Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike

  • rojane
  • 09:34 15 Çile 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzvanê mafên mirovan Coşkûn Ustercî ku yek ji îmzevanê metna divê meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin de ye, wiha got: "Pir rast e ku divê muzakere ji Îmraliyê dest pê bike."

Yek ji îmzevanê divê meseleya kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin parêzvanê mafên mirovan Coşkun Ustercî, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên ku tên kirin nirxand û got: "Ji bilî daxwaza aştî û demokrasiyê tu çareya me tune ye."
 
Ustercî îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navînê kir û got ku ev geşedan bûne sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan û krîzên mirovî. Ustercî bal kişand ser bandora van geşedanan a li ser Tirkiyeyê û got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd ku gelekî girîng e, ev 40 sal in bi rêbazên aştiyane nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd dibe sedema berdêlên gelekî giran ên aborî, siyasî, civakî û çandî. Li hemberî tabloyeke wiha tarî dema ku em wekî mirov li meseleyan dinêrin, em dibînin ji bilî daxwaza aştî û demokrasiyê tu çareyek nemaye. Eger em nikaribin aştî û demokrasiyê ava bikin û wan mayînde bikin, wê ev rewşa tarî me bişewitîne. Em ê di tariyê de winda bibin."
 
Coşkun Ustercî
 
GUMAN Û FIKAR
 
Ustercî anî ziman ku ji bilî aştî û demokrasiyê tu rêyeke din nîne ku binpêkirinên mafên mirovan ên heta niha hatine kirin ji holê rake û got ku ji bo dawî li derdorên nakokî bên divê hevdîtinên aştiyê heta dawiyê bidomin. Ustercî mînakên danûstandinên cuda yên aştiyê yên li gelek deverên cîhanê nîşan dan û got: "Di bin ronahiya van de ezmûneke mirovî ji bo me hatiye afirandin. Dema em li van ezmûnan dinêrin, em dibînin ku pêvajo her tim geh bilind bûne geh ketine. Hevdîtinên demdirêj, di demên neçaverêkirî de maseyê diqulibînin û sozên ku hatine dayîn bi cih nayên. Ev jî dibin sedeam guman û fikaran. Lê divê em bi ser de biçin. Ji lew re firsendek heye. Heya mirov rîskê nede ber çavê xwe ne pêkan e ku derfetan biafirîne û bigihê aştiyê."
 
Ustercî diyar kir ku ji bo pêvajo rast bimeşe zelalî gelekî girîng e û got: "Divê hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna mafê agahîdayînê yên civakê bên rakirin. Ev bi tena serê xwe têrê nake. Piştî pêvajoya dawî ya çareseriyê hewldana darbeyê pêk hat. Desthilatdariya siyasî ev yek wekî firsend qebûl kir û Rewşa Awarte îlan kir. Qada siyasî ya giştî teng kir û girt. Maf û azadiyên bingehîn hatin astengkirin. Di vê hawirdora siyasî ya girtî de ne mimkûn e ku ev zelalî hebe. Divê hawirdora siyasî ya giştî ya girtî bi tevahî were vekirin. Ji bo ku mirov bikaribe bi azadî behsa aştî û demokrasiyê bike û bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, divê astengiyên li ber azadiyên din bên rakirin. Qanûna dezenformasyonê ya ku di demên dawî de hatiye derxistin heye û bi hebûna qanûnên bi vî rengî zelalî çênabe." 
 
'PIR GIRÎNG E KU MUZAKERE JI ÎMRALIYÊ DEST PÊ BIKE'
 
Ustercî diyar kir ku pêvajoyeke ku li pişt deriyên girtî pêk tê wê baweriyê nede tu kesî û got ku divê Meclis roleke çalak bilîze. Ustercî diyar kir ku divê aktorên siyasî bên agahdarkirin û got: "Abdullah Ocalan di mijara çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd de nûnerê hinek aliyên nakok e ku werin ser maseyê. Wî bi xwe jî got ku xwedî hêz û wê şiyanê ye ku dikare vê pirsgirêkê li ser zemînê hiqûqê çareser bike. Lewma divê kesên pevçûnê didomînin û aktorê zor û zehmetiyên vê dikişînin biaxivin. Aliyekî vê Îmralî û aliyê din jî desthilata siyasî û şirîkên wê ne. Lewma pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike." 
 
Ustercî diyar kir ku aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were wê bandoreke mezin li Rojhilata Navînê bike û wiha got: "Em dikarin bibêjin aştiya Tirkiyeyê aştiya Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navînê pevçûneke emperyal heye ku Rûsya-Çîn û DYA û mutefîkên wan dikin. Tirkiye jî hewl dide di vir de ji xwe re rolekê çêbike. Bi rastî jî gava aştiyeke li ser esasên demokrasiyê , mafên mirovan û aştiyê pêk bê bê dê hesabên emperyalîstan jî xera bibe. Ji lew re demokrasî û aştî, zelalî û bawerî ye."
 
Ustercî destnîşan kir ku divê fikra aştî û demokrasiyê were civakîkirin û got ku divê hemû civak bi awayekî bibiryar û bawerî doza aştiyê bike. Ustercî bi bîr xist ku beşeke mezin a civakê ji ber şer û pevçûnên ku zêdeyî 40 sal in dewam dike zirar dîtiye û wiha dewam kir: "Hemû kes nerihet in. Bedelên giran hatin dayîn, zêdeyî 40 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lewma yek ji rêyên herî girîng ên pêaknîna aştiya mayinde ew e ku aştî û demokrasî bên civakîkirin." 
 
 

Sernavên din

22/01/2025
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje