Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe

  • rojane
  • 16:36 19 Çile 2025
  • |
img

SEMSÛR / ŞIRNEX - Di çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Semsûr û Şirnexê hatin lidarxistin de ev peyam hate dayin: “Bêyî Rojava çareserî çênabe.” 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bajar bi bajar çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê îro li Semsûr û Şirnexê berdewam kir. 
 
Ji ber erdhejê, DEM Partî xebatên xwe li konteynirê didomîne û çalakiya nobetê li pêşiya DEM Partiyê hate domandin. Nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûr û Mereşê û navçeyên wan, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, aktîvîstên TJA’yê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî tev li bûn. Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya partiyê, nobet dan destpêkirin. Parlamenter Zeynep Oduncu di çalakiyê de axivî û got ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî komkujiyan tên. Zeynep Oduncu, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi têkoşîna gelan hatiye lidarxistin û jiyaneke nû hatiye avakirin. 
 
Di çalakiyê de welatiyan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di saetên pêş de daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun di daxuyaniyê de axivî û got ku piştî rêveberiya Sûriyeyê ketî destê HTŞ’ê, ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nediyariyek û fikar çêbûne. Coşkun, wiha domand: “Bi roja ye komên cîhadpereset bênavber êriş dikin. Ev êriş jî fikarên gel rast derdixînin.” 
 
Coşkun, bal kişand ser polîtîkayên êrişkar ên îktîdarê û axaftina xwe wiha domand: “Gelê me di nava krîzeke aboriyê ya mezin de ye. Rojeva gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîne. Lê mudaxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn, hêj jî bi hezaran leşker li wir bicih kirine. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye nêzikatiya xwe ya ewlehiyê ya li dijî siyaseta Kurd pêş xistî, dê li tevahiya Rojhilata Navîn bidomîne. Polîtîkayên ewlehîparêz tu caran ji pirsgirêkên gel re nebûn bersiv. Tenê bi xwe re xwîn û hêsir anî. Pirsgirêka li Sûriyeyê dikare bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Divê di helwesta aştiyê de israrek hebe. Em, çalakiya nobetê silav dikin û dibêjin ku em bi gelê Kobanê re ne. Me duh li dijî terora DAIŞ’ê çawa piştevanî dabe, em îro jî soz didin ku dê îro jî li dijî komên  terorê yên ji çar aliyên cîhanê hatine komkirin, Kobanê bi tenê nehêlin.” 
 
 
Nobet bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
 
ŞIRNEX
 
Li Parka Botaşê ya navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakiya nobetê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê, aktîvîstên TJA’yê, Palamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. 
 
Di nobetê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin, stran hatin gotin û govend hate gerandin. Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez di dîwana di nobetê de hatiye danîn de axivî û wiha got: “Em bangî îktîdara AKP-MHP’ê dikin; heke hûn bixwazin di vê sedsalê de bi biratî û bi awayekî demokratîk bijîn, bi destê aştiyê yê gelê Kurd bigirin. Ev xak bi qasî têra me tevan bike mezin e. Em dikarin bi hev re cîhaneke azad û demokratîk ava bikin. Lê belê îktîdara AKP-MHP’ê ji bo gelê Kurd azad nebe her tiştê ji dest tê dike. Lê bila bizanin ku Kurd ne Kurdên berê ne. Tirk jî ne Tirkên berê ne. Ji ber ku di nava Tirkan de jî yên destê aştiyê dirêj dikin hene. Dê îktîdara AKP-MHP’ê li hemberî têkoşîna me têk biçe.” 
 
'RÊYA XELASIYÊ RÊYA 3’YEMÎN E’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Nûrcan Alturk jî wiha got: “Êdî gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji xwînê bêzar bûn. Pêdivî bi Rêya 3’yemîn heye. Rizgariya gelan ne bi netewedewletê lê bi Rêya 3’yemîn pêkan e.”
 
'BÊYÎ ROJAVA ÇARESERÎ NABE’
 
Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî ev tişt anî ziman: “Em li vir dibêjin ku YPG, YPJ û HSD Sûriyeyî ne. Lê ew çete ji Sûriyeyê nînin. Xelkê herêmê li dijî aqilê cîhadperest ji bo jiyana wekhev têdikoşe. Di 11 rojan de li Bendava Tişrînê 11 sivîl hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li wir hatin qetilkirin. Xelkê herêmê li dijî êrişan têdikoşe. Statûya Rojava dê statûya Kurdistanê diyar bike. Nîqaşên çareseriyê yên li Tirkiyeyê hatine destpêkirin bêyî Rojava bi ser nakevin. Heke aştî bi ser keve, rêya vê ji Rojava derbas dibe. Heke çareseriyek çêbibe divê êrişên ser Rojava bên bidawîkirin, polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin, deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû. 

Sernavên din

29/01/2025
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan