‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’

  • jin
  • 11:16 10 Adar 2025
  • |

WAN - Jinên beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bûbûn, destnîşan kirin ku ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan watedar dibînin û gotin: “Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoyê xera bike.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Wanê mitînga fînalê hat lidarxistin. Bi hezaran jin tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de peyama taybet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin. 
 
Jinên ku li qadê bi kelecaneke mezin li peyamê guhdarî kirin, têkildarî wê kêliyê hestên xwe ji ajansa me re parve kirin. 
 
‘EM DIXWAZIN RÊBERTIYA XWE DI NAV GEL DE BIBÎNIN’ 
 
Kadriye Gezîcî diyar kir ku 26 sal in li benda peyama Abdullah Ocalan bûn û wiha got: “Birêz Ocalan hemû gavên pêwîst avêt û ji bo azadiyê êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye. Weke dayikên Kurd em bang li dayikên leşkeran dikin; ji bo xwîna dirije bisekine em bi hev re aştî û biratiyê pêk bînin. Bila êdî dayik negirîn. Weke Kurd em daxwaza nasmame, ziman û jiyaneke azad dikin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin û dixwazin di nav gelê xwe de be. Heta Rêbertiya me azad nebe em jî nikarin azad bibin. Kurd her tim ji bo aştiyê têkoşiyan. Divê dewlet gavan biavêje ku aştî çêbibe. Heke dewlet gavan neavêje jî em jin dê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’ 
 
Bahar Abî jî wiha got: “Îroj roja me ye û ji ber nameya birêz Ocalan gelek keyfxweş bûn. Em dixwazin Rêbertiya me û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Ji bo aştiyê em amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê gavên pêwîst avêt û êdî dora dewletê ye. Divê dewlet êdî ziman û nasnameya Kurdan nas bike.” 
 
‘JI BO JINAN BANGEKÎ DÎROKÎ YE’
 
Fatma Serhatli jî anî ziman ku jinên Kurd bi sala ye bedelekî giran didin û wiha domand: “Rastî îşkencei binçavkirin û girtinan hat lê dîsa jî têkoşiyan û bûn pêşengên jinên dinyayê. Peyama Rêbertiyê dîrokî û watedar e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin vê peyamê. Divê herkes xwedî lê derkeve. Bila êdî dayik negirîn û şer bi dawî bibe. Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoya nû xerab û pûç bike.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA
 
Nafya Kaya jî bertek nîşanî êrişên îktîdarê da û got: “Li rexekî dibêjin aştî li rexa din jî Kobanê û Tişrînê bombebaran dikin. Girtin û binçavkirin didomin. Ma ev aştiyeke çawa ye? Em dibêjin aştî, biratî û gavan diavêjin lê ew gavan naavêjin.” 
 
Dayika Aştiyê ya bi navê Dilbirîn jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gav avêtiye û dora gavavêtinê ya dewlet û Erdogan e. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

13/03/2025
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin