‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’

  • rojane
  • 13:47 15 Çile 2025
  • |

MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bertek nîşanî îktîdarê dan û gotin: “Dê qeyûm biçin, gel dê bimîne. Em ê serî netewînin.” 

Di 13’ê Çileyê de li Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê qeyûm hate tayînkirin û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 6’an de didomin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya avahiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, hatin gel hev. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Akdenîz a me ye, şaredarî ya me ye” hatin berzkirin. Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş di daxuyaniyê de wiha got: “Hevşaredarên me ev 6 roj in girtî ne. Em vê qebûl nakin. Me beriya niha qeyûm nas nekir û dê nas nekin. Heta ku hevşaredarên me dîsa tên ser peywira xwe dê têkoşîna me bidome. Qeyûm, dizî ye. Em zîhniyeta qeyûm nas nakin.” 
 
EHP: MÎNAKA VÊ BÊHIQÛQTIYÊ LI CÎHANÊ TUNE YE 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “3 meh berê gotin ‘werin em aştiyêbikin’ lê niha qeyûm tayîn kirin. Em vê qebûl nakin. Qedrê gelê Kurd ê tevî qeyûman jî behsa aştiyê dike bizanin. Dema Kurd nerazîbûna xwe nîşan didin jî hûn qala ‘terorê’ dikin. ‘Teror’ tune ye, bêwijdaniya we heye. Mînaka vê bêhiqûqtiyê li cîhanê tune ye. Divê hevşaredar tavilê vegerin ser peywira xwe. Heta ku em hemû qeyûman yek bi yek dişînin em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.” 
 
TOP: EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN
 
Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahînoglû jî ev tişt anî ziman: “AKP qanûna li gorî keyfa xwe amade dike. Di demekî qala aştiyê dikin de qeyûman tayîn dikin. Em ê li dijî vê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin û em ê bi ser kevin.” 
 
EMEP: DÊ QEYÛM BIÇE
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Sedat Başkavak jî wiha got: “Ev 6 roj in em xwedî li îradeya xwe derdikevin û dibêjin qeyûm bêhiqûqtî ye. Qeyûm kedxwarî ye. Qeyûm dijminê hunerê, sînemayê, dijminê pêşerojê ye. Dê qeyûm biçin, gel dê bimînin.” 
 
TÎP: QEYÛMAN TAYÎNÎ ÇETEYAN BIKIN
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Hasan Yildiz dema diaxivî, polîsan bi telefonên xwe dîmen kişandin. Gel, bertek nîşanî polîsan dan. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek nehişt polîs bi telefonên xwe dîmenan bikişînin. Piştre jî Yildiz axivî û wiha bertek nîşan da: “Qeyûman tayînî çeteyên zarokan qetil dikin. Dê qeyûm winda bikin, gel dê bi ser keve. Ev zîhniyet neçarî têkçûnê ye.” 
 
KKP: GELÊ KURD DÊ SERÎ NEEWÎNE
 
Endamê MYK’a Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Ççîftyurek jî wiha got: “Çima îradeya gelê Anatoliyayê tê naskirin lê ya Kurdan nayê naskirin? Em siyaseta qeyûm şermezar dikin. Ji sindoqê îradeya gel derket lê nas nakin. Me tu caran ev qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Hûn ê nekarin bi dayikên me, bi gelê me serî bidin tewandin. Destê xwe dirêjî Kurdan dikin lê qeyûman tayîn dikin, êrişî Rojava dikin. Em vê biratiyê qebûl nakin.”
 
SODAP: QEYÛM NÎŞANEYA TIRSÊ YE
 
Endama MYK’a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Doganay Karasu jî wiha got: “Em careke din bi kiriyareke faşîzmê ya li dijî Kurdan re rû bi rû ne. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê, binçavkirin û girtin, nîşaneya tirsa ji daxwaza aştî û azadiyê ya gel e.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin