Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e

  • jin
  • 15:45 23 Çile 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Jinan li Mêrdînê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li  dar xist û wiha gotin: “Em bi qîrînên azadiyê yên jinan ku şevan ronî dikin li vir in û ji vir bi cihekî naçin." 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Jinên li Xaçerêya Qoserê ya navçeyê hatin gel hev, pankarta “Bi felsefe ya jin jiyan azadî em ê xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin” û dovîzên “Bîjî tekoşîna jinan”, “Li dijî qirkirina jinan jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Jinên dest bi meşê kirin, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Rojava dilê me, berxwedan karê me ye” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Girse heta pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê meşiya û li vir daxuyanî da. 
 
‘ROJAVA HÊVIYA AZADIYÊ YE’ 
 
Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di daxuyaniyê de got ku êrişên dewleta tirk û SMO’yê yên li ser Rojava her ku diçe dijwartir dibin û qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi bîr xist. Hatîce Oncu, diyar kir ku rojnameger û sivîl bi SÎHA’yan hedef tên girtin û wiha domand: “Şanoger Bavê Teyar û rêhevala me Menîce Heyder jî di nav de gelek hevalên me hatin qetilkirin. Ev êrişên dermirovî yên li dijî Rojava didomin. Şoreşa Rojava, xweşiktirîn serkeftina têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê ye. Hêviya wekhevî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.” 
 
‘EM QÎRÎNA AZADIYÊ YA JINAN E’
 
Bi domdarî Hatîce Öncû destnîşan kir ku yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên mirovahiyê di pêşengiya tevgera jinên Rojava de li dijî DAIŞ'ê pêk hat û bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî." Hatîce Oncu, wiha domand: “Ji ber vê yekê bi saya hevalên me yên ku di ber wê de şehîd bûne, mîna îdeolojiya ku bingeha xwe jê digire, têk naçe. Weke jin em ê axa xwe û her parçeyê Kurdistanê ku li dijî çanda destavêtinê şoreşa jinê bi ser ket, heta dawiyê biparêzin. Em hêz û moralê xwe ji dayikên ku di çalakiya nobeda 8’ê Çileyê ya li Bendava Tişrînê de ji bo parastina şoreşê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadî bedenên xwe kirin mertal û bi qîrîna dirûşmên ‘Em qet natirsin’ digirin. Em ji faşîstên ku bedena jinê weke qada şer dibînin û difikirin ku wê bi hişmendiya zilamê dagirker tevgera azadiyê bitepisînin radigihînin; Em bi qîrîna azadiyê ya jinan a ku şevan ronî dike li vir in û em naçin tu cihî.”
 
‘WERIN EM DAWÎ LI REJÎMÊN QIRKER BÎNIN’
 
Hatîce Oncu destnîşan kir ku zîhniyeta ku di êrişên li ser Kobanê de piştgirî da DAIŞ'ê, niha ji aliyê SMO'yê ve êrişên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava têkoşîna edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê mezin dibe. Ev têkoşîneke ku heta roja îro bi berdêl hatiye dayîn e. Modela ku ji sala 2014’an û vir ve li Rojava hate afirandin, ji bo gelan û jinên cîhanê bû hêviyek. Modela jiyana azad û wekhev a di tarîtiya Rojhilata Navîn de wê li Rojava bê avakirin. Jin wê bihar, statu û nasnameya xwe ji Rojava re bîne. Şoreşa Jinê ya Rojava ku hêviyên jinên cîhanê pêk tîne, li cihê ku em lê dijîn wê xeta me bidome. Bi ruhê felsefeya xwe ya 'Jin jiyan azadî' em jiyana wekhev a azadiya jinê û jiyana wekhev û azad a gelên ku Rojava mezin kiriye pêşkêşî cîhanê dikin. Em bang li hemû cîhanê dikin; wer in em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker û înkarker ên ku ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve tên pêşkêşkirin, bînin. Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, sedsala gelan û bibe sedsala ku hemû bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bijîn."
 
‘MIFTEYA ŞOREŞA ROJAVA BERXWEDANA TIŞRÎNÊ YE’
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir. Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku ew li gel berxwedanê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye. Ji ber vê yekê gelê me yê birûmet 16 roj in li bendava Tişrînê nobetê digirin. Gelê me yê li wir daxwaza azadiyê dike. Lê belê bersiva vê dîlana azadiyê bi êrîşan tê dayîn. Kedkarên çapemeniya azad ji bo heqîqetê diqîrên tê qetilkirin. Hunermendên me tên qetilkirin. Bi vê wesîleyê em di şexsê Menîce Haco û Bavê Teyar de berxwedana Tişrînê silav dikin. Em ê şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de hatiye avakirin radestî mêran nekin."
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 

Sernavên din

28/01/2025
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye