Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku dê di 13’ê Sibatê de li Parîsê konferansa ku dê pêşeroja Sûriyeyê bê nîqaşkirin were lidarxistin û Kurd jî dê tev li bibin. 

Rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de hate hilweşandin û HTŞ li Sûriyeyê bû desthilatdar. Nîqaşên li ser pêşeroja Sûriyeyê ya di qada navneteweyî de didomin. Bi hilweşîna rejîma Baasê re dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û ev êriş hêj didomin. 
 
Endama şandeya Fransayê ku beriya demeke kurt serdana Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Parlamentera Eniya Gel a Nû ya Fransayê Danielle Simonnet li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
Parlamenter Simonet têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê bi bîr xist û ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot pirsî bê wê Fransa zextê li dewleta Tirk bike yan na ji bo êrişên li ser Rojava bisekinîne. Her wiha jê pirsî ku piştgiriyê dide daxwazên Kurdan ên li Sûriyeya nû yan na.
 
'EM Ê KURDAN NETERIKÎNIN'
 
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bersiv da pirsên parlamenter Danielle Simonet û destnîşan kir ku Kurd hevalbendê bingehîn ê Fransayê ye, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê bi bîr xist û got: “Kurd hevalbendên me yên bingehîn in. Ew hevalên me yên çekê ne û em ê wan neterikînin. Pirsa we bi bîr dixîne ku bûyerên 13 salên dawî li Sûriyeyê qewimîn bandoreke çawa li jiyana rojane ya welatiyên me kiriye. Zexta giran a ku Beşar Esad li gelê xwe kir, bû sedem ku DAIŞ ji nû ve geş bibe ku gefa terora Îslamî ye û me li gel hevalbendê xwe Kurdan têkoşîneke xurt meşand. Û di demekê de ku ji 8'ê Kanûnê û vir ve li Sûriyeyê hêviyeke nû ava bûye, divê xwedîderketin li neteweya Kurd û tevlîbûna wan a li welatîbûna nû ya li vî welatî pêk were.”
 
ME NAVBEYNKARÎ KIR 
 
Ji ber vê yekê hîn ji kêliyên destpêkê ve me bang li rayedarên Tirk û rayedarên dema nû ya demkî ya li Şamê kir ku şerê li Kobanê bisekinînin, ji bo zexteke giran li Kurdan neyê kirin. Dixwazim bi bîr bixînim ku li gel şerê li dijî DAIŞ'ê yên ku girtîgehên bi deh hezaran terorîstên DAIŞ'î û malbatên wan tê de ne bi wêrekiyeke mezin diparêzin Kurd in.
 
KONFERANSA 13'Ê SIBATÊ
 
Ji ber vê yekê beriya ku biçim Şamê min bi General Mazlûm re hevdîtin kir û me di navbera General Mazlûm, Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê de navbeynkarî kir. Di dema nêz de jî me di navbera Kurdên li Sûriyeyê û Kurdên li Iraqê de navbeynkarî kir ku karibin hevdu xurt bikin. Hefteya bê di 13'ê Sibatê de wê li Parîsê konferansa li ser pêvajoya derbasbûnê ya nû bê lidarxistin û dikarim piştrast bikim ku Kurd jî wê di konferansê de amade bin.”
 

Sernavên din

07/02/2025
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e