Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin

  • rojane
  • 15:21 15 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - OHD’ê di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de got ku miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2024’an de li girtîgehên li herêma Anatoliyaya Navîn hatine kirin, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hate dayin û endama OHD’ê parêzer Sîdal Bayrak rapor xwend. 
 
Sîdal Bayrak, wiha got: “Di serî de sepanên tecrîdê, îşkence û miameleya xerab tê kirin, girtî tên sirgunkirin, bi keyfî cezayên disiplînê lê tên birîn, girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên berdan, mafê tenduristiyê tê astengkirin û lijne bi keyfî tehliyeyên girtiyan asteng dikin.” 
 
ŞERT Û MERCÊN NEBIHÎJYEN
 
Sîdal Bayrak, da zanîn ku rapora xwe piştî serdanên 16 girtîgehên li Enqere, Kirşehîr, Yozgat, Çorum, Eskîşehîr, Kirikkale, Afyon û Karabukê û li gorî agahiyên girtî û malbatên wan dane, amade kirine. Sîdal Bayrak, wiha domand: “Girtiyên nexweş tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayên berdan. Ev binpêkirina sere ye. Mafê tedawiyê û tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Her wiha li girtiyan hatiye ferzkirin ku emeliyatên jiyanî di şert û mercên ji hêla hîjyenê ve ne guncav bên kirin. Girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin an jî pir dereng tên kirin. Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî tê kirin û mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Veguhestina bi wesayîtên rîngê ku şert û mercên wan bitendurist nînin û nebaşin, lêgerîna nava dev, di dema sewqkirinê de kelemçekirina destan, di dema muayeneyê de kelemçekirina destan, lêgerîna tazî, lêgerîna bi hûr û kûr, ragirtina girtiyan a di odeyên nebitendurist ên li nexweşxaneyê çendek sepanên binpêkirina mafê tenduristiyê yên girtiyan in.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN GIRTIYAN
 
Bi domdarî Sîdal Bayrak bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê girtî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bicih bînin û wiha got: “Hat tespîtkirin ku girtî ava vexwarinê ya paqij û xurekan peyda bikin. Her wiha sepana tecrîdê ya ku bi awayekî sîstematîk ketiye meriyetê, her ku diçe girantir dibe. Mafên girtiyan ên weke sihbet û hwd tên astengkirin, cezayên hucreyê didin girtiyan, ji fealiyetên sporê bêpar tên hiştin, qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re, cezayên disiplînê û hwd. didomin. Li qadên taybet ên girtiyan kamera hatine bicihkirin, di nîvşevê de bi ser qawîşan de tê girtin û lêgerîn tê kirin û bi awayekî keyfî qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re tên dayin. Pirtûkên bi Kurdî nadin girtiyan an jî 5-6 mehan di bin navê ‘lêkolînê’ de tên sekinandin û nahêlin girtî van pirtûkan peyda bikin. Her wiha nameyên bi Kurdî bi hinceta ‘fikarê’ nayên dayin, mafên pêwendîdanîn, xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê tê astengkirin, mafê xwendina weşanên demkî-domdar ên bi zimanê dayikê tê binpêkirin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ku veguherîne mekanîzmayên binpêkirina mafan, tehliyeya girtiyan û berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi keyfî û bi hincetên derhiqûqî asteng dike. Hincetên weke malbatên nehatine serdanê, gerandina govendê, poşmannebûn, zêde xwendina pirtûkan, silavdayin û hwd. çendek mînak in ku lijne bi hincetên derhiqûqî û keyfî van biryaran dide.”  
 
 ‘CIHÊKARIYEKE ZÊDE HEYE’
 
Parêzer Alî Şan Şahîn jî got ku bêhiqûqiya li dijî girtiyan piştî sala 2015’an zêde bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên Kurd, çepgir û sosyalîst hêj jî bedela vê derhiqûqtiyê didin. Bi taybet jî cihêkariya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê derketiye lûtkeyê.”
 

Sernavên din

22/01/2025
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje