Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike

  • rojane
  • 12:36 16 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan beşdarî bernameya JIN TV’yê bû û got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di hevdîtina duyemîn de ji bo jinan bangekî taybet bike. 

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan li ser telefonê beşdarî bernameya JIN TV’yê bû. Pervîn Buldan, têkildarî hevdîtina di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kirin axivî û got ku hevdîtinên heyî nayê wateya pêvajoyekê. 
 
‘PÊVAJOYEKE GIRÎNG E’
 
Pervîn Buldan, wiha got: “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Rast nîne ku mirov van hevdîtinan weke pêvajoyekê binav bike. Dikarim bibêjim, hewldanek heye. Weke ku hûn jî pê dizanin, di 28’ê Kanûnê de em tevî Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û me bi birêz Ocalan re biqasî 3 saetan hevdîtin kir. Mijarên esasî yên hevdîtinê jî me hem bi daxuyaniyên xwe hem jî di hevpeyvînên xwe de hewl da vebêjin. 
 
OCALAN REXNEYAN GIRÎNG DIBÎNE
 
Belê, ev lêgerîneke. Birêz Ocalan got; ‘Heke ev meseleye were çareserkirin, divê li Meclisê were çareserkirin û bi qanûnên tên çêkirin re piştgirî were dayin.’ Lê beriya vê, dixwaze nêzikatî, nêrîn û rexneyên serokên giştî yên partiyên siyasî ku komên wan li Meclisê hene mereq dike. Dibêje ku ev rexne û pêşniyar girîng in. Lewma jî me demekî kin piştî hevdîtinê dest bi hevdîtinan kir û hema hema ev hevdîtin temam bûn. Me bi serokên giştî yên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Her wiha me bi hevalên xwe yên girtî re jî hevdîtin kir. Me bi birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re hevdîtin kirin. Em ê encamên van hevdîtinan di roja Înê de bi raya giştî re parve bikin. Ji bo ev bi zelalî û eşkereyî bidome, em hinek hesas nêz dibin. Em ê van bi raya giştî re parve bikin lê îxtîmaleke mezin e em ê cara duyemîn biçin serdana Girava Îmraliyê. 
 
EM LI BENDA HEVDÎTINA DUYEMÎN IN 
 
Wezîrê Dadê daxuyanî da û got ku ji ber serlêdan nehatiye kirin ev mijar nehatiye nirxandin. Heta ew nebêjin serlêdanê bikin em nikarin bikin ji ber ku dîrok diyar nîne. Heta dîrok diyar nebe tu wateya serlêdanê jî namîne. Bi rêya we ez dixwazim vê bangê jî bikim; em li bendê ne ku di demekî herî nêz de cara duyemîn biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Ji ber ku hem bendewariyeke wiha ya raya giştî heye hem jî ya me heye. Lê wekî ku min anî ziman, navê vê demê, navê van hevdîtinan pêvajo nîne. Belkî mirov weke lêgerîna rêyekê, lêgerînek pênase bike dê baştir be. 
 
DI NÊZIKATIYA LI DIJÎ PÊVAJOYÊ DE HINEK PIRGIRÊK HENE 
 
Ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan re de dikarim bibêjim; ji bo mesele bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û ji bo pêvajoyeke aştiyê, xwişk-biratî û demokratîkbûnê dest pê bike, got ku ew bibiryar e. Lê wekî we jî got; heke îktîdar di vê mijarê de bibiryar jî be, di mijara zimanê bi kar tînin, meseleya şêwazê û nêzikatiya li dijî pêvajoyê de hêj pirsgirêk hene. Divê mirov bibêje ku îktîdar hêj jî di vê meseleyê de zelal nîne. Lê li hêla din ew bi xwe jî bi nêzikatiya birêz Ocalan dizanin. Ew jî dizanin ka çawa li meseleyê dinêre. Hem di hevdîtinê de hem jî di peyamên xwe de got ku ew bibiryar e û xwedî seknekî zelal e. Ez nizanim dê hevdîtina duyemîn kengî çêbibe lê piştî vê hevdîtinê divê her du alî jî hesasiyetên xwe berçav bigirin. Her kesî aliyên xwe yên hesas hene. Çiqas tiştên hesas ên îktîdarê hebin, ewqas aliyên hesas ên gelê Kurd jî hene. Lewma hewceye di van mijaran de her kes hişyar be, ji bo pêvajo baş derbas bibe divê her kes di mijarên wiha de hişyar tevbigere. Li gorî min ev mijar girîng e. 
 
DÊ BANGEKÎ TAYBET A OCALAN JI BO JINAN HEBE 
 
Hewceye her du alî jî bi baldarî nêz bibin. Ev yek hem ji bo birêz Ocalan hem jî ji bo îktîdarê derbasdar e. Ji ber ku piştî hevdîtinên duyemîn û sêyemîn em nizanin dê çi bibe. Qala bangawaziyekê tê kirin, birêz Ocalan bi xwe jî ev yek got. Em ê bibînin ka dê ev bang çawa deng vede, dê çiqas cihê xwe bibîne, em tevek dê bi hev re vê pêvajoyê jinêzve bişopînin. Ez niha ji bo televîzyoneke ku dengê jinaye re diaxivim; qet nebe vê bibêjim. Birêz Ocalan dê di hevdîtina duyemîn de bangekî taybet ji bo jinan bike. Ji ber ku dema min di hevdîtina ewil de silavên taybet ên tevgera me ya jinan û ciwanan li birêz Ocalan kir. Got ku dê di hevdîtina duyemîn de bangekî taybet ji bo jinan û ciwanan bike. Min xwest bi rêya JIN TV’yê vê agahiyê jî parve bikim. 
 
BÊGUMAN EM BIHÊVÎ NE
 
Bêguman em bihêvî ne. Qet nebe di vê pêvajoyê de her du alî jî bibiryar xuya dikin. Mirov dikare bibêje ji her du aliyan ve jî rewş wiha ye. Lê divê mirov van pirsgirêkan deyne aliyekî. Pêvajo rast e lê di heman demê de di serî de gelê Kurd, hêvî dikim ku ji bo gelên Tirkiyeyê aştî, demokrasî û azadiyan bi xwe re bîne. Di demekê ku çav û guhê her kesî li ser vê meseleyê de, di serdemeke ku divê her kes destê xwe deyne bin kevir de, di demekê ku bala her kesî li ser vê meseleyê de ku rewşekî erênî heye, hêvîdarim piştî hevdîtinên duyemîn û sêyemîn bibe wesîleya aştiyeke birûmet û xwişk-biratiyê. Bila di vê mijarê de gumana kesekî tune be; bi tu awayî bazarî nayê kirin. Bi tu aliyan re bazarî nayê kirin. Bêguman bi baldarî nêzî hesasiyetên gelê Kurd dibin. Her wiha daxwazên jin û ciwanan esas tên girtin. Em jî di çarçoveya van hesasiyetan de nêzî mijarê dibin.” 

Sernavên din

22/01/2025
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin