Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne

  • cîhan
  • 10:56 16 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Franco Cavalli, diyar kir ku heta garantî neyên dayin, tu wateya banga berdana çekan a ji bo PKK’ê tê kirin nîne û got: “Abdullah Ocalan, aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 28’ê Kanûnê de bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de got ku ji bo çareseriyê amade ye. 
 
Zanyar, parastvanê mafên mirovan û siyasetmedarê Swîsreyî Prof. Dr. Franco Cavalli ku bi xebatên xwe li seranserî cîhanê tê naskirin, têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd, ji ANF’ê re axivî. 
 
‘ABDULLAH OCALAN AKTORÊ BINGEHÎN E’ 
 
Prof. Dr. Franco Cavalli anî ziman ku girîng e nîqaşên li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê kirine û destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk a heta niha dûrî çareseriyê ye. Cavalli, diyar kir ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî bingehîn e û wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişinînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn. Eger Mandela nehatibûya berdan, dibe ku negihîştîbûya wê nuqteyê. Di heman demê de ji bo destpêkirina çareseriya meseleya mafên gelê Kurd jî şertê bingehîn berdana Ocalan e."
 
'LI ALIYEKÎ ŞER, LI ALIYÊ DIN ÇARESERÎ NABE'
 
Prof. Cavalli, anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û wiha domand: “Gelekî zehmet e ku mirov nîqaşan fêhm bikin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye. Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin; 'Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin.' Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana Kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd e."
 
'HETA GARANTÎ NEBE TU WATEYA GOTINA DESTBERDANA JI ÇEKAN NÎNE'
 
Prof. Cavalli, banga dewleta Tirk a destberdana ji çekan nirxand ku vê bangê li PKK'ê dike û destnîşan kir ku mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje “dest ji çekan bernede.” Cavalli, bi lêv kir ku bêyî dayina garantiyekê banga destberdana ji çekan a li PKK'ê tu wateyeke xwe nîne û ev nirxandin kir: “Sermeselê eger min îro karîbûya li ser navê şervanên Kurd biryarek bida, min ê bigota tu garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku tu garantiyeke ku dewletê daye nîne. Di rewşeke bi vî rengî de ku tu garantî nîne, bi dîtina min divê dest ji çekan neyê berdan. Eger îro Erdogan nikare li ser Rojava bi temamî serwer be, sedema vê eykê berxwedana şervanên Kurdan e. Heke ne ji têkoşîna çekdarî ya şervanên Kurd bûya Rojava ji zûdeyî tune bûbû.
 
Destberdana ji çekan û afirandina aştiyê gelekî baş e, lê belê divê mirov zanibin ku ev yek ne şanoyeke biçûk e û dawiya dawî nabe sedema felaketekê. Ji ber ku eger carekê dest ji çekan hate berdan û yên ku soz dane sozên xwe bi cih nîne, wê her tişt biqede.
 
MÎNAKÊN CÎHANÊ JI PKK'Ê RE DIBÊJE DEST JI ÇEKAN BERNEDE
 
Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Amerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê Amerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, 'Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin'.
 
Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, ger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin.”
 
'ÇARESERÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIBE’
 
Prof. Franco Cavalli destnîşan kir ku destberdana ji çekan piştî çareseriyeke demokratîk a rasteqîn dikare pêk were û axaftina xwe wiha qedand: “Dema ku mirov mînaka Mandela bîne ber çavên xwe, rewşa destberdana ji çekan piştî azadiya Birêz Ocalan, piştî nîqaşên cidî yên li ser rêbaza çareseriya meseleya Kurd a bi gel û tevgerê re dikare pêk were. Lê belê ragirtina Birêz Ocalan di nava şert û mercên ne mirovî yên girtîgehê de û piştre jî bi rengekî nediyar lîstina şanoyê û gotina 'na, na em ê çareseriyê pêk bînin, çekên xwe bidin û em ê vê hal bikin', bi dîtina min ne tiştekî welê ye ku mirov cidî bibîne. Divê mirov nekevin vê xefikê.”

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin