasî ku siyaseta çareseriyê hildiberîne, bi awayekî ku daxwazên xwe derxe holê."
 
‘GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVE'
 
Gulîzar Tûncerê bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Li wir civakeke ku navendîbûn lê serdest nebe, xwecihî zêdetir li pêş be, jin azad bin, ekolojiyê esas digire, xebateke demokratîk pêk bê hatiye avakirin. Niha hewl tê dayîn ku ev der bê tunekirin. Em ji vê re nabêjin pêvajo, lê em nabêjin aştî jî. Sedemên sereke yên vê yekê jî tiştên ku li herêma Rojhilata Navînê diqewimin bi xwe ne ku wekî 'eniya derve' bi nav dikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e careke din were tekezkirin ku; qirkirina ku îro tê serê gelê Filistînê û polîtîkayên dewleta siyonîst Îsraîlê ji bo gelê kurd tê meşandin. Heya niha tê xwestin ku ev polîtîkayên mêtingeriyê li Efrîn, Kobanê û herêmên din ên rêveberiya xweser bên meşandin. Gelê kurd wê heta dawiyê xwedî li van destkeftiyan derkeve." 
 
'DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN'
 
Gulîzar Tûncerê anî ziman ku piştî gengeşeyên pêvajoya nû tecrîd hinekî hat şikandin û ev yek girîng e û got ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û bidawîbûna pêkanînên qeyûman gavên şênber bên avêtin.
 
Gulîzar Tûncer diyar kir ku divê tecrîd û pirsgirêka kurd bi tevahî bê çareserkirin û pêvajo bi beşdariyeke demokratîk û gengeşeyan bê meşandin. Gulîzar Tûncerê işaret bi peyamên Abdullah Ocalan kir û got: “Mirov pir xerîbê vê mijarê ne. Lewma divê ev gengeşeyên aştiyê bên şênberkirin û civakîkirin. Wekî ku Ocalan jî got divê ev li Meclisê bê gengeşekirin û li nava civakê bê belavkirin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

22/01/2025
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje