Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin

  • rojane
  • 10:09 21 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Parêzerên rojnamegerên hatine girtin Elîf Taşdogen û Şukru Alpsoy diyar kirin ku dadgerî ji rojnamegeran pirs nekiriye lê bi hinceta nûçe û bernameyan biryara girtinê daye. Parêzeran, got: “Inyet diyar bû, biryar hêj berê ve hatibû dayin.” 

Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Reyhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên duh sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Dozgeriyê, bêyî îfadeyên rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û rojnameger ji ber nûçe û bernameyên çêkirin hatin girtin. 
 
 
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukru Alpsoy û Elîf Taşdogen têkildarî girtina rojnamegeran, helwesta dadgehê û dosyayê axivîn. 
 
‘BIRYAR JI BERÊ VE HATIBÛ DAYIN’
 
Parêzer Elîf Taşdogen ku tev li lêpirsîna rojnameger Rahîme Karvar a li dadgeriyê bûbû, diyar kir ku miwekîla wê li emniyetê îfade neda û bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wê were girtin sewqî dadgeriyê hatiye kirin. Elîf Taşdogen, anî ziman ku dadgeriyê ji miwekîla wê re gotiye;“Gelo tiştekî dixwazî bibêjî heye? Jixwe 3 parêzerên te hene, dixwazî bila ew parastina te bikin” û wiha domand: “Biryara girtina rojnamegeran ji berê ve hatibû dayin. Tu parastin çênebû. Îfadeya miwekîla min a li emniyetê û dozgeriyê nehatibû girtin û ser re jî dadgeriyê ev gotin kir. Ev rewş nîşan dide ka hiqûq ketiye çi astê. Nîşan dide ku biryar ji berê ve hatiye amadekirin an jî ji berê ve hatiye dayin. Her wiha parastin jî paşguh kirin. Ji bo hûn fêm bikin ka sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye kirin an na, divê hûn pirsan bikin. Lê qet bi ser guhê dadger ve nebû.” 
 
Bi domdarî Elîf Taşdogen destnîşan kir ku miwekîla wê di îfadeya xwe ya li cem dadger de xebatên pîşeyî parastiye û wiha pê de çû: “Miwekîla min got ku nûçeyên çêkirine dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê. Got ku ew keseka femînîst e. Her wiha got ku mijarên di rojeva Tirkiye û cîhanê de kiriye mijara nûçeyên xwe. Miwekîla min got; ‘Ez ji ber tu nûçeyên xwe poşman nînim. Weke rojnamegerekê min tişta pêwîst kir. Heke hewce bike dê dîsa bikim.’” 
 
‘DADGER TENÊ WEKE USÛLÊ GUHDAR KIR’
 
Parêzer Şukru Alpsoy ku di dema karûbarên îfadegirtinê yên li dadgeriyê de li cem rojnamegeran bû jî wiha got: “Dadger bi pêşdarazî nêz dibû û ji rojnamegeran pirs nekir. Eşkere bû ku tenê ji bo usûlê guhdar dikir. Ev yek ji biryara dadgehê xuya bû. 7 rojnameger ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatibûn girtin. Heman dadgerê biryara girtinê dayî bû. Lewma tecrûbeya min heye. Vî dadgerî ji 7 rojnamegeran re gotibû; ‘hûn diçin girtîgehê.’ Ji 6 rojnamegeran re jî got ‘Hûn hatin girtin.’ Qet nebe têgehekî hiqûqî bi kar anî. Dadger, heman nivîsa dozgeriyê ya bi daxwaza girtinê copy-paste kir û weke hinceta girtinê nîşan da. Divê miwelîlên me ji ber usûlê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê bihatina kirin. Lê tenê li gorî usûlê tevgeriyan.
 
DÊ ROJNAMEGER PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN 
 
Em ê li dijî biryara girtinê îtîrazê bikin. Dosyayên çapemeniyê, polîtîkayên îktîdarê yên ji bo bêzarkirinê ne. Nûçeyên rojnamegeran çêkiribûn û bernameyên pêşkeş kirin xistibûn nav dosyayê. Hem dadger hem jî dozger dizanin ku di dosyayên çapemeniyê de sûcek tune ye. Lê ji bo bêzarkirina çapemeniyê û paşvegavê pê bidin avetin wiha dikin. Dadger dibêjin; ‘Heke hûn rojnamegeriyê di nava sînorên em dixwazin de nekin, hûn ê bên girtin.’ Lê ne dema 7 hevalên me yên rojnameger hatin girtin kesekî paşvegav avêt ne jî dê ji ber girtina 6 hevalên din tu kes paşvegavê neavêje.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

29/01/2025
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan