Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî

  • rojane
  • 15:19 18 Çile 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin. 

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" vê hefteyê jî domandin.  
 
AMED 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 832'yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû kom bûn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê li aqûbeta windayan pirsîn, xwestin faîl bên darizandin û cezakirin û vê hefteyê bal kişandin ser rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat kuştin.
 
Serokê ÎHD'a Amedê parêzer Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku bi salane têkoşîna wan berdewam dike û got: “Dadgeha Eskîşehîrê doza Nezîr Tekçî yê ku bi destê dewletê sala 1995'an li Colemergê hat windakirin de biryara beraatê da. Em dizanin yên ku ev kuştin kirine tên parastin. Heya ku hemû faîl bên darizandin û cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike.”
 
SERPÊHATIYA HRANT DÎNK
 
Piştre rêveberê ÎHD'ê Amedê Alî Îhsan Demîrtaş metna serpêhatiya kuştina rojnemevan Hrant Dînk xwend. Alî Îhsan Demîrtaş bal kişand ser biyografiya Hrant Dînk û bi bîr xist ku ew di sala 1954'an de li Meletiyê ji dayik bûye. Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Hrant Dînk di 19'ê Çileya 2007'an de li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ji nêzîk ve bi 3 guleyan hat kuştin û wiha got: “Ogun Samast ê ku cînayet pêk anî dema ji Stenbolê diçû Trabzonê li ser îxbara bavê xwe li Otogara Samsunê hat binçavkirin. Her wiha çeka ku di kuştinê de bikar aniye jî li ser wî hebû. Samast di îfadeya xwe ya li emniyetê de diyar kir ku li Trabzonê ev demeke bi 10 ciwanan re tetbîqata hedefê kirin e û li xwe mikûr hatibû ku ji ber ew di şixûlandina çekê de zane bûye jê re gotiye tu yê Hrant Dînk bikujî. Ogum Samast her wiha gotibû ku Yasîn Hayal çeka ku di kuştinê de bikar aniye daye wî. Teşwîqkar Yasîn Hayal li xwe mikûr hat ku wî bi efserê îstîxbaratê yê wê demê Erhan Tuncel re plana kuştinê kiriye.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Hrant Dînk û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 668'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê û rêveberên şaxên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewrêşa Şaristaniyan re (MEBYA-DER) beşdarî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de, li kiryarên Hrant Dînk ê ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin, hatin pirsîn. Çîroka qetilkirina Dînk ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Melek Atalayê ve hat xwendin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 158'an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Gelek kes û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'an de li Geverê hat binçavkirin û windakirin, pirsîn. Çîroka Canan ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka Kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankartên “Winda wijdan in, li wan xwedî derkevin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ên ku di 10'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin, hat pirsin. 
 
Zîlan Gumuş destnîşan kir ku wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan, divê dewlet bi sûcên ku hatine kirin re hevrû bibe û li aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin.
 

Sernavên din

29/01/2025
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan