Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende

img

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku nexşerêya Abdullah Ocalan ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd daniye holê ji bo hemû derdoran firsendeke. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Şirnexê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana hotêleke li bajar hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ber bi serkeftinê ve diçe. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Tevî şerê bi sala ye didome jî nasnameyên cuda li Rojava hatin gel hev, peymana civakî mohr kirin, bi hev re rêveberî ava kirin, wekheviya zayendî pêk hat û siyaseta demokratîk lê pêş ketiye. Li Rojhilata Navîn ku hewl dan heye veguherînin qada şer, li hemberî şer mizgîniya serkeftina têkoşîna azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk dide gelan. Kurd, Ermen, jin û kedkarêj li Tirkiyeyê mehkûmî yekperestiyê hatin kirin. Nasnameyên wan hatin înkarkirin. Dewletê Kurd çiqas bênasname hiştibe, Kurdan ewqas nasnameyeke xurtir ava kirin. Navê vê nasnameyê jî azadî ye.”
 
‘JI BO ÎKTÎDARÊ FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çarseriyê girîng û watedar in û wiha pê de çû: “Geşedanên dawî yên têkildarî pirsgirêka Kurd, ji bo îktîdarê firsendeke dîrokî ye. Divê pêvajo weke amûrekî neyê bikaranîn. Weke ku nasname, ziman û baweriyên cuda nebin tevgeriyan. Yekperestî ferz kirin. Tam di vê rewşê de dengekî azadiyê yê girîng tê. Ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê tê ragirtin. Li Tirkiyeyeke ku sedsala xwe winda kirî û demokratîk bûyî, paradîgma û nexşerêya birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de pêşkeş dike, projeyeke wis ye ku her kes li çave rêya wê ye. Li gorî me heqê tu kesî nîne ku çareseriya pirsgirêkeke mîna pirsgirêka Kurd paşguh bike. Ev rêya ku birêz Ocalan di serdema nû de vekiriye, firsendên mezin dide her kesî. Di vê rewşê de du vebijêrk li pêşiya me hene; yan em ê van firsendan bi kar bînin an jî dê êşa me bidome. Sekna gelê Kurd jî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê mijarê de pir zelal e.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 

Sernavên din

07/02/2025
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e