Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê

img
AMED - Kurdistanî û dostên wan ji destpêka salên 1990’î û vir ve, bêyî guh bidin êrişan li qadan Newrozê pîroz dikin. Daxwaza "azadî" û "çareseriyê" li qadên ku bi milyonan kes li hev dicivin bilind dibin.
 
Îsal agirê Newrozê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat pêxistin. Wê îsal agirê Newrozê li bi hezaran bajar, navçe, bajarok, tax, gund û gundikan were pêxistin. “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hat dayîn, mijara sereke ya pîrozbahiyên îsal e.
 
Newroz bi taybetî ji bo kurdan rojeke girîng e. Her çiqas ji aliyê gelên cuda ve wekî “sala nû” bê dîtin jî ji bo kurdan sembola azadiyê ye. Ji ber vê çendê li gel hemû qedexe û astengiyan jî bi salan e agirê Newrozê li Kurdistanê natefe. Berovajî wê coşa Newrozê û girseyên wê her ku çû geştir bû. 
 
1990: ZEKIYE ALKANÊ BEDANA XWE DA BER AGIR
 
Ji ber mirina di pevçûnên sala 1990’î de, li bajarên Kurdistanê dikan nehatin vekirin. Dibistan hatin boykotkirin. Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê di êrişa ku li merasîma cenazeyên PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dabûn de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan. Xwendekara Tibê Zekiye Alkan di 21'ê Adarê de li Sûrên dîrokî yên Amedê bedena xwe da ber agir.
 
1991: CIWANAN PÊŞENGÎ KIR
 
Di sala 1991’ê de li navçeyên Cizîr, Nisêbîn û Hênê bi deh hezaran kesî şahiyek li dar xist. Li gelek bajaran polîsan gule li xwepêşanderan reşandin û di Newrozê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di pîrozbahiyê de pankartên "Bijî Newroz" û "Serhildan Jiyan e" hatin vekirin Newroza 91'ê a bi pêşengiya ciwanan hê jî di bîra mirovan de ye. 
 
1992: BÛ DÎROK
 
Newroza 1992'yan mohra xwe li dîrokê da. Li gelek bajarên ku pîrozbahiyên Newrozê dihatin lidarxistin polîsan gule li gel reşandin. Bi hezaran kes li nuqteyên cuda yên Cizîrê li hev civiyan û heta qada ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin meşiyan. Helîkopter û maşînên zirxî gule li welatiyan reşandin. Lê tevî vê yekê jî agirê Newrozê hat pêxistin. Li gorî qeydên fermî di êrişan de 57 kes mirin û li gorî şahidan ev hejmar ji 100’î derbas bû. Piştre li Nisêbînê 16 kes hatin qetilkirin. Bombebarana ku li navenda Şirnexê dest pê kir 3 rojan dewam kir. Heta otela ku rojnameger lê diman jî rastî guleyan hat û di encama gulebarana polîsan de nûçegihanê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest da. Hatîce Katar a 5 salî û Mehdî Gungen ê 9 salî bi hinceta PKK'yî ne hatin qetilkirin. Di sala 1992’yan de li Amedê destûr nehat dayîn ku pîrozbahî bên lidarxistin. Li Qada Şêx Seîd/Dagkapiyê bi hezaran kes hatin ber avahiya Rêxistina Partiya Kedê ya Gelan (HEP) û guh nedan qedexeyê.  Xwendekaran jî bi şewitandina lastîkan li baxçeyên dibistanên xwe cejn pîroz kirin. Newroza bixwîn a sala 1992’yan a Kurdistanê li metropolên rojava yên wekî Edene û Mêrsînê, Stenbol û Îzmîrê hat pîrozkirin. Di êrişên Newroza 92’yan de herî kêm 94 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rahşan Demîrel li Kadifekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir.
 
1993: BÛ NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ 
 
Di 20'ê Adara 1993'yan de, rojek beriya Newrozê, Abdullah Ocalan di çarçoveya lêgerîna çareseriyê de agirbest îlan kir. Bi vî rengî di sala 1993'yan de hêviya aştiyê xurtir bû û bi pêşengiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Navnîşana pîrozbahiyê careke din li Qada Şêx Seîd a Amedê bû. Li hemû taxên Amedê agirê Newrozê hat pêxistin.
 
1994: LI MALAN HAT PÎROZKIRIN
 
Beriya Newroza 1994’an bi sedan kes hatin binçavkirin. Amed dîsa bû yek ji navendên ku lê operasyonên binçavkirinê dihatin kirin. Bang li raya giştî hat kirin: "Li dijî provokasyonan Newrozê li malê pîroz bikin." Bi vê bangê gel cara yekem li malên xwe Newrozê pîroz kir. Li gelek navçeyên Amedê dikan nehatin vekirin. Di pîrozbahiya 94'an de zarok pêşengî kirin. Zarokan li taxan agir pêxistin û govend gerandin. Li navçeyên Încîrlî, Merter û Sarigazî yên Stenbolê xwepêşandan hatin lidarxistin. Partiya Demokrasiyê (DEP) li gelek bajaran civînên girtî pêk anîn.
 
1995: NEBÛ 'NEVRUZ'
 
Rayedarên hikûmetê yên wê serdemê navê Newrozê guherandin û kirin "Nevruz" û îdia kirin ku ev "Cejna Tirkan" e. Di bin navê 'cejna Nevruzê' de civînên fermî hatin lidarxistin. Bi îlankirina 17-24’ê Adarê re wekî “Hefteya Newrozê” rayedarên dewletê dest bi vêxistina agirê ku heta duh dixwestin vemirînin kirin. Lê kurdan bi şewitandina lastîkên li kolanan û xwendina "stranên qedexe" Newrozê pîroz kirin. Merasimên fermî yên dewletê ji bilî beşdarbûna rayedarên serdemê bal nekişand.
 
1996: LI KAMPUSAN NEWROZ
 
Siyaseta “Nevrûzê” îsal jî berdewam kir. Ji bo rektoriyên zanîngehan belavokên “Ji Nevruzê re amade bin” hatin şandin. Lê ciwanên kurd û dostên wan li kampusên navendî yên Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Bijî Newroz” şahiyek li dar xistin. Çalakiyên di bin navê “Nevruzê"de hatin kirin, bala civakê nekişand.
 
1997: GUH NEDAN QEDEXEYAN
 
Di pîrozbahiyan de tu eleqeyek nedîtî hat û desthilatê di sala 1997’an de dîsa polîtîkayên çewisandinê pêk anî. Hemû çalakiyên ku dihatin plankirin di pêşengiya HADEP'ê de bên lidarxistin hatin qedexekirin. Newroza ku li gelek bajarên kurdan bi taybetî li Amedê ji aliyê deh hezaran ve hat pêşwazîkirin, bi agirê hat vêxistin hat pîrozkirin. Navnîşana Newroza Amedê Qada Batikent û Rêzan bû. Coşa Newrozê ya ku di 20’ê Adarê de li taxan dest pê kir, di 21’ê Adarê de ber bi Qada Batikentê ve çû. Pîrozbahiya Newrozê ya ku zêdeyî 15 hezar kes beşdar bûn, bi meşekê heta qada Şêx Seîd bi dawî bû.
 
1998: BI GELAN RE HAT PÎROZKIRIN
 
Hêzên çep û sosyalîst jî ji bo piştevaniya gelê Kû-kurd biryar dan ku li Stenbolê Newroz pîroz bikin. Newroz bi beşdariya hezaran li Kazliçeşmeyê bi bernameya hevpar a HADEP, Partiya Azadî û Piştevaniyê (ÖDP), Partiya Hêza Sosyalîst (SÎP) û Partiya Kedê (EMEP) hate pîrozkirin. Ji derve jî eleqeyek mezin ji bo Newrozê hebû. Li gelek bajaran bi taybet Amedê di encama êrişên polîsan ên li pîrozbahiyên hatin kirin de 20 kes birîndar bûn. Di serdegirtinê de saziyên navçeya HADEP, Rojnameya Gundemê û gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin.
 
1999: LI DIJÎ KOMPLOYÊ XWEDÎDERKETINA LI OCALAN
 
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza îsal xist. Li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Kurdistanî li gelek navendan daketin qadan, komployê şermezar kirin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" piştgirî dan Abdullah Ocalan. Li gorî daneyên ÎHD'ê 8 hezar û 174 kesên ku ji bo Newrozê bi piranî li Amed û Stenbolê daketin qadan hatin binçavkirin.
 
2000: BI SEDHEZARAN KES LI QADAN BÛN
 
Qedexe di Newroza sala 2000^î de, ku rastî agirbesta yekalî ya PKK'ê hat, hatin sistkirin Li Amedê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Şêx Seîd û Qada Batikentê Newroz bê pîroz bike, lê destûr nehat dayîn. Walîtiya Amedê destûr da ku pîrozbahî li Qada Fûarê ya 12 kîlometre dûrî bajêr e were lidarxistin. Zêdeyî 300 hezar welatiyên Amedê li Qada Fûarê hatin cem hev û xwestin "cezayê îdamê" ya ji bo Abdullah Ocalan bê rakirin. Li aliyê din bi sed hezaran kes herikîn qadên Êlih, Wan, Colemêrg û Sêrtê. Li Rihayê tevî pîrozbahiyên qedexekirî jî ciwanan li kolanan agirê Newrozê pêxistin.
 
2001: NE ÎNKAR NE VEQETANDIN
 
Di destpêka salên 2000'î de eleqeya ji bo Newrozê zêde bû. Piştî biryara vekişandina PKK'ê ji derveyî sînor, di sala 2001'ê de Midûrê Emniyeta Bajêr a Amedê Gaffar Okkan û 5 polîs hatin kuştin. Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û Sekreterê Navçeyê Ebubekir Daniş di binçavan de hatin windakirin. Lê tevî van hemû bûyeran jî bi milyonan bi daxwaza aştiyê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku veguherî cejnê de dirûşmeya “Ne înkar, ne jî veqetîn, komara demokratîk” derket pêş.
 
2002: VEGUHERÎ MILYONAN
 
Di sala 2002’yan de tevî astengiyan milyonek kes beşdarî pîrozbahiyên li Qada Fûarê ya Amedê bûn. Di serî de Êlih, Wan û Colemêrgê li gelek bajar û navçeyan pîrozbahî hatin lidarxistin. Li Enqere, Îzmîr, Qeyserî û Edeneyê bi dirûşmeya "Bijî yekîtiya gelan a azad, wekhev û dildar" bi hinceta tîpa "W" ya di van pîrozbahiyan de "Newroz" hatiye bikaranîn lêpirsîn hat vekirin.
 
2003: PEYAMA 'JI ŞER RE NA'  
 
Newroza 2003'yan a ku bi nîqaşên girtina HADEP'ê dest pê kir, li qada Fûarê ya Amedê jî hat pîrozkirin. Di Newrozê de bal hat kişandin ser dagirkeriya Iraqê û rewşa aloz a pirsgirêka kurd û bi milyonan kesên li qadê kom bûn peyama "Ji şer re na" berz kirin. Li Amedê hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Agirê Jiyan û Teoman derketin ser dikê û şahiyên bi heybet hatin lidarxistin.
 
2004: LI HER DERÊ PÎROZBAHÎ
 
Pîrozbahî bi dirûşmeya “Newroz yekîtî ye” hat lidarxistin. Qad bi rengê zer, sor û kesk hatin xemilandin. Ji bo pîrozbahiyên li Şirnex û navçeyên wê cara ewil destûra fermî hat dayîn. Di pîrozbahiyên ku li Amedê milyonek kes, li Stenbolê 100 hezar, li Elihê 150 hezar, li Rihayê jî 50 hezar kes beşdar bûn de bal kişand ser aştiyê.
 
2005: ÎLANKIRINA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
 
Ramana Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan di Newroza 2005’an de ku bi dirûşmeya “Em destûrê nadin şer” hat lidarxistin, bal kişand. Li bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê bi milyonan kes li dora dirûşmeya "An çareserî an çareserî" li hev civiyan. Provokasyona "ala"yê ya di pîrozbahiya Newrozê ya Mêrsînê de demeke dirêj di rojeva Tirkiyeyê de ma.
 
2006: OCALAN WEKÎ ÎRADEYA SIYASÎ HAT RAGIHANDIN
 
Di Newroza 2006'an de tevî qedexeyan jî bi milyonan kes careke din herikîn qadan. Li qadên Newrozê yên bi dirûşmeya “Hîn derfeta aştiyê heye” "hûn Ocalan weke îradeya siyasî qebûl dikin?" Bersiva pirsê bi yekdengî “Erê” bû. Li gelek bajaran li dijî pîrozbahiyan êrişên polîsan pêk hatin.
 
2007: BERTEK NÎŞANÎ JEHRÎKIRINÊ DAN
 
Navnîşana nû ya pîrozbahiyên Amedê Qada Newrozê bû. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê û jehrîkirina Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin jî, bi milyonan li qadên Newrozê bi dirûşmeya "Tenduristiya wî tenduristiya me ye" li hev civiyan. Li dehan bajaran agirê Newrozê hat vêxistin.
 
2008: ÊDI BES E 
 
Di demeke ku zext û girtinên li ser siyasetmedarên kurd zêde bûn de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li hemberî zextan bi dirûşmeya "Êdî bes e" bertek nîşan dan. Bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bertekên li dijî tecrîda li ser Ocalan derketin pêş. Li Wan, Colemêrg û Geverê jî li gelek cihan êrişên polîsan pêk hatin. Li Wanê Ramazan Dal û Zekî Erinç, li Gewerê jî Îkbal Yaşar ê 20 salî jiyana xwe ji dest dan.
 
2009: DENGÊ OCALAN HAT GUHDARÎKIRIN
 
Amed dîsa bû navenda Newrozê. Pîrozbahî di dema xebatên hilbijartinên herêmî de hat pîrozkirin. Sînevîzyona ji dîmenên Abdullah Ocalan pêk hatî hat nîşandan. Di vê Newrozê de gel azadiya Ocalan qîriya. 
 
2010: MUXATAB ABDULLAH OCALAN E
 
Pîrozbahiyên girseyî yên Newroza îsal jî dema ku operasyonên "KCK'ê" dewam kirin, hatin lidarxistin. Newroz li 108 navendan bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk” bi awayekî fermî hat pîrozkirin. Bi milyonan kes bal kişandin sen gengeşeyên muxatabiyê yên AKP'ê dabûn destpêkirin û wekî muxatab îşaret bi Ocalan kirin. 
 
2011: AN AZADÎ AN AZADÎ
 
Gelê kurd di sala 2011’an de li 130 navendan bi dirûşmeyên “Ji bo jiyanek birumet an azadî” Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de ji bo çareseriya pirzgirêka kurd îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Piştî pîrozbahiya li Amedê bi sed hezaran kes ber bi Parka Koşuyolu ve "Meşa Azadiyê" li dar xist.
 
2012: GEL GUH NEDA QEDEXEYÊ
 
Newroz, di ema pevçûnan de hat pîrozkirin. Wezareta Karên Hundir pîrozbahî li gelek bajaran bi taybetî li Amedê qedexe kir. Tevî qedexeyê jî zêdeyî milyonek kes li bajêr guh nedan barîkatan û ji her alî ve xwe gihandin qada Newrozê. Li ketina qadê, li ser 4 daxwazên bingehîn ên wekî "Naskirina nasnameya Kurd", "Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê", "Stûya siyasî" û "Parastina mafê rêxistinbûyîna kurdan" kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bi dirûşmeya "Êdî bes e, an azadî an azadî" ji bo civakeke demokratîk gavên bên avêtin hatin îşaretkirin. Bi deh hezaran kes ber bi Qada Kazliçeşme ya Stenbolê ve meşiyan. Di encama êrişa polîsan de rêveberê BDP'a navçeya Arnavutkoyê Hacî Zengîn jiyana xwe ji dest da. Di pîrozbahiya li Êlihê de Ahmet Turk û otobusa ku gelek parlementerên BDP'ê tê de bûn rastî gaza îsotê hatin û Ahmet Turk rastî êrişa polîsan hat.
 
2013: NEWROZA DÎROKÎ
 
Newroza 2013’an bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu” hat pîrozkirin. Bi taybetî li Amedê bi milyonan kes li qada Newrozê ji bo azadiya Abdullah Ocalan qîriyan. Manîfestoya Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza Amedê ku zêdeyî 2 milyon kes tevlî bûn, xist. Di Newrozê de “banga aştî û çareseriyê” ya Abdullah Ocalan bi awayekî xurt hat pêşwazîkirin.
 
2014: RÊBERTIYA AZAD
 
Gel di Newroza 2014’an de bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” daketin qadan. Pîrozbahiya fînalê li Amedê hat lidarxistin. Bi milyonan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Nêzî 3 milyon kes beşdarî Newroza Amedê bûn. Peyama sînevîzyona Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik li ser ekranên ku li platformê hatin bicihkirin, hat nîşandan. Peyama Ocalan bi kurdî ji aliyê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, bi tirkî jî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hat xwendin. Bi hezaran kes ji bo tevlîbûna çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
 
2015: BANGAWAZÎ HAT KIRIN
 
Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Kobanê û Peymana Dolmabahçeyê mohra xwe li pîrozbahiyên îsal dan. Newroz bi dirûşmeya “Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî” hat pîrozkirin. Di Newroza Amedê ya dîrokî de bi milyonan daxwaza "Ji Ocalan re azadî" qîriyan. Di pîrozbahiyê de posterên Abdullah Ocalan ên mezin hatin vekirin. Ji DYE, Îngilîstan û Fransayê 437 mêvan ji 25 welatên cuda beşdarî Newroza Amedê ya dîrokî bûn. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî di nav de beşdar bû. Abdullah Ocalan di nameya xwe de PKK'ê vexwend kongreyekê ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê.
 
2016: BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ
 
Serokomar Erdogan "Peymana Dolmabahçeyê" red kir. Pêvajoya pevçûnê dîsa dest pê kir. Li gelek bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Sûr, Gever, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û gelek deverên din xwerêveberî hate îlankirin. Newroza Amedê bi dirûşmeya "Ji berxwedana Sûrê heta Newroza azadiyê" hat pîrozkirin. Newroz ji bo kesên ku li dijî qedexeya derketina derve li ber xwe didin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên Ocalan ên di Newroza berê de hatibûn şandin, hatin xwendin. Dirûşmeya Newrozê ya “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” bû.
 
2017: EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Newroz di şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) a piştî helwdana leşkerî hat îlankirin de hat pîrozkirin. Li hemû bajaran tevî astengiyan jî bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser bikevin” pîrozbahî hatin lidarxistin. Kampanyaya referandumê ya ji bo guhertina makezagonê hat destpêkirin û êrîin Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên pîrozbahiyên îsal bûn. Di pîrozbahiya li Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut bi îdiaya “xwekuj e” ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
 
2018: BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞA LI SER EFRÎNÊ DAN
 
Pîrozbahî di demekê de ku êrişên li dijî Efrînê dewam dikirin, hatin lidarxistin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" û "Faşîzm wê winda bike, gel wê bi ser bikeve" hatin berzkirin. Êrişên li ser Efrînê li qadên Newrozê hatin protestokirin.
 
2019: BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Newroza 2019’an bi greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk hat, li hemû girtîgehan belav bû. Bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" hat pîrozkirin.
 
2020: LI HER DERÊ NEWROZ
 
Ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ku cîhanê hejand, qadên ku bi mîlyonan kes diezimandin, vala man. Newroza ku bi dirûşmeya "Ji bo demokrasî, edalet û azadiyê" hat pêşwazîkirin, li mal, tax û kolanan bi gotina "li her derî Newroz" hat pîrozkirin. Parka Newrozê ku 12 salan li Amedê mazûvaniya bi mîlyonan kesî kir, di 21'ê Adarê de vala ma.
 
2021: EM BI AGIRÊ NEWROZÊ LI BER XWE BIDIN
 
Newroza ku salek berê ji ber pandemiyê li malê hat pîrozkirin, di sala 2021'ê de dîsa bi girseyî hat pîrozkirin. Di Newroza ku bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, em azad bibin” hat pîrozkirin, bal kişand ser girtina HDP’ê jî. Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî ve ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hat destpêkirin de îmze hatin komkirin.
 
2022: DEM DEMA AZADIYÊ YE
 
Di Newroza ku bi dirûşmeya “dem dema azadiyê ye” hat pîrozkirin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin. Li 72 navendan ku 29 ji wan bajar bûn, pîrozbahî hatin lidarxistin. Ji gelek welatên cîhanê bi taybetî ji Rojhilata Navîn û Ewropayê 200 kes beşdarî pîrozbahiya li Amedê bûn. Her wiha gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistana Feder, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistana Îranê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
2023: DI DEMA ERDEHJÊ DE ÇÊBÛ
 
Newroz di bin siyas erdhejê de hat pîrozkirin ku li Mereşê çêbû û bandor li 11 bajaran kir. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya "Her dem Newroz her dem azadî" de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bilind bû.
 
2024: NEWROZA AZADÎ Û ÇARESERIYÊ
 
Newroza 2024’an bi hilbijartinên herêmî û kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” ku ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatibû destpêkirin, hevdem bû. Li 57 navendan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bilind bûn.
 
2025: NEWROZA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Cejna Newroza îsal bi dirûşmeyên “Ji bo azadiyê civaka demokratîk" û “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Agirê ewil li Licê hat vêxistin. Herî kêm wê li 89 navendan bê pîrozkirin.
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû