Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir

  • rojane
  • 12:50 17 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Di êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên ji 8’ê Kanûnê heta niha li dijî Bendava Tişrînê de 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl hatin qetilkirin û 61 sivîl jî birîndar bûn. 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha êrişî Bendava Tişrînê dikin. Di van êrişan de rojnameger, tenduristvan û parastvanên mafan jî di nav de 11 sivîl hatin qetilkirin û 61 kes jî birîndar bûn. Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Xelkê herêmê pêdiviya xwe ya enerjî û avê ji Bendava Tişrînê dabîn dike û bendaveke stratejîk e. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter jî ev 40 roj in bênavber ji bo bidestxistina bendavê êriş dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî berxwedaneke mezin raber dike. Dewleta tirk û SMO ku bi tu awayî encamê bi dest naxin, sivîlan dikin hedef. Di roja 3’yemîn a êrişan de sivîl hedef hatin girtin. 
 
AMBULANSA BIRÎNDAR VEDIGUHEST HEDEF GIRTIN 
 
Êrişa ewil a li dijî sivîlan, li ser rêya di navbera Sirîn û Tişrînê de li dijî ambulanseke ku şervanên birîndar ji bendavê vediguhest Kobanê hate kirin. Di êrişa li dijî ambulansa Heyva Sor de 2 birîndar û ajokarê ambulansê hatin qetilkirin û hemşîreyek û birîndarê din jî bi giranî birîndar bûn. 
 
ROJNAMEGER HATIN QETILKIRIN
 
Dewleta tirk di 19’ê Kanûnê de jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrişên ser bendavê dişopandin bi SÎHA’yan hedef girt. Dema rojnameger ji Tişrînê diçûn Qereqozaqê, bi SÎHA’yan hedef hatin girtin. Di êrişê de her du rojnameger hatin qetilkirin û ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. 
 
KONVOYA SIVÎLAN HEDEF HATE GIRTIN
 
Welatiyên Tebqa, Reqa, Hesekê û Kantona Cizîrê ji bo protestokirina hedefgirtina bendavê û piştevaniya bi HSD’ê re, di 8’ê Çileyê de ber bi bendavê ve bi rê ketin. Dewleta tirk dema konvoy di rê de hedef girt. Di êrişê de Ozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê), Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê) hatin qetilkirin. Diyar Mihemed Hecî, Mihemed Mistefa Heqil, Hisên Salim Silêman, Mistefa Mehmûd Yûsîf, Arif Elî Ehmed, Mihemed Enter Beko, Delîl Ebdela Mihemed, Aldar Ebd, Elezîz Îbrahîm, Necîb Berkel, Mesûd Fetah Eqîl, Mihemed Osman Daban, Hesen Şahîn, Feyha Elî, Îbrahîm Xelîl Salıh û Mehmûd ê paşnavê wî nehat zanîn û kesa bi navê Şeyda jî birîndar bûn. 
 
SIVÎLÊN NOBET DIGIRTIN HATIN QETILKIRIN
 
Dewleta tirk di 15’ê Çileyê de careke din êrişî sivîlan kir. Êriş li dijî çalakvanên nobetê hate kirin. Di êrişê de Omer Hisên Derwêş, Osman Mûstefa Îbrahîm û Basim Omer hatin qetilkirin. Îlham Xelîl Derwêş (36), Dîlan Murad Xelîl (21), Edle Mûstefa Mihemed Elî (24), Azad Idrîs, Yasir Hemîd, Mazlûm Hemo (30), Meryem Henan (70), Mahir Mehyedîn, Kurdo Mehmûd Hesen, Fatme Omer Elî, Izedîn Hecî Ebas, Osman Îbrahîm, Hîbe Omer Ezîz, Ronîze û Mihemed Ebdulqadir û 4 welatiyên navên wan nehat zanîn birîndar bûn. 
 
Di êrişa dewleta tirk a di 16’ê Çileyê de jî sivîlekê navê wî nehat zelalkirin hat qetilkirin û 21 welatî jî birîndas bûn. 
 
Bi êrişa dawî re, ji 8’ê Çileyê roja nobet hatiye destpêkirin heta niha konvoya sivîlan 7 caran hedef hate girtin. 

Sernavên din

24/01/2025
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’