Sembola berxwedana jinên kurd

  • jin
  • 11:28 15 Çile 2025
  • |
img

ŞIRNEX –Binevş Agal li Botanê tovên têkoşîn û berxwedanê reşand û Berîvan Cizîrî wiha behsa wê kir: "Wê gel hişyar kir. Min navê wê li xwe kir, beşdarî têkoşînê bûm û hewl da bibim layiqî navê wê." 

Bînevş Agal bi sekn, berxwedan û têkoşîna xwe di karwanên jinên nemir de cih girti û li Botanê wek Bêrîvan dihat naskirin. Dema ku di 16'ê çileya 1989'an de jiyana xwe ji dest da, gel rakir ser piyan. Bi têkoşîna xwe ji jinên kurd û êzidiyan re bû çavkanî. Tevî ku gelek sal di ser şehadeta wê re derbas bûne jî têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin.
 
Binevş Agal li gundekî navçeya Qûbîna Êlihê ku gundek êzidiyan e di sala 1966’an de hat dinê. Navê Bînevşa Narîn a destana ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ li wê kiribûn. Malbata wê wekî gelek malbatên êzidî piştî darbeya 12’ê îlona 1980 neçar ma koçî Ewropayê bike. Binevş Agal piştî ku tevli tevgera azadiyê bû navê Bêrîvan li xwe kir. Di sala 1985’an de ji Ewropayê derbasî Rojava bû û ji wir jî derbasî herêma Cizîrê ya Şirnexê bû. Di demeke kurt de di nav gel û jinên botanî de hat naskirin û hezkirin. Di 16’ê çileya 1989’an de di encama serdagirtina malekê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heta niha her tim wek efsane navê ‘Bêrîvan’ li ser ziman e. 
 
Gelek malbatan navê Bêrîvan li zarokên xwe kir û gelek kesên ala têkoşînê hilgirtin ev nav li xwe kirin. Ji wan yek jî Bêrîvan Cizîrî ye ku li Cizîrê di Newroza 1992’an de bi kefiya xwe ya spî ve pêşengî ji gel re kir û li hember hêzên dewletê ku panzer diajotin ser gel û qetlîam pêk dianîn tiliya xwe dihejand. Bêrîvan Cizîrî têkildarî têkoşîna Binevş Agal ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
‘WÊ TÊKOŞÎN BELAV KIR’
 
Bêrîvan Cizîrî da zanîn ku li Botanê nasname û hişmendiya bi hatina Binevş Agal ve xurt bûye û wiha axivî: “Hevala Binevş Agal bandor tenê li gelê Cizîrê nekir, bandor li hemû gel kir. Perwerdehiya Rêbertî dît û li Rojava xebat meşand. Piştî demekê hat Cizîrê. Bi hatina wê ve li Cizîrê gel hişyar bû. Bandoreke mezin li ser gel kir. Li hemû malên ku diçûyê bandor li ciwan, jin, kal û pîran dikir. Nemaze jî sekna wê ya kurdewar bala mirov dikişand. Bi xebata xwe ve gel rêxistin dikir û rêxistin bi gel dida naskirin. Tax bi tax digeriya, civîn lidar dixist, jin û gel dianî gel hev. Sekn û usluba wê ji bo naskirina rêxistinê bes bû. Ne tenê li Cizîrê bajar bi bajar digeriya û gel rêxistin dikir. Şehîdbûna wê bandoreke mezin li min kir. Pir li ber xwe da û bi lehengî şehîd bû. Pêvajoya şehîdbûna wê ji nêz ve dizanim. Min hevala Berîvan li mala birayê xwe dît û wê demê ez 14 salî bûm. Min gelek tişt fêm nedikir lê dema min hevala Bêrîvan dît pir di bandora wê de mam. Piştre ji bo min bû armanc.”
 
‘JI HÊZA WÊ DITIRSIN’ 
 
Bêrîvan Cizîrî diyar kir ku şehadeta Binevş Agal jî bandor li gel kir û wiha pê de çû:  “Hevala Bêrîvan civîna xwe ya dawî bi heval Emîn re li Taxa Cûdî pêk anî. Di navbera wan û polîsên ku bi awayekî fizîkî dişopandin de pevçûn derket û li wir heval Bêrîvan û Emîn birîndar bûn. Îşkence li her du hevalan kirin û piştre bi 8 guleyan ew qetil kirin. Piştre her kes binçav kirin. Ji bo 2-3 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Cenazeyên wan nedan malbatan. Cenazeyên wan ji aliyê şaredariyê ve hatin definkirin. Destûr nedan ku raya giştî ji geşedanan agahdar bibe. Ji ber ku ji hêza heval Bêrîvan ditirsiyan.”
 
‘ME XWEST LAYIQÎ KEDA WÊ BIBIN’
 
Bêrîvan Cizîrî anî ziman ku piştre ala têkoşînê dewr girtiye û wiha axivî: “Ji min re gotin, tu weke heval Bêrîvan wêrek î, navê wê li xwe bike. Ez gelek li ser vê yekê fikirîm, gelo ez ê hêjayî vî navî bibim. Piştre min hewl da ku layiqî nav û têkoşîna wê bibim. Li pey rêheval Bêrîvan bi sedan ciwan beşdarî têkoşînê bûn. Mîrasa têkoşîna ku li pey xwe hişt li gelek bajaran belav bû. Komîteyên jin û ciwanan hatin avakirin. Ev mîrate gav bi gav li seranserê Kurdistanê belav bû û pêngava serhildanê dest pê kir. Berxwedana Cizîrê ji bo hemû kurdan bû çirûskek agir. Êdî pêvajoya xebat, rêxistinî û serhildanê bû. Me nexwest têkoşîna heval Bêrîvan da destpêkirin nîvço bimîne û me xwest layiqî keda wê bibin.”
 
‘ŞOREŞA JINAN DÊ BI SER BIKEVE’
 
Bêrîvan Cizîr got ku şoreşa jinan dê bi ser bikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîna ku wê daye destpêkirin hê jî didome. Têkoşîna wan bû sedem ku ez û gelê Cizîrê dakevin qadan. Tiştekî ku ez winda bikim tune bû. Di heman demê de min navê wîê jî li xwe kir, lewma divê ez layiqî vî navî bim. Bêrîvan şehîd bû, lê bi hezaran kes rêya wê dişopînin. Îro ev têkoşîn li çiya, kolan, bajar û her çar parçeyên Kurdistanê didome. Şoreşa jinê li gorî têkoşîna ku li pey xwe hiştiye wê bi ser bikeve.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin