Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş

  • rojane
  • 10:55 15 Çile 2025
  • |

AMED - Ayşe Guler ku bavê wê Siddik Guler yek ji girtiyên nexweş e û rewşa wî giran e, wiha got: “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ji roja birine Girtîgeha Îskenderûnê heta niha erebeya wî ya astengdaran jê re nehatiye dayin."

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam in û gelek girtiyên nexweş li benda tehliyeyê ne. Yek ji van girtiyan jî Siddik Guler e. Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ji ber hincetên siyasî, Guler ji sala 1994’an heta niha girtî ye. Nexweşiyên Guler ên weke hîpertansiyon, dil û romatîzmaya gehikan hene. Guler, ev demeke bêyî daxwaza xwe li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dihat ragirtin. Guler, erebeya astengdaran bi kar tîne û di 12’ê Cotmeha 2024’ê de bi hinceta “tedawî qebûl nekir” dîsa sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate kirin. 
 
Keça Guler, Ayşe Guler di 7’ê Kanûnê de çû serdana bavê xwe. Ayşe Guler, da zanîn ku rewşa bavê wê her ku diçe nebaştir dibe û divê bê berdan. 
 
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BICIH BÎNE’
 
Ayşe Guler, diyar kir ku pêdiviya bavê wê bi sexbêrkirinê heye û nikare di girtîgehê de bimîne. Ayşe Guler, wiha domand: “Bavê min 84 salî ye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Hêj 3 salên wî mane. Nexweşiyên wî pêş ketine û nikare sexbêra xwe bike. Her wiha êdî tişt nayên bîra wî. Nikare bi tena serê xwe bimeşe û pêdiviyên xwe bicih bîne. Hevalên wî jê re dibin alîkar nexwe nikare bi tena serê xwe tu tiştekî bike. Dema tê hevdîtinê jî nikare bi tena serê xwe bê. Hevalên wî dikevin bin çengên wî, jê re dibin alîkar. Di hevdîtina dawî de nedikariya ser kursiyê jî bisekine.” 
 
BAV Û KUR JI HEV CUDA KIRIN
 
Ayşe Guler, diyar kir ku beriya niha bav û birayê wê li heman girtîgehê diman lê rayedarên girtîgehê ew ji hev cuda kirine. Ayşe Guler, wiha pê de çû: “Birayê min û bavê min salek û nîvan bi hev re man lê ji hev cuda kirin. Diviya bû birayê min niha li cem bavê min bûya. Dê ji bo bavê min baş bûya. Ji ber ku pêdiviya wî bi sexbêrkirinê heye. Cara dawî dema mafê telefonê bi kar anî, hevalê wî jê re bû alîkar. Mafê telefonê nayê bîra wî.” 
 
‘EREBEYA ASTENGDARAN A BI CEYRANÊ DIXEBITE NADINÊ’ 
 
Bi domdarî Ayşe Guler, ev tişt anî ziman: “Bavê min ji bo tedawiyê du mehan birin Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. Bavê min li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bû. Qaşo ji bo tedawiyê biribûn wir lê tiştek nekirin. Bavê min jixwe erebeya astengdaran bi kar tîna û me jî ji girtîgehê berê erebeya astengdaran a bi ceyranê dixebite xwestibû. Wan jî qebûl kiribûn. Lê li Îskenderûnê vê kursiyê nadinê. Parêzeran ji bo vê serlêdan kirin. Parêzeran got ku dozgeriyê daxwaz qebûl kiriye lê li benda rêveberiya girtîgehê ne. Dê kî hesaba vê neheqiyê bide? Bavê min li ber çavên min dihele. Bi hezaran girtiyên nexweş hene û jiyana xwe ji dest didin. Em ditirsin ku yek ji wan jî bibe bavê min. Li girtîgehê hejmara cil û bergan bisînor in. Ji bo em cilan bidin bavê min divê em radestî rêveberiyê bikin lê bavê min ji bîr dike lewma diavêjin sergoyê. Dema em daxwaz dikin jî dibêjin ‘cilên wî hene’ û nadin wî.” 
 
‘BILA BI QANÛNÊN XWE BIKIN’
 
Ayşe Guler, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek nexweşiyên bavê min hene lê dîsa jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan. Nexweşiya dil, romatîzmaya gehikan, tansiyon heye. Ji her du çavên xwe jî emeliyat bû. Çavên wî baş nabînin û baş nabihîse. Birin ATK’ê lê encamek jê derneket. Raporê bi parêzerên wî re jî parve nakin. Tenê dibêjin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Gelek girtî di vê rewşê de ne. Divê tavilê bên berdan. Divê ev kes li malên xwe bijîn. Tekane daxwaza me ev e. Banga me ji bo wezaretên edalet û tenduristiyê û li hemû kesên berpirsyar ew e ku destê xwe deynin ser wijdana xwe û çareseriyekê bibînin. Divê nûnerên hemû partiyan biçin girtîgehan û rewşa girtiyan bibînin. Em dixwazin dewlet bi qanûnên xwe bike, berpirsyartiyên xwe pêk bîne. Deriyên wan li me girtî ne.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin