'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’

  • rojane
  • 10:21 16 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û wiha got: “Ji bo muxalefet xwedî li vê pêvajoyê derkeve û mercên çareseriyê amade bike, divê têbikoşe.” 

Akademîsyena Aştiyê û siyasetzan Yasemîn Ozgun têkildarî peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê re bi raya giştî re parve kiribû û nîqaşên ser pêvajoya heyî axivî. Yasemîn Ozgun diyar kir ku serkeftina pêvajoyê girêdayî têkoşîna aştiyê ya çalak e. 
 
Yasemîn Ozgun, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan pêşiya pêkvejiyaneke demokratîk a Tirk û Kurdan vedike û wiha got: “Di serî de qala pêvajoyeke demokratîk tê kirin. Divê ji bo gelên Tirkiyeyê pergaleke ku demokrasî rast û durist lê rûniştî were avakirin. Ya duyemîn jî divê Meclis çalak be. Ne bi şêweyê heyî, em qala Mecliseke ku hemû partiyên siyasî û hemû nêrîn tê de cih digirin dikin. DYA, Îsraîl û emperyalîstên rojavayê pirsgirêka li Sûriyeyê dixitimînin. Li dijî vê gelên herêmê dikarin bi hev re çareseriyekê pêş bixin û bêhtir derkeve pêş. Ez, weke nîşaneya vê dibînim. 
 
Dema em li pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinêrin, danîna çekan bi tena serê xwe nabe çareserî. Tevî gelek gavên demokratîkbûnê, divê şert û mercên ku Kurd jî bibin hemwelatiyên wekhev û azad bên avakirin. Nexwe ji bo pêvajoyê berdana çekan dê kêm bimîne. Ji ewil divê mercên aştiyeke adilane, eşkere û mayinde bên avakirin.” 
 
'DIVÊ JIN JÎ DI PÊVAJOYÊ DE ÇALAK BIN’
 
 
Bi domdarî Yasemîn Ozgun bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û ev tişt anî ziman: “Em dibêjin ku şer herî zêde bandorê li jinan dike. Lewma divê jin di pêvajoyên çareserî û muzakereyên aştiyê de xwedî roleke çalak bin, divê bikarin daxwaz û gotinên xwe bibêjin. Divê zemîna vê bê amadekirin.” 
 
'NABE KU PÊVAJOYÊ GIRÊDAYÎ BERDANA ÇEKAN BIKIN’ 
 
Yasemîn Ozgun, destnîşan kir ku nabe pêvajoyê tenê bi berdana çekan re bisînor bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta Meclis û partiyên siyasî tev li mijarê nebin, israra ji bo berdana çekan dê bi xwe re çareseriyê pêş nexe. Dema em li pêvajoya heta niha dinêrin, zêde pêbawer nayê. Di tişta jê re dibêjin muzakere de daxwazên her du aliyan tên bicihanîn. Dema em li pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinêrin, pêvajo yekalî pêş nakevin.” 
 
'HEWCEYA GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVÊTIN’ 
 
Di berdewamê de Yasemîn Ozgun anî ziman ku kesên daxwaza azadî û aştiyê dikin, kesên li mafên xwe digerin niha di girtîgehê de ne û wiha pê de çû: “Heta bêhiqûqtî ji holê neyê rakirin aştî û demokrasî nabe. Her gava ji bo aştiyê tê avêtin girîng e û biqîmet e lê divê gavên demokratîk bên avêtin. Li rexekî qeyûm tên tayînkirin, li rexekî şaredar ji peywirê tên girtin, li rexa din daxwaza aştiyê tê kirin. Ev, nakokî ye. Ji bo pêvajoyeke rast û durist, divê gavên çêker bên avêtin. Girtiyên nexweş rastî pirsgirêkên cidî tên, dijhiqûqî li wan tê kirin. Xelk bi hincetên vala ji azadiya xwe bêpar dimînin. Ev, pirsgirêkên cidî ne. Heta ev pirsgirêk neyên çareserkirin aştî jî nabe.” 
 
'DIVÊ ŞANDE BI DERDORÊN CIVAKÊ RE JÎ HEVDÎTINAN BIKE’ 
 
Yasemîn Ozgun, got ku divê Şandeya Îmraliyê bi gelek derdorên civakê re jî hevdîtinan bike û ev tişt anî ziman: “Heke hemû derdor aştiyê daxwaz bikin ev pêvajo dikare bidome. Nexwe bi lihevkirina 2-3 nêrînan nabe. Em qala pêvajoyeke 40 salan dikin. Hêsan nîne. Ji bo aştî civakî bibe, divê gavên hewce bên avêtin. Ji bo vê jî divê kedkar, jin, rêxistinên civakî jî di pêvajoyê de cih bigirin.” 
 
'ÎKTÎDAR DIVÊ BAWERIYÊ BIDE’
 
Yasemîn Ozgun, daxuyand ku divê îktîdar di nava pêvajoyê de baweriyê bide civakê û got: “Divê dev ji tayînkirina qeyûman, zextan berde. Qet nebe divê gavên demokratîk biavêje, ji bo bidawîkirina bêhiqûqtiyan gavan biavêje. Ev dê gavên erênî bin.” 
 
'AŞTÎ TÊKOŞÎN E’
 
Yasemîn Ozgun, got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha çendek gav hatine avêtin lê muxalefetê di asta tê xwestin de piştgiriyê nade û axaftina xwe wiha qedand: “Muxalefet ji bo xwedî li vê pêvajoyê derkeve û mercên çareseriyê amade bike, hewceye têbikoşe. Aştî, têkoşîn e. Dibe ku hûn sekn û nêrînên heyî neecibînin lê bi têkoşînê dikare were guherandin. Bi gotina ‘min kir û bû’ nabe. Divê îktîdar û muxalefet ji bo Tirkiyeyeke demokratîktir bêhtir têbikoşe.” 
 
MA / Enes Beyaz

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin