‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan de li gelek bajaran bi gel re çalakî hatin lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got: “Êdî hemû berpirsyartî li ser milê îktîda rû dewletê ye.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li gelek bajaran bi gel re civîn li dar xist. 
 
MÊRDÎN 
 
Civîna gel a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li salonekê pêk hat. Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir a beşdarî civînê bû diyar kir ku ev bang di her warî de bandor li gelê Kurd, gelên bindest kiriye. Bayindir da zanîn ku ev bang bandor li hêzên navneteweyî û siyaseta Tirk kiriye û wiha got: "Ji ber ku siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn di her alî de bênefes bûye. Li aliyê din birêz Ocalan bi vê bangê re rê li ber siyaseta demokratîk, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê vekir. Ji destpêkê ve her kes li bendê bû ku birêz Ocalan çi bibêje. Û Ocalan bi gotinên xwe yên ji niha û pê ve gavên divê em biavêjin bi zelalî nîşanî me da, rêbazên me yên têkoşînê divê civaka demokratîk be. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyasî û hiqûqî, derxistina ji siyaseta pevçûn û şer înîsiyatîf girt. Birêz Ocalan ji bo hikûmet û aktorên din pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk û hiqûqî çareser bike firsendeke mezin e. Ji kesên ku dibêjin dixwazin pirsgirêkê çareser bikin lê li pêşiya wan astengî hene re dibêjin, 'Vaye ez rê li ber we vedikim. vê pirsgirêkê çareser bikin' û got ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan vexwendiye."
 
Bayindir bi lêv kir ku ger heta îro pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, zagonî û bi rêya edaletê bê çareserkirin dewlete ku divê piştî vê saetê gavan bavêje û wiha berdewam kir: "Yê ku gavên hiqûqî bavêje dewleta Tirk û hikûmete ku dê gavên hiqûqî, gavên hiqûqî, gavên ku mafên gelê Kurd bi awayekî zagonî nas bike. Niha hemû berpirsyarî li ser hikumet û dewletê ye. Di heman demê de bar û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelê Kurd û gelên bindest ên li ber xwe didin. Ji ber ku maf tenê bi pirs û xwestinê nayê bidestxistin. Ji bo vê jî divê em rêxistiniya xwe mezin bikin. Ji bo dewlet di dema herî nêz de bikeve nava tevgerê, berpirsyarî û berpirsyariyên me hene. Beriya her tiştî birêz Ocalan ji bo me, ji bo siyaseta me rêyeke girîng vekir. Ji bo dewlet û desthilatdariyê jî rêyeke girîng vekir. Firsenda ku dide dewlet û desthilatdariyê, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê firsendek e. Eger em pêdiviyên vê bangê li 4 parçeyên Kurdistanê bi cih bînin, wê azadî û ewlekariya gelê Kurd pêk were. Ji bo vê jî em bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bawer in. Eger bi berxwedana xwe ya 50 salan re em serî li ber her şêwe zext û zilmê netewînin, ev berxwedan wê piştî roja îro mezin bibe, mezin bibe û xurt bibe. Gelê Kurd wê mafên xwe bixe destê xwe û azadiya xwe bi dest bixe."
 
RIHA
 
DBP û DEM Partiyê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li Rihayê bi gel re civîn li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Genç, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, hevşaredarên DEM Partiyî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li civînê bûn. Li eywana civînê wêneyê Abdullah Ocalan û endamên şandeyê yê li Îmraliyê hatiye kişandin hat daliqandin. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û wiha got: “Em ji bo banga dîrokî ya birêz Ocalan li vir civiyan. Em di serdemeke krîtîk de ne. Hemû kes tevgera azadiyê dişopîne. Birêz Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Li Rojhilata Navîn her tiştek diguhere. Em ê bi nîqaşên îro em li vir dikin re rêgeha siyasetê biguherînin. Birêz Ocalan her tim digot; ‘siyaseteke ku we pêşve dibe bikin.’ Gelo dê gelê Kurd û dostên wan siyaseteke çawa bikin? Em ê li ser vê biaxivin. Ev têkoşîne, têkoşîneke dirêj e û bedelên giran hatin dayin. Bi hezaran hevalên me di zindanan de ne. Gelê Kurd bi saya wan xwe bi dinyayê dan naskirin. Em dikevin sedsaleke nû. Banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin dê dîroka Rojhilata Navîn biguherîne. Barê me giran dibe. Divê her kes xwe li gorî vê amade bike. Her tiştek diguhere, em jî dê li gorî vê guherînê, di çarçoveya paradîgmaya xwe de siyaseteke demokratîk a me pêşve dibe bimeşînin.” 
 
Civîn, piştre ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
WÊRANŞAR
 
DEM Partiyê, li navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi gel re civîn li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Gulbahar Gunduz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek kes tev li civînê bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû axivî û got ku banga Abdullah Ocalan li cîhanê deng vedaye. Sema Aîşeoglû, wiha domand: “Piştî banga birêz Ocalan, nîqaş dest pê kirin. Ji bo banga birêz Ocalan were fêmkirin em ê 24 saetan berpirsyartiya dikeve ser milê me pêk bînin.” 
 
Civîn, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî li eywana konferansan a li avahiya DEM Partiyê bi gel re civîn hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. 
 
Civîn, piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
MÊRSÎN 
 
Civîna gel a li Mêrsînê jî li navçeya Akdenîzê li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Gelek welatî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di civînê de got: “Em di serdemeke dîrokî de ne. Bi saya têkoşîn û berxwedanê deriyên Îmraliyê vebûn û dengê birêz Ocalan gihişt civakê. Di 27’ê Sibatê de ne tenê Kurdistan û Tirkiye, çavê hemû cîhanê li banga birêz Ocalan bû. Tevgera birêz Ocalan, PKK’ê jî tavilê bersiva bangê da. Niha jî kar dimîne ser milê me, siyaseta demokratîk û gelan. Em jî divê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Lewma jî em li zêdetirî 100 navendan bi gel re dicivin. Em ê xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û bi hev re mezin bikin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
EDENE
 
DEM Partiyê xwest li Navenda Çandê ya Salman - Pakê ya Edeneyê bi gel re civînê li dar bixe. Lê dema welatî hatin eywanê, polîsan li ser wan lêgerîn kir û dîmen kişand. Welatiyan jî bertek nîşan dan û ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiya Edeneyê ve meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, an bi hev re yan jî tu kes ji me” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr li vir bertek nîşanî sepana polîsan da û got ku dê civînê li avahiya DEM Partiyê lidar bixin. 
 
Civîn, li avahiya DEM Partiyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. 
 
AMED 
 
Li navçeya Farqîn a Amedê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li Pirtûkxaneya Denîz Poyraz a li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navçeyê û gelek welatî tev li bûn. Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê nîqaş hatin kirin. 
 
Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
SÊRT 
 
Civîna li Sêrtê jî li Eywana Konferansan a Denîz Poyrazê ya li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat, aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Eşref Tekîn di civînê de girîngiya banga Abdullah Ocalan rave kir û anî ziman ku ew xwedî li bangê derdikevin û dê bicih bînin. Tekîn, banga xwedîderketina li bangê li xelkê Sêrtê kir. 
 
Piştî axaftina destpêkê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
ÊLIH 
 
Civîna gel a li Êlihê jî li eywana konferansan a Petrol-Îşê hat lidarxistin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, atkîvîsta TJA’yê Emel Çîftçî, nivîskar Firat Can, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li civînê bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk axivî û got: “Hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin netewe dewletê reforme bikin û dîzayneke nû ava bikin.” Tekîk, bi banga Abdullah Ocalan re girîngiya paradîgmaya “neteweya demokratîk” vegot. 
 
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
STENBOL
 
Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya DEM Partiyê li Weqfa Mustafa Suphî ya li navçeya Kadikoyê civîna gel li dar xist. Civîna ku hejmareke zêde kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan axivî û diyar kir ku bi pêvajoya nû re divê bi awayekî komî nîqaş bên meşandin û xwest ku her kes bi berpirsyarî rabe û wiha got: "Em dikarin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi rêya Heyeta Îmraliyê kir, weke destpêka rewşeke nû ya herî giştî pênase bikin. Em di pêvajoyeke welê de ne ku ev rewşa nû ji bo bindestan, kedkaran, gelan û yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin bi taybetî jî gelê Kurd bi pêş bikeve yan na, wê diyarker be. Gelekî girîng e ku nîşaneyên pirsa me yên bingehîn, fikar û pêşniyarên me bi mekanîzmaya partiyê re hevdîtinê bikin."
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
 
ESENYURT
 
Civîna gel a li salona dawetê ya li Esenyûrtê pêk hat. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpe, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, parlamenter Sezaî Temellî amade bûn. Di civîna ku rastî eleqeyek mezin a gel hat de gelek caran dirûşmên "Bîjî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Arîfe Çinar bal kişand ser girîngiya fêmkirina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a rast û destnîşan kir ku divê dewlet di dema pêş de gavên pêwîst biavêje û wiha got: "Em dibînin ku hevkêşeyên nû hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn derdikevin holê. Birêz Ocalan daxuyaniyek da ku van hevkêşeyan guherand û kevir hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn bar kir. Tevahiya Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê li ser vê gotinê kilît bûye. Di nuqteya ku pevçûn û newekhevî kûr dibin de, em bi rastiya rêbertiyeke ku pêvajoyê vediguherîne berjewendiya gelan, baweriyan û jinan re rû bi rû ne."
 
Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Sernavên din

13/03/2025
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN