Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin

  • jin
  • 09:00 19 Çile 2025
  • |

AMED - Malbata Kabaîş têkildarî mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê îfade de dozgerê nû hatiye peywirdarkirin. Malbatê xwest ku biryara nepeniyê ya li ser dosyayê were rakirin û faîl bên dîtin.  

Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş (21) di 27’ê Îlona 2024’an de li Wargeha Xwendekarên Keç a Fehîm Arvasî piştî xwarina şîvê bi awayekî guman winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîşê 18 roj piştre li qeraxa Gundê Molla Kasimê hate dîtin. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina Rojîn Kabaîşê biryara nepeniyê hate dayin û hêj didome. Hinek dezgehên çapemeniyê hewl dan ku mirina Rojîn Kabaîşê weke “întîhar” bidin zanîn. Lê belê cîhaza şarjkirinê ya Rojîn Kabaîşê ya winda, bêdengiya hevala wê ya beriya winda bibe pê re axivî, DNA ya aydê du zilaman a li ser bedena wê hatine dîtin û bêdengiya rêveberên wargehê, gumanên heyî hêj mezintir kiriye. 
 
DOZGER DÎSA ÎFADE GIRT
 
Malbata Rojînê dixwaze ku gumanên heyî bên zelalkirin û mirina wê bê ronîkirin. Di encama têkoşîna malbatê de dozgerê li lêpirsînê dinihêrt hate guherandin. Dozgerê ji bo lêpirsînê nû hatiye peywirdarkirin, di 16’ê Çileyê de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya malbata Kabaîşê girt. Bav Nîzamettîn Kabaîş û dayika wê Aygul Kabaîş îfade dan. Malbatê got ku keça wan hatiye kuştin û xwestin faîlên wê bên dîtin. 
 
Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku piştî windabûna keça wê polîsên ji Wanê hatin li mala wan lêgerîn kirine û lêkolîn kirine bê ka Rojînê kîjan pirtûkxane bi kar aniye. Nîzamettîn Kabaîş, wiha got: “Keçên min jî jê re gotin ku Rojînê pirtûkxaneya li Parka Sumerê bi kar aniye. Wisa xuya dike ku ev kes çûne pirtûkxaneyê û agahiyên pirtûkên Rojînê xwendine wergirtine. Di nava pirtûkên wê de pirtûka Saît Faîk Abasiyanik a ‘Li windayî tê gerîn’ dîtine. Piştre jî ev yek weke delîla ‘întîharê’ nîşan dan.” 
 
‘LI SER PIRTÛKÊ BINHIŞEK AVA KIRIN’
 
Bav Kabaîş, destnîşan kir ku di 14’ê Çileyê de çûye pirtûkxaneya li Parka Sumerê û pirtûkên keça wî xwendine lêkolîn kiriye. Kabaîş, wiha domand: “Min bi taybet pirsî bê ka kengî pirtûka ‘Li windayî tê gerîn’ kengî xwendiye. Piştre jî dokumanter derxist. Du kesên li wir dixebitîn gotin; ‘Erê rast e ew pirtûk standiye lê 8 meh beriya biçe dibistanê xwendiye.’ Anku pirtûk di 19’ê Sibata 2024’an de standiye. Di 13’ê Adara 2024’an de jî dîsa daye pirtûkxaneyê. Li gel wê pirtûkê, 2 pirtûkên din jî girtiye. Polîsan jî tiştek nedîtin û xwestin wê pirtûkê weke delîla întîharê nîşan bidin. Polîsan gotin ku ev pirtûk li Wanê xwendiye. Piştre jî ev agahî bi medyayê re parve kirin û xwestin ku weke întîhar kiribe nîşan bidin. Rojînê ew pirtûk ne li Wanê, li Amedê 8 meh beriya biçe dibistanê xwendiye. Min jî ev rewş dîsa bi dozger re parve kir û min xwest ev agahî li dosyayê bê zêdekirin. Dozger qebûl kir û got ku dê li ser bisekine.” 
 
Bav Kabaîş xwest ku faîl bên dîtin û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê rakirin. 
 
‘BILA KUJERÊN ROJÎNÊ BÊN DÎTIN’
 
Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîş jî diyar kir ku dozgerê nû têkiliya Rojînê ya bi malbatê re û kesayeta Rojînê ji wan pirsî ye. Aygul Kabaîş, wiha got: “Ji min pirsî bê ka herî dawî kengî bi Rojînê re axivî me. Psîkolojiya wê ji min pirs kir. Min jî hevdîtina xwe ya dawî vegot û min got ku morelê wê pir baş bû û tu pirsgirêk xuya nedikirin. Rojîn bi keyfxweşiyeke mezin çû dibistanê û dixwest bibe mamoste. Em dixwazin kujerên wê bên dîtin û cezayê herî giran lê were birîn. Bila kujerên Rojîna min li kolanan negerin.”
 
 

Sernavên din

29/01/2025
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan